PKK bi vegera Pêşmergeyan ji bo navçeyên Kurdistanî pir aciz bûye

Ji 23 ê Gulanê ve, Pêşmerge û artêşa Iraqê li herêmên Kurdistanî dest bi damezrandina jûrên operasyona hevbeş kirin. Heya niha, li herêmên Kerkûk û Mexmûrê jûrên operasyonê hatine ektîv kirin. Van rojan li Mûsil û Xaneqîn jî dest bi danîna jûrên hevbeş tê kirin.

Avakirina jûrên operasyona hevpar ji bo Kurdan gavek girîng a siyasî ye. Ev deverene hemî di sala 2017 an de ji hêla Heşda Şebî û artêşa Iraqê ve hatibûne dagirkirin. Niha vegera Pêşmerge wek destkeftek dîplomatîk tête dîtin. Lê derdorên ku ji vê destkeftiyê pirr aciz jî hene. Yek ji wan jî PKK ye. Lêbelê, PKK nikaribû li ser vê mijarê bi rengek vekirî nerazîbûna xwe diyar bike, ji ber vê yekê PKKe rêbazên cûda ji boy diyar nebûna nerazîbûn û dijberiya xwe bikar tîne.

PKK nerazîbûna xwe li hember vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî di ANF ê de û bi weşanên xwe yên Îngilîzî diyar dike, ji ber ku medya PKK ê ji helwesta gel ditirse loma jî  li ser malperên Tirkî û Kurdî belav nake.  Gelê Kurdistan hakîkata derketina Pêşmerge ji Kerkûk û navçeyên Kurdistanî dizane taybet jî gelê Başûrê Kurdistanê baş dizane kî ev komplo bû. Ew bi vî rengî, di warê dîplomasiyê de, van gotaran nîşanî kesên Ewropî û bîyanî didin û dixwazin vê nivîsê wekî helwesta giştî ya gelê Kurd, bi Ewropîyan biden qebûl kirin.

Herî dawî, nivîsek li ser navê Bextîyar Çelê ku xwe wekî endamê meclîsa gel a Mexmûrê dide nasîn, di weşana Îngilîzî ya ANF ê de hat weşandin. Gotar tenê bi Îngilîzî hatîye weşandin. Di maqalê de, bi zanebûn hinek agahîyên derew hatine parve kirin û li pêşmerge jî heqaret tê kirin.

Di meqalê de vegerîna Pêşmerge ji bo devera Mexmûr wekî plangerîyek ji bo rûxandina Kempa Mexmûrê nîşan dide.

Li gorî meqalê, Pêşmerge di 16 ê Tîrmeha 2017an de di encama êrîşên Daîş de ji Mexmûrê derket û milîsên Haşda Şaabî hatin şûna wan. Lêbelê, Pêşmerge bi çekên giran û hêzê bejayî derxistina Daîş ê de roleke bibandor lîst. Dûv re, dema ku Kerkûk bi xîyaneta baskê Lahor Cengî ve radestî artêşa Iraq û Heşda Şebî hatîye kirin, hêzên Iraqî li enîya Mexmûrê bi dijwarî êrîşî hêzên Pêşmerge kirin. Di 24 ê Çirîya Pêşîn a 2017an de, Hêzên Pêşmerge ev êrîşên Heşda Şebî şikandin û 20 çekdarên wan girtin û bi dehan wesayîtên wan jî jinav birin. Di van pevçûnan de di pêşmerge jî şehîd bûn. Lêbelê, Pêşmerge ne ji ber pevçûnên leşkerî lê ji ber sedemên siyasî ji herêma Mexmûrê derket û 4 km dûrî Mexmûrê bicîh bû.

Her weha divê were zanîn, dema ku Pêşmergeyan 1 km dûrî wargeha Mexmûrê bi Heşda Şebî re şer dikir, nêzîkê 300 gerîlayên PKK ê di mesafeta 1 km weke temaşevana li şer temaşedikir û dixwestin Heşda şaabî serbikeve. Piştî şer PKK ê fermandarên Heşda Şebî li wargeha Mexmûrê pêşwazî û mêvan kirin. Heya  Bextîyar Çelê (Polat), yê ku tê îdîa kirin ku ev meqale nivîsandiye, beşdarî civînên bi fermandarên Heşda Şebî re dibû û hê Pêşmerge nevegerîya yî  PKK ê bi wan re peymana hevkariyê îmze dikir. Ana jî ev makale ne Polat ango Bextîyar Çelê nivîsandîye rêveberên PKK li kampa Mexmûr çerçeve gotîye û ev makale hatîye nivîsandin.

Di meqalê de, bêjeyek wekî “Daîş ji hêla PDK ê û Tirkiyê ve têne fînansekirin” tê bikar anîn. Ev hevok baldarî hatîye hilbijartin. Bi vî rengî, armanc ewe ku Pêşmerge, PDK û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê weke hevalên Daîş ê nîşan bidin. Li gorî vê tewanê, dixwazin bibêjin hikûmeta herêma Kurdistanê; hem bi Tirkiye û hem jî bi Daîş ê re hevpeymaniyek stratejîk heye. Lêbelê, di dema du salan de heya 2015an Pêşmerge di şer de 1.300 şehîd dan. Nivîskarê ANF ê ji bo ku van hemî rastiyan veşêre, bi hezaran pêşmergeyên ku ji bo xaka Niştîman canê xwe dayî nabîne û heqaretê lê dike.

Mijar ne nivîskar bixwe ye, lê mijar eve ku ev tewanên qirêj encama siyaseta PKK ê ye. Ji ber vê yekê, PKK ji ber sedemên siyasî û civakî nikare bibêje bi navên cûda û zimanê cûda dide gotîn û nivîsandin.

PKK Ji niha û pêve, îhtîmalek mezin dê bi pênûsên veşartî vê xelqeya propagandeya reşkirinê, bimeşîne. “Gel Pêşmerge naxwaze, di navbera Daîş û Pêşmerge de hevkariyek heye. Pêşmerge bi mirovan re xerab tevgeriya, hatina pêşmerge bo meydanê komployek navneteweyî ye, ev piştgiriya hêzên navneteweyî ye ji bo tasfiyekirina PKK “, û hwd. Dê propagandayek bi vî rengî were kirin.

Ji ber ku armanca siyaseta PKK ê ya ku Evdila Ocelan di sala 2012 de behsa wê dikir, cîh bûna vê xeta dirêj a ji Şingal heya Xaneqîn, ku pêşmergeyan ji vir derxînin û li vir bicîh bibin. PKK li vir wekî şirîkê pilangêriya Hîlala Şîa ya Îranê erkdar dibe. Di berdêla ku Pêşmerge dev ji herêmê berda, ew li Şingalê bicîh bûn û êzidî kirin parçeyek ji Heşda Şebî. Ew grûpên çekdar li wargeha Mexmûr bicîh kir û binesaziya daketina ser xeta Kerkûkê ava kirin. Wekî din, di xeta Germîyan û Xaneqîn de, hêzek bi navê xwe parastina cewherî ava kirin ku pêşde ev hêzê jî weke hêza heşda Şebî were nasîn û erkdar kirin. Di van deverên Kurdistanî de PKK û Heşda Şebî bi yêk fermanê bizavê dikin. Ango her du hêz bi hemî awayî hevpar û şirîkin. Bi gotinek din, projeya Kembera Navîn a PKK ê ne bi armanca wê yekê ye ku axê ji Iraqê bistinin, belku ji boy wê yekê ye ku axê ji Pêşmerge û Herêma Kurdistanê veqetînin û PKKe li şûna pêşmerge li ser hesaba Iraqê li deverên Kurdistanî bicîh bibe.

Ji bo vê sedemê, yên ku ji vegera Pêşmerge ji bo deverê herî nerehet in Heşda Şebî û PKK ye. Bê guman, hevkarê din ê vî baskî grûpa Lahor Cengî ye. Ev her sê şirîkên ne yasayî, rîska provaqasyonê li vê herêmê dirist dike. Ji ber ku hebûna PKK li van deveran bi xêra Heşda Şebî ye. Gava ku Pêşmerge bi fermî derbasî deverê bûn ev pêwendî û şirikatîya Heşda Şebî û PKK ê dê bikeve bin metirsîyê. Girîng e ku pir bi hişyarî ev proje were cîbecî kirin.

Piştî wê tarîxê, hêzên siyasî yên YNK li heman deveran dest bi xebatê kirin, û PDK ê ragihand ku ew li van deveran ofîsên siyasî venakin heya ku Pêşmerge vedigere.

Pustên heman beş