Kadirê PKK ê û fermandarê HPG ê Ozgûr Jîyanda jî di 9 ê Hezîranê li herêma Metîna hate gel Pêşmerge. PKK-HPG hê 24 demjimêr derbas nebûy, daxuyanîyek belav kir û têde Ozgûr Jîyanda weke kesekî bêqîmet, ketî û bênefs dest nîşan kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Dema ku ev şexse di nav refên me de bû, ji ber tawanên derewan, sicîla xwe xelet dayînê û bêexlaqiyê hate lêpirsîn kirin. Ew ji ber vê yekê hate binçav kirin û di pêvajoya lêpirsînê de reviya. ”
Lêbelê, em dibînin ku hemî dezgehên ragihandinê yên PKK ê Ozgür Jîyanda di 28-5-2021 ango berîya 40 roja, di televîzyonên xwe de wekî fermandarê HPG ê hevpeyivînek bi wîre dikirin. Ozgûr Jiyanda ku 40 roj berê mêrxas bû û 12 salan li nava PKK ê de mabû, ji nişkê ve wekî xayîn, bêexlaq û bêqîmet hat îlan kirin. Me weke Darka Mazî berîya ku PKK-HPG ji wî re van tiştên nebaş beje me gotibû ku dê wî re van tişta bêjin. PKKê hew qas derewên mezin kirin ku li wê vîdeoya hêla Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê ve hatî weşandin de saeta destê wî jî kirin amurek leyîskê. Li ser medyaya civakî saeta wî nîşankirin, hate gotin, ” ew bû vê saetê xayîn bû ?” Lêbelê, ew saeta li ser milê wî bû dema ku çapemeniya PKK ragihand û digot Ozgûr Jîyanda lehenge. Ew seetek marqeya SAIKO ye ku bihayê wê dora 10 dolar e. ango, Ozgûr Jîyanda dema ku li ba PKK ê bû qehreman gava ku ji nava wan derket nişkave bû xayîn.
Bi rastî, ev ne tenê çarenûsa ozgûr Jîyanda ye, Qedera endamên Pkk ê du bijarde dîyar diken. an hûnê bibin şehîd an jî hûnê bibin xayîn. Belê, ev e qedera kadroyên PKK e. Mixabin, ev jî qederek pir xemgîn e. Û çi kes nikare vê qederê biguhere. gelo çima?
Ji sedî 95 kadroyên PKK temenê xwe bin 18 saliyê da ne. Piraniya mezin a mirovên ku diçin PKK ê bê hişmendiya siyasî û îdeolojîk in. Ew ji ber girêdana hestyarî bi Kurdistanê ve, pirsgirêkên jîyanî û zexta dewletê tevlî navê Pkk ê dibin. Ango”, ew ne ji bo îdeolojîyekê diçin ew jiber Kurdistanê tevlî Pkk ê dibin. Ji ber ku temenê wan biçukin pir sanahî têne rêvebirin, badan û perwerde kirin. PKK ji nermbûna wê temenê sûd werdigire û di wana van fikara avadikin: “Yê ku derdikeve xayîn e, em deyndarê şehîdan in, yê xiyanetê dike mafê jiyanê tune, ger em bimirin, em dibin şehîd”. Beriya her tiştî, piraniya wan zarok in û wusa şexsîyet digirin. wehe, ev zarok wekî mirovên ku bizamîr, rexneker û şîrove kar, nayên mezin kirin; ew wekî ebd weke mirîd û bêbask têne fêrkirin. Ew bi rastî di weke robot dibin, tenê dibin mirovên ku peywira partiyê cîbecî dikin.
Ev tiştê megotî ji we re biyanî tê? Naa
Çima ? Ji ber ku ev Rojhilata Navîn e û em li gelek cihan bi van rêbazên rû bi rû dimînin.
Li Rojhilata navîn sedemê paşverûtiyê evin; awayê mezinkirina mirovan, bidawîkirina takekesî, xwe fedakirin ji bo rêxistinê. Ango, PKK ê îddîa dike ku hemû mirovahîyê azad bike, lê tiştê dike mirovan dike xulamê partîyê û kesayetî ya heyî pûç dike. Dibe mirîde rêxistinê, bê şik û bê nîqaş.
Daîş jî bi heman rengî însana perwerde dike. Wan jî fîdayî hene ku xwe bipeqînin. Ji daîş ê veqetîn sedemê kuştina mirovî ye. Mînak, em dizanin ku li Kampa Holê, jinên daîş ê kesên ku li gorî rêgeza wan tevnegerin, yên dixwestin qûd bibin dikuştin û laşan wan diveşartin. Wê hingê, em dibinin ku rêbazên karmendên PKK û Daîş E yek in. PKK weke versiyona Daîş ê ya Çep tevdigere û kadroyan perwerde dike.
Tapoya kadroyan di deste PKK ê da ye.û Ev kadro tenê dema ku bikarin ji bo PKK ê xizmetê bikin hêja ne. Yên ku nikaribin xizmetê bikin, weke barê partiyê têne dîtin. Ciwanek fîzîkî baş, yên pirsan nekin, tiştê tên gotin bikare zû dubare dike, guh bide fermanan, wê deme ew kes bînahîya çavê PKK ê ye. Kesê ku pirsa ji Pkk ê dike, rexne dike û nîqaş dike pkk wan kesa weke golulka Pirsgirêkan dibine. Bi taybet jî ji bo PKK ê kesê nikaribe xwe bi fîzîkî biguncîne, ew kesê ku divê “yan zû bimire an jî bireve”
Yên ku bi hezaran carî ji PKK ê re xizmet kiri, canê xwe fîda kirî, çalakiyên pir serketî pêk anîn û canê mirovan xilas kiri jî piştî ku ji PKK ê vediqete êdî ew xayîn tê demxe kirin.hinek birîndaren bê ling û çav li Ewropa hene Pkk piştî demekê wana weke xayîn binav dike û diçe serda. kesek ku her du çavên xwe wenda kiriye, pêşnîyar dike ku tevlî jîyana civakî bibe lê ew wekî xayîn tên îlan kirin bêwujdanîya Pkk ê div ê astê da ye. Di gorî eqlîyeta PKK ê kê pir zêde nava Pkk ê da mabe û xizmet kiri be, dema ku ew veqetî ew ji hemûyan xayîntir û dijmintir tê nêz bûyîn. Çi qas kevin bî hew qas xayînek mezinî.
Yanî, pir normal e ku PKK Ozgûr Jîyanda xayîn îlan bike û wî bêexlaq bi nav bike. Ma PKK kîjan veqetîyan xayîn îlan nake? Gava kesek nava PKK ê derdikeve, PKK yekem behsa kesayetiya wî mirovî dike û wî nava malbat û civaka wî de bêqedir dike. dûv re agahdariyê belav dike û dibêje “ev kes teslîmî tirkan bû, sîxûrê Tirka ye agahdarî dida tirkan, ew bû sedema şehadeta hevalên me û hwd “. Ger wî di 40 salan ji PKK ê re xizmet kiribe ew xayînê herî xeter tê demxe kirin. Ji ber ku heke ew mirovan qanih neke yê ku çûyî xayîn e, ew nikare yên mayîji bo qûtnebin, biparêze. Heke bikare dikuje ji bo yên mayî sehme çêbike. Yên çûne başûrê Kurdistanê, wan radestî Tirkiyê dikin ûew dibin qontra. Berdewam, Pkk hewl dide ku yên mayî motîve bike û bibêje jinên ji PKK ê derketin li başûrê Kurdistanê ji hêla hêzên asayîşa giştî ve têne tecawiz kirin û dikevin rêka xerab. Ango her kesek ku ji nava PKK ê derdikeve, PKK piçek dî kemberê teng dike.
Ger kesê ku ji PKK ê diveqete hinekî were nas kirin, kesayetek siyasî be, dê PKK hêj zêdetir derewan ser wî bike. Despêk, gefên mirinê jê re têne şandin, tê gotin ku heke hûn devê xwe vekin, hûn ê bimirin. Kanî Yilmaz, Sîpan Rojhilat û gelek kesên din ji ber ku dixwestin têkevin nav siyaseta Kurdayetî, hatin kuştin. Mirovên ku hîn xwedan postekî siyasî û dikevin piçek qada siyasetê bi berdewamî bi kuştinê gef lê tên xwarin.
Ji bo PKK ê leheng tene ewin yên mirî . Heya ku PKK dijî, ew her dem kadroyên xwe wekî gumankar dibine û bi şik nêzî wan dibe bin cavdêrîye de digire. Tu kesek jiyan dike ji bo PKK ê nebê nîqaşe. Di sîstema PKK ê de, Evdila Ocelan xwedê ye û nayê nîqaş kirin. Kesên wekî Damezrênerên PKK ê Cemîl Bayik û Mistafa Qarasu pêxember in, û bi wan re nîqaş tune. Yên mayî tenê dikarin ji wan re Îbadet û bîad bikin. Yanî, pergala PKK li ser bingeha ebdatîya mirovan ava bûye. Yê ku vê xulamtiyê rexne dikin, azad difikirin ew mûnafiqin. Bi kûrtasî Pkk terîqatekî bê xwedayê semawî ye.
Pkk ê div ê çerçovê de Ozgur Jiyanda xayîn îlan kir. Ger Ozgûr Jiyanda qed behsa şehadeta 5 pêşmergan û kuştina Xazî Salih Elîxan nekir ba jî, ew ê dîsa xayîn bihata îlan kirin. Naha ew tenê bûye xayînek hê mezintir. Lêbelê, xayinê herê mezin ewin yên ku evîna zarokên kurd a ji bo Kurdistanê îstismar dikin.
Xayîn ewin yên bi komplo û derewan, zarokên Kurdan bera hevûdu didin. Xayîn ew in yên ciwanên bi eşqa Kurdistanê tevlî Pkk ê bûyî û Pkk wan ji bo “Komara Dîmokratîk a tirkîyê “dide kuştin.
Gelek miriyên Kurdan hene. Edî pêdiviya me bi lehengên zindî heye. Kurdan hewceyî bi ciwanên ku dikarin bijîn û nemirin heye. Pkk beruvajî vê rastîyê, mirinê pîroz dike jîyanê weke xayîntî binav dike. Û mirin çi bi Kurdan nade qezenc kirin. ger bi tene mirinê azadî bihata nûke qebristanên me ji bajarên me mezintir nedibûn. Kesayeta Ozgûr Jîyanda ji bo Kurdan di xalek krîtîk de derket pêş û ji bo wê demê helwestek welatparêzî nîşan da.