Hatina yek ji fermandarên HPG ê, bi navê Ozgûr Jîyanda ji bo gel hêzên Pêşmerge û daxuyanî dayîn Bûyerek girîng e. heya ku mirov vê rûdana dîrokî heqê wê nedetê, em nikarîn ne paşeroj û ne jî pêşerojê rast binirxînin.
Daxuyaniyên Dûran Kalkan û pirsgirêka Ozgûr Jîyanda
Qudbûna Ozgûr Jîyanda pêşî li nivîsandina çewt a dîrokê girt. Daxuyaniya Dûran Kalkan dibe ku Ozgûr Jîyanda qud bibe û berîya ku ew daxuyanî bide, Kalkan got: “Balafirên Tirk li Pêşmergeyan dixin da ku Tirkiye di civîna NATO yê de bihêztir bibe”.
Mebesta vê peyva Kalkan ew bû ku dixwest vê bûyera dîrokî berevajî binivîse, Dûran Kalkan jî ji bo şehadeta 5 Pêşmerga (bi roketa SHMEL) biveşêre civîna Biden-Erdogan, civîna NATO û gelek tiştên din xwest vê bûyerê bêşop bike.
Bi rastî, senaryoya ku Dûran Kalkan nivîsandî ne senaryoyeke ku ewên ji siyasetê fam dikin bi wê senaryoyê bawer bikin, wî gelek xeletiyên mijar biheve girêdanê kiri bûn, wî dixwest li gorî dilê xwe senaryoyekê binivîse, payre wê teorîze bike, paş hinek şahidên derewîn bide axivtin dawî jî hinek sitran û dîlan ser çêbike, û bûyer weke ku Kalkan dibêje xeyal kirî wê bihata qebûl kirin.
Ma ew dikarin wiya bikin, bê guman PKK ê gelek caran heman tişt kiriye. Mînak, mînaka Bêrîtan (Gûlnaz Qarataş) heye, ku PKK hewil dide wekî sembolek dîrokî pêşkêş bike. Çîroka mirina Gûlnaz Qarataş, ku tê de çi şahidên bûyerê jî nînin, rexmê ku agirbest hebû jî ji ber birîndarîya xwe ma bû cihê pevçûnê û jîyana xwe ji dest da.
Bûyer li cephê YNK ê pêk hati bû, dema ku Bêrîtan ji vê bûyerê avêt PKKê ev bûyer weke ku Bêrîtanê xwe ji latê avêtîye û qêrkirîye “hûn ji başur êrişî şoreşa bakûr dikin, hûn kevneperestin,feodal û xayînin” çi bûyerek bi vî rengî ninin PKK senaryo çêkir û tiştekî neyî weke ku heyî afirand.
Naha jî, ya ku PKK dixwezît li ser pênc Pêşmergen şehîd bike mîna vê bûyerê ye. PKK pilan kiribû ku çîrokek siyasî vebêje. Vê carê çîrok siyasî bû. Sihbeta NATO, Biden, helbijartinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hwd. Ev çîrok hemû ji bo vê bû ku bêje me Pêşmerge nekuştiye.
Ger li hember şehîd kirina Xazî Salih Alixan helwest hatiba nîşan dayîn, PKK ev qas cesûr ne dibû.
Mînak, di kuştina rêveberê ewlehiya giştî a Serzerê Xazî Salih Alixan de, PKK di asta herî jor de daxuyaniyek da û got me ev bûyer nekirî ye. Pir kesan helwest nîşa ne da.
Ger wê demê rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên Kurd xwedî helwest bane, belkî PKK di kuştina van Pêşmergan de ew qas bi cesaret tev nedigeriya.
Lê mixabin, taybet rewşenbîr, nivîskar û hûnermendên Bakur û Başûr şîrovên xelet kirin, gotin “Tirkan” Xazî kuştîye, ji bo destpêkirina şerê birakujî despêbike”.
Lê belê, di saeta yekem a bûyerê de, birayê Xazî got ku PKK ê ev cinayet kirîye, digel vê yekê, helwesta oportunîst û nezelal a beşa sivîl, pêwsîtbû helwestek girtiba, lê newêrekî bûyer nirxand û ev jî bû sebeb ku PKKe zêdetir êrişkar bibe.
Ji ber vê yekê daxuyaniyên Ozgûr Jîyanda girîng in, Ji ber ku daxuyanîya wî kevir danî ber senaryoya ku PKK ê dixwest çêbike, welatparêzên Kurd û Kurdistanî ên dilsoz, divê ji bo vê yeke li Ozgûr Jiyanda xwedî derkevin.
Ger wê şevê Ozgûr Jîyanda neaxivî ba, PKKe da gehe miraza xwe, Lê Ozgûr naveroka gelek bûyeran pir zelal kir.
Ji ber ku wê şeva daxuyaniyên Jiyanda hatin weşandin, medyaya PKKê, Stêrk TV, Medya Haber û hwd, hemî TV û pilatformên medyaya civakî digotin ku Pêşmerge li herêmên Çemçû û Reşbiraxe amadekarî dikin ku êrîşî PKK bikin, û digotin ku hêzên taybet û wesayetên zirxî diçin wê heremê.
Di heman demê de li ser Stêrk TV, Gerîlayê PKKê bi navê Kurtay Serhat digot ku “dibe ku îşev şerekî mezin û bêveger dest pê bike”.
Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku yekîneyên PKKê wê şevê pir çalak bûn û wan xwe gihandine binkeyên Pêşmergeyan, bi îhtîmaleke mezin, PKKê pevçûnek mîna ya li Amêdîyê pilan kiri bû, lêbelê, wê şevê, piştî axaftina Ozgûr Jîyanda, hêza PKKê ya êrişker şûnde vekişîn, ji ber ku PKKê li ser sûc hatibû girtin.
Belê, ew erka dîrokî ya Ozgûr Jîyanda va bû, ger wî ciwanî wê şevê daxuyanî nedaba, da roja paşî cinazên Pêşmergan cine Şêladizê, Akrê, Dihok û gund û bajarokên Kurdistanê, Ozgûr êrişkariya PKKê sekinand û asteng kir.
Helwesta netêr a rewşenbîr û nivîskarên Kurd
Her çend axaftina Jiyanda bandorek wusa mezin kiribe jî, niha hin kes hewil didin ku wê bikin wekî pirsgirêkek dadwerî, Ew dibêjin,”Ne rast bû ku Jîyanda derxistîn ser TV yê, Tirk jî wusa dikin”. mînekek weha dide nîşan kirin ku ev kesên vê dibêjin ji rastîya sîyasetê, dûrin. Ew kesên ku bi sala ye ji bo nûçeyên dezenformasyon û derew yên medyaya PKKê lêva jêrî li ya jorî neda yî û negotî ey PKKe ev derewên te dijî Kurdayetî ne,dijî dîyanetê ye, dijî exlaqê civaka Kurde û hwd, vêca radibin û di bejin axaftinên Ozgûr Jîyanda ne gorî usulê ye.
Gava ku PKK, piştî ku sê mehan îşkence li ciwanek Kurd yanî Cotyar Mihsin kirî û ew anî ser ekranê tv yên xwe û ew mecbur kir ku bêje “Ez ajan im”, ma ew jî ne dijî qanûnê bû? Ewên nûke radibin di bejin helwesta Ozgûr Jîyanda ne qanûnî ye, çima wê deme ji PKKê re ne di got, Cotyar Mihsin radestî dadgeha Herêma Kurdistanê bikin?Lê ji bo Ozgûr rêka dadgehê nişan didin.
Ev xelet e, ev beşek ji manipulasyona PKK ê ye, di vê rewşê de kesek rabe û pêşîya fesadîyekî ku bibe sedemê birakujî yê bigire, tenê pêwîste were xelat kirin, ji ber ku ev tê wateya manîpule kirina rojeva Kurdan.
Ji roja ku Ozgûr Jîyanda daxuyanî dayî û vir ve, PKK ê qismîbe jî ew nûçeyên ku digotin PDKe êrişî me dike, kêm kirin. lê dibe ku ew ê bixwazin hinek amadekariyan bikin û heman pilanê xwe bidin berdewam kirin û pêk bînin.
Ji bo vê sedemê, tiştê me destpêkê gotî em dubare dikin, welatparêzên Kurd ên rast, yên ku dibêjin em li dijî Birakujiyê ne, Pêwîste piştgiriyê bidin daxuyaniyên Ozgûr Jîyanda.