Kê pêvajoya çareseriyê bidawî anî?

Piştî serdana Serokkomarê Tirkîyê ji bo Amedê, nîqaşa li ser pêvajoya çareseriyê ya ku ev demek dirêje di rojevê da nebû, ji nû ve bû mijara sereke ya nîqaşan. Beriya ku Erdogan biçe Amedê, nîqaş li ser vê yekê ku “pêvajoyek nû ya çareseriyê dest pê dike” hebûn. Piştî ku Erdogan gotî, “Me pêvajoya çareseriyê bidawî neanîye”, vê carê aliyan dest bi tawanbarkirina hevdu kir, ka kê pêvajoya çareseriyê bidawî anîye. PKKê û hevalbendên wê Erdogan û AKPe di vî warî de tawanbar kirin. Ji aliyek din Erdogan û dorhêla wî, bê ku Evdila Ocelan tawanbar bikin, berpirsên PKK ê yên Qendîlê sûcdar kirin. Pirsek mîna cenazeyekî li qada sîyasetê heye ku ew jî eve? “Gelo Kê pêvajoya çareseriyê bidawî anî?”

Tiştê ku em dawiyê bêjin emê destpêkê bêjin, her du aliyan bi hev re pêvajoya çareseriyê bidawî anî.

AKP û PKK hewceyî hevdu bûn?

Gava ku danûstandinan dest pê kir, armanca rastîn a her du aliyan bi rastî ne ew bû ku pêvajoya aştiyê mayînde bibe. Her du layen jî di demeke pir dijwar de derbas dibûn. Û her du aliyan jî hewceyî bi nefes standinê hebû.

PKKe ji hêla leşkerî ve di rewşek nebaş de bû. wendahiyên mezin di dan û nedikarî xwe li eyaletên bakur bigire. Ji ber êrîşên hewayî yên li Qendîlê, navenda rêxistinê felç bi bû, nedikarî bixebite. PKK ê dixwest li Rojava bixebite, lê ji ber şerê tirkiyê nedikarî hêzên xwe yên çekdar ber bi Rojava ve bibe. Bicîkirina Hêzên xwe li Rojava ji bo PKK borîya nefesê bû.

AKP ê dixwest dewletê zûtirîn wext bike dest xwe de, lê ew ji hêla Ergenekon û cemaeta Fethullah Gulen ve hatibû dorpêç kirin. Li Tirkiyeyê qerta Kurd girtina dest xwe tevî çareser nekirina pirsgirêka Kurd, bi wateya dewletbûnê bixwe dihat. Bi aramiyek herî kêm a li ser pirsgirêka Kurd jî, dikare pêşiya gelek tiştê pozîtîv vebike. Êdî navbera cemaeta Gulen û AKP de pir vebibû, pêvajoyê aştiyê weke ya Oslo ne bi dizîkîve dimeşîya.

Bi kurtî, dema ku aliyan dest bi pêvajoya çareseriyê kir, armanc ne web û ku aştîyek mayînde ava bikin, tenê ji bo ku rewşa xwe xurt bikin tevgerîyan. Piştî her du terefan xwe di pêvajoyê de pîçek komîserhev kir êdî pêwîstîya wan bi danûstandina nema. Bi rastî her du alî jî pêvajo di heman pêvajoyê de hiştin.

Destkeftîyên pêvajoya çareseriyê ji bo her du aliyan çi ne

PKK bi xêra Rojava ber bi qada navneteweyî ve çû. piştî kuştina 13 leşkerên Tirk li Farqînê, ew rêxistina ji ber êrişên dijwar ji hev belav bûyî ji nû ve xwe komîserhev kir, hejmarek zêde şervanên nû jî tevlî wan bibûn. Bi Îranê re hevkariyek stratejîk ku hemû deverên Kurdistanê digire nav xwe, hatibû çêkirin. PKK ê di nava kaotîk a Rojhilata Navîn de ku jê re dibêjin bihara Erebî xwe li tenişta Îranê bicîh kir.

Ya herî girîng jî, PKK dixwest ji nakokiyên di nav dewleta Tirk de heyî, sûd werbigire. li ser nakokiya di navbera AKP û cemaeta Gulen de lîst. Tê zanîn ku bi rêya nûnerê cemaeta Gulen yê li Silêmanîyê nameyek ji Cemîl Bayik re hate şandin, û têkilîyên Gulen û PKK dest pê kirin. Di heman demê de rêveberê PKK ê berpirsê xebata Rojhilata Navîn Riza Altûn li Silêmaniyê bi Cemaeta Gulen re hevdîtin kirin.

Va hemû pêşketina di sala 2014 an de li Cizîrê PKK ber bi kolana xendeka ve bir. PKK bi artêşa dewletê re şer nedikir, wan bi polîsên AKP ê re şer dabû destpêkirin. Heya Duran Kalkan diyar kir û got “ger artêş li qereqolê rûne û nekeve nava şer, em ê bi wan re qed şer nakin” û da zanîn ku tenê armanca wa hêza polîsan e. PKK ê bi vê armancê ve dixwest vê bibêje: em ne dijî artêşa dewleta Tirkîn, em dijî Hikûmeta AKP ê û polîsên wê ne.

Li aliyê din Erdogan, dît ku pêvajoya çareseriyê wekî ku wî dixwest nameşe. Wî hesab nekiribû ku PKK dê bikaribe di vê astê de bi cemaeta Gulen re têkildar be. Wî her wiha dixwest li Sûrî û Rojava leyîzek mezin bike. Di destpêka pêvajoya çareseriyê ya bi PKK ê re, Erdogan we difikirî ku ew Kurdên bigire pişt xwe û Sûrîyê destxwe bixe. Ev plan wekî ku Erdogan dixwest neçû. Wî ji wan hêvîyên ji pêvajoya çareseriyê dikir in de baş encam nestandibû.

Pêvajoya çareseriyê bib girêka lingî. Her du alî difikirîn ku ew dikarin di pevçûn û kaosê de bêtir sûd wergirin. Di Tîrmeha 2015 de, her du aliyan xwestin pêvajo bidawî were.

PKKê di 11 ê Tîrmehê de ragihand ku wan agirbesta bidawî kirîye. Erdogan di 17 ê Tîrmehê de got ku ew peymana Dolmabahçe nas nake. 20 ê Tîrmehê de li Pirsûsê Qetlîam çêbû. Di 22 ê Tîrmehê de, du polîs li Ceylanpinar kuştî hatin dîtin. PKK ê qebûl kir ku ew bûyera Ceylanpinar ê hêzên wan kirine. Şeva 23-24 ê Tîrmehê, balafirên Tirka êrîşek hewayî ya mezin li ser PKK ê pêk anî.

Êdî her du aliyan jî berê xwe da vî şerî. PKKê bi şerê xendeka, dewleta Tirk jî bi teknîkê dest bi şer kir. Belê, wekî ku em dizanin, pêvajoya çareseriyê dawî bû, lê hevdîtin jî bi temamî nehatin rawestandin. Hevdîtina ne rasterast, lê heya roja me ya îro jî berdewam kir.

Heke encamê bi kurtî vebêjîn. Herdu aliyan div ê pêvajoyê de çareseriyek mayende li gorî berjewendî yên xwe ne dîtin. Herdu aliyan jî rêbaza siyaseta çekdarî tercîh kirin.

Encamên bidawîkirina pêvajoya çareseriyê:

PKK ê bi şerê xendekan kavilbûnek mezin bi bakûrê Kurdistanê da jîyan kirin. AKP jî qulipî nava alozîyekê ku nikaribe kontrol bike. Ger Pêvajo bidawî bibe hilweşîn, ger berdewam bike kaos çê dibe. Lê AKP ne dewlet bixwe ye. Hilweşandina AKP ne yê wate ya rûxandina dewleta Tirkiyê.

Bi kurtahî; yê wenda kirî gelê Kurd û wargehên Kurdistanê bûn. Di encam de, pirsa here rast ku were pirsîn ev e; Li şûna ku mirov bipirse kî pêvajoya çareseriyê xilas kir, pêwîste ev were pirsin “ka çareseriya rastîn çi ye, kî dikare çareseriyê rast ava bike”. Ji ber ku agirbestên ku ji sala 1993 an û vir ve hatine pêşxistin û lêgerîna çareseriyan ji ber ku bi mirovên çewt û nîqaşên bêwate çi encam derneketin.

Pêvajoya çareseriyê, ya ku Erdogan di 28 ê Kanûna 2012 an de ragihandibû û gotibû, “Em li girava Imralî bi Evdila Ocalan re hevdîtinê dikin,” ji ber mebestên çewt, hesabên cûda û çareseriyên neguncaw bi ser neket. Herdu aliya bi hevra pêvajo bi dawî anî.

Pustên heman beş