Max Kruse bi Kurdî teklîfa zewacê li dergistiya xwe kir

Max Kruse bi Kurdî teklîfa zewacê li dergistiya xwe kir

Futbolîstê Almanî Max Kruse yê 33 salî ku niha bi tîma niştimanî ya Almanyayê re beşdarî di Olîmpiyada Tokyo de kiriye, di weşaneke zindî de bi Kurdî pêşniyara zewacê li dergistiya xwe kir.

Max Kruse piştî serkeftina tîma wî li hember tîma Erebistana Siûdîyê li nav stadyumê bi tîşortê nivîsa kurdî ya ‘Ji te hez dikim, dixwazim bi min re bizewicî’ tekflîfa zewacê li evîndara xwe ya Kurd Dilara kir.

Hesaba twitterê ya kanala DW Sport jî di twittekê de ragihandiye, dergistiya wî teklîfa zewacê qebûl kiriye, lê ti hûrgilî aşkere nekiriye.

Nasnameya dergistiya Max Kruse wek Dilara hatiye ragihandin û tê gotin, keçik ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.

Vîdyoya ku Max Kruse teklîfa zewacê bi kurdî kir li ser medya civakî gelekî populer bû û hê jî tê belavkirin.

Pustên heman beş