Lahor Cengî dîwarê ser cemedê

Ev nêzîkî 15 roj in ku Lahor Cengî ji hêla Polîtburoya YNK ê ve ji kar hatîye girtin. Gelê başûr sedemên ji kar girtina Lahor û pratîka wî pir baş dizanin. Ji bo vê yekê, ji bilî berjewendî perestên dora wî hevkar û medyaya wî, tu rojevek taybet li ser Lahor Cengî tune ye. Lê yên ku dixwazin meselê germ bikin û bixin rojeva kurdan jî ne kêmin. Her weha tiştê balkêş ewe ku yên viya dikin ewin yên ji desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê aciz û dijber.

Di vê mijarê de serkêşiya vê komê PKKe dike. Her çend PKKe xwe wekî derveyî mijarê nîşan dide jî, wusa dixuye ku layingirên PKKê di medya civakî û komên nêzîkî PKKê bi taybetî hatine wazîfedar kirin. Ji ber ku mijarek bi berdewamî li ser Lahor Cengî tê manîpulekirin. Bi taybetî, ev derdor bi nivîsandina meqalan bi zimanên biyanî hewl dide ku bandorê li ser raya giştî ya biyanî bike. Di van gotaran de, dibêjin ku Lahor Cengî ji aliyê Tirkiye û Iranê ve nayê hezkirin, Lahor Cengî ji aliyê jin û ciwanan ve tê piştgirî kirin û Lahor Cengî piştgirî dide beşên din ên Kurdistanê. Bi taybetî li Rojava, welê tê propagande kirin ku bi alîkariya Lahor li wir pir tiştên mezin hatine kirin. Ji bo ku vê rewşê xurttir bike, wêneyên Lahor Cengî û birayê wî Polat Cengî yên ku bi fermandarê QSD ê Mazlûm Ebdî re hatine kişandin pir têne servîs kirin. Lahor Cengî hema hema weke kesayetek pir dîyarker ê şoreşa Kurdistanê tê nîşandan. Lêbelê, di rastiyê de, Lahor Cengî keseke ku ji şert û mercan sûd wergirtiye û sifatek sîyasî bi xwe vekirîye. Hêzên taybet yên YNK ji bo şexsê xwe perwerde kiribûn û ew wek hêzeke paramîlîter bi kar di anî. Dema ku kêrî berjewendiyên wî ba wî ev hêze ji bo Iran û hêzên cûda jî, bikar di anîn. Lahor Cengî ne kesayetek siyasî ye. Ew mafya siyasî ye. Yên ku dibêjin Başûrê Kurdistanê dê bi Lahor Cengî demokratîk bibe, ewin yên ku ji vî mafya yê siyasî sûd ê werdigirin.

Ya rast eve ku hêj tevahî xiyaneta Lahor Cengî û grûpa wî ya li dijî gelê Kurd kirî, baş nehatîye eşkere kirin. Xiyaneta Lahor Cengî hew qas mezin e ku bi wêneyên Mazlûm Ebdî û Kobanî ve nayê paçivandin.

Divê rola Lahor Cengî di dagirkirina Kerkûkê de qed ne wê jibîr kirin. Li Kerkûkê plana sereke ew bû ku Pirdê bigrin û rêya di navbera Hewler û Silêmaniyê de bixin bin kontrola xwe. Gava ku ev plan pêk were wê demê statuya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê hête betal kirin. lê ev plan pêk nehat. Tevî hemû astengiyan, dema ku hikûmeta 9emîn a Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Mesrûr Barzanî de hat avakirin, vê carê ev plana hilweşandina Herêma Kurdistanê li Kerkûkê kûrtir û bidizî ve pêk hat. Lahor Cengî û ekîba wî bi hevkariya dewleta Iraqê û pêkhateyên wê ji bo neyarîya Herêma Kurdistanê çi pêwîst bû ew kirin. Bi gotinek hêsan, di 19ê Adarê de, dadgeha Federal a Iraqê biryara di berjewendiya Iranê de derxist, ku endamên olî jî beşdarî lijneya dadgehê bibin û hate erê kir. Di heman biryarê de, îbara Nûnerê Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federal hate rakirin û li şûna wê îbara Nûnerê Herêman hat bicihkirin. Hemû partiyên siyasî yên ku dixwestin mafên aborî yên herêma Kurdistanê werin sînordar kirin, bi Lahor Cengî re tifaq kirin.

Armanc û berjewendiyên wan layanên sîyasî yên Lahor Cengî birêve di bin li hêlekê. Lahor dixwast şûna hebûna Kurdistanê ya Qanûnî, sazwerî û meşrû desthilata xwe damezrîne. Ev ne tenê ji bo YNK xeternak bû ev ji bo her çar parçên Kurdistanê metirsîyek mezin bû. Ev plansazî hê jî bidawî nebûye tenê ev “kurmê darê” kêmek ji sîyasetê hatiye paşvedan.

Xaleke ku her kes bizane heye ew jî: nêzîhev bûyîna YNK û PDK ango hevkariya wan di berjewendiyên hemû Kurdan da ye. Tewazina va her du partîyan di warê navdewletî de Kurd dane naskirin. Hilweşandina van destkeftên netewî xîyaneta herî mezin e ku li gelê Kurd were kirin. Bihêzbûna Herêma Kurdistanê bihêzbûna hemû Kurdane. Ev yek bi piranî ji bo rojava derbasdar e.

Piştî xiyaneta 16 ê Cotmehê ya grûpa Lahor Cengî li Kerkûkê, endama Konseya Serokatiya PKK ê bi navê Zilar Stêrk di bernameyeke televizyonê ya ku ew beşdar bibû de got: “Xeta PDK li Kurdistanê winda bû, xeta PKK bi ser ket.” Bi devkenî bû dema ku ev peyvene digotin û kêfa wan dihat, bi rastî xiyanetek mezin bû li dijî Kurdan. Ew ji bo Kerkûkê kêfxweş bûn, lê piştî demek pir kin, vê carê Efrîn winda kir, Serêkaniyê û Girêspî winda kirin. Ya ku em dixwazin bêjin eve. Destkeftên Başûrê Kurdistanê, ango wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bingeha destkeftên piştre ye. Li ser hilweşandina wî bingehî çi dîwar nayên avakirin. Her weha, dijmin dîtina avakerên vî bingehî, şêwazek din a dijberiya Kurdistanê ye. Têkoşîna PDK hucreya bingehîn a têkoşîna serxwebûna Kurdistanê ye. Hewildana tunekirinê tê wateya hewildana têkbirina tekoşîna Serxwebûna Kurdistanê. Rexne kirina tişteke, lê belê hewildana ji holê rakirinê û neyartî tiştek e dine. Hemû kesên dijminatiya têkoşîna serxwebûna Kurdistanê dikin di heman dem de dijminatiya kevneşopiya Barzaniyan û Barzanî jî dikin. Ango bi rasterast newêrin bibêjin em dijî serxwebûna Kurdistanê ne lê li ser vê nîyetê dijminatiya Barzanî û Herêma Kurdistanê dikin. Ji ber vê sedemê, li hundir û derve gelek caran êrîş tên kirin. Di van êrîşan de, vê carê Lahor Cengî wek lîstikvan derxistin meydanê. Bi rastî mebesta Lahor Cengî ne sîyasî ye ew tenê her tiştî ji bo xwe bike hêz feda dike.

Lahore Cengî ji bo ku xwe bigihîjîne vê hêzê çavsorî yek mezin nîşan da. Berî her tiştî, wî hemû deriyên sînorî yên li herêma Silêmaniyê dest xwe xistin ji bo ku ji aliyê aborî de xurttir bibe. Budceya deriyên sînorî ji hikûmetê re nehat şandin, Lahor Cengî deriyên sînorî veguherandin şebekeya qaçaxçîtiyê. Ji sala 2018’an û vir ve dahata van deriyên sînorî kuve diçe nayê zanîn. Wekî din, ya giringtir, Lahor Cengî rêyên narkotîkê organîze kir da ku hêza xweya darayî zêde bike. Xeteke tiryakê ji Iran-Silêmanî-Kerkûk-Mehmûr-Mûsil-Şingal û Rojava-Sûriyê re hate avakirin. Bi vî rengî tiryak xiste nava sûkê. Bê guman, hêjayî gotinê ye ku hêzên PKK û Heşda Şabî jî li ser vê xeta tiryakê hevkar û şirik bûn.

Hevkariya siyasî ya hersê deste birayan Heşda Şabî, PKK ê û Lahor Cengî jî aliyek xwe yê aborî yê wusa jî heye. Ji ber vê yekê, dê ne xelet be ku ev her sê hêz çavdêrîya êk bikin.

Yên ku bi rastî dixwazin di nav YNK ê de reform û guherînekê bikin, divê ewil kiryarên nebaş yên ku Lahor Cengî kirine derbixin holê. Mijarên wekî gendeliya aborî, şandina çekên qaçax ji balafirgeha Silêmaniyê, şirketên şantajê û hwd. Ew Ciwanên 20 salî yên ji Silêmaniyê, ji ber veqetandina PKK’ê hatin kuştin, heta niha lêpirsîn lê nehatiye kirin û ev cînayetên siyasî nehatine zelal kirin. Hin kesên Bakûrî û Rojhilatî li Silêmaniyê winda bûn. Wekî din, mijarên civakî yên ku wijdana raya giştî diêşînin, wek mînak rola birayê Lahor Cengî di kuştina xêzan û zarokê rojnameger Amanc Baban ve girêdayî, divê werin lêpirsîn û raya giştî bê agahdarkirin.

Dema ku ev hemû rastî derkevin holê, derewa ku dibêje “Lahor Cengî siyasetmedarek Kurd ê xwedî soz e ku piştgiriyê dide Rojava” derdikeve holê û diyar dibe ku Lahor Cengî tenê mafya yek sîyasî ye.

Pustên heman beş