KCK ê banga şer li dijî PDK ê kir

KCK ê banga şer li dijî PDK ê kir

Di daxuyaniya ku duh li ser navê Konseya Rêveber a KCK ê hat weşandin de li dijî PDK û Hêzên Pêşmerge îlana şer hate kirin. KCK ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ewê di demeke nêz de êrişeke berfirehtir li dijî hêzên Pêşmerge bikin.

Rêxistina PKK-KCK ê ji sala 2019 an û vir ve şerekî di asta daketî, li dijî Hikumeta Herêmê û Hêzên Pêşmerge dimeşîne. Heta niha 9 pêşmerge ji aliyê PKK ê ve hatine şehîd xistin. Bi dehan Pêşmerge birîndar bûne Wekî din, 7 teqemeniyên ku PKK ê di şeş mehên dawîn de tenê li herêma Behdînan li ser rêya sivîlan danîbûn, hatin ji nav birin.

Gelo KCK-PKK ê kariye Kîjan operasyona Tirkiyê asteng bike?

Di daxuyaniya KCK’ê de hat îdîakirin ku gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike û operasyona hev belav dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Eger PDK neketiba nava hewldanên ku gerîla mijûl diken û nahêle gerilla dijî artêşa tirk şerekî bi bandor bike gerîla wê dewleta Tirk mîna operasyonên berê bişkanda û mecbûr bikira ku paşve vekişyabaye.”

KCK îdîa dike ku artêşa Tirk a ku di mehên dawî de têk çûye, ji aliyê PDK û Pêşmerge ve hatiye rizgarkirin. Lêbelê, çavdêrên leşkerî û siyasî, bîlançoya şer diyar dike ku PKK di dîroka xwe ya leşkerî de di rewşa herî têkçûyî de derbas dibe. Rewşa dîyar a herêmê û wendahîyên rêveberên payabilind ên PKK’ê têkçûna PKK’ê ya di qada leşkerî de piştrast dike.

PKK êdî nikare li çiyayên Bakurê Kurdistanê hereket bike. Nêzîkî 5 salan e ku li Bakurê Kurdistanê çalakiyek biçûk jî nehatîye kirin û zarbek li artêşa Tirkiyê nehatiye xistin.

PKK li bakur bêhêz û bê bandor bûye. Di her eyaletekê de tenê çend kesek nîv sivîl ji bo tovî mane. PKK ew rewşa leşkerî ya xerab ku li Bakur jiyan dike, li başûr jî jiyan dike. PKK ji sala 2018 an û vir ve di hemû operasyonên artêşa Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê de şikestin xwariye û baregehên xwe ji dest dane. Artêşa Tirk ketiye hemû herêmên ku berê wekî herêmên Parastina Medya bi nav dikirin. Deverên PKK têde desthilatdar bû hemû radestî artêşa Tirk hatin kirin. Di operasyonên ku artêşa Tirk li dijî Heftenîn di sala 2020 an de pêk anî de, PKK ê îdîa kir ku artêşa Tirk têk çûye. Lê belê artêşa Tirk niha li Heftenînê hemû nuqteyên stratejîk bi dest xistine û baregehên xwe têde ava kirine. Di operasyona Tirkiyeyê ya xeta Metîna Avaşîn a di sala 2021’an de pêk hatî de jî, PKK ê girên stratejîk û piraniya deveran terikandin. Herêmên parastina medya îro ji bo PKK ê bûne deverên Bakur û nikarin têde bijîn.

PKK her hefte dîmenên çalakiya li dijî artêşa Tirk di Gerîlla TV de diweşîne. Ev wêneyên ku têde ne diyare ka leşkerên tirk mirine yan na, bi piranî ji bo propagandayê ne. Ew hewl dide ku bi van vîdyoyan girseya xwe liser linga bigire. Piraniya van vîdeoyan jî arşiv in. Gelo heke em we bihesibînin ku PKK rojane bi dehan leşkerên tirk li qaşûra, Zap û Heftanînê dikuje jî, ev nayê wateya têkçûna dewleta Tirk û ne jî serketina PKK ê nîşan dide. PKK bi navê gerîllayê xeyalet teqekî demkurt dike û deverê ji bo artêşa Tirk dihêle û diçe. Peyre jî bi navên mezin xwe weke Bazên Zagros ê, Cenga Heftenînê û hwd bi nav dike. Lê di rastîyê de ne ceng heye û ne jî Baz. PKK e Hemû şerî li ser pişta ragihandina xwe dimeşîn e.

Ji ber vê yekê PKK vê têkçûna xwe ya leşkeri nikare bi PDK û Pêşmerge ve îzah bike. Wekî din, ev di warê taktîkên şer de ne mumkîne. Ji ber ku artêşa Tirk ne ji hundirê Başûrê Kurdistanê pêşva diçe belku li deverên destê PKK de pêşdikeve. Ango, azadiya PKK ya ajotina motorsîkletê li kolanên gundên Şêladizê nikare di şerê li dijî artêşa Tirk de rol bilîze.

Ji ber ku PKKe xaka başûr perçe perçe radestî dewleta tirk dike û artêşa tirk hema hema ji hemû sînoran 45 kîlometran ketiye nava axa başûr de, ji ber vê sedema xeternak Hikûmeta Herêma Kurdistanê daku rêgirîyê li pêşvehatina her du hêzan (Tirkiyê û PKKê) bigre û nehêle nêzî bajaran bibin, pêşmergeyên Kurdistanê li wan navçeyan bicih dike. Ji ber ku PKK her sal beşek erdê Başûr radestî dewleta Tirk dike û payre jî gav bi gav ber bi kûrahiya Herêma Kurdistanê ve diçe. Kesê ne gotîye PKK ê tu çima li Ermûşî, Dalanperî, Şetûnisî an jî geliyê Pisaxa yî. Lê em dibêjin çi şulê te li nava Dêralok, Şêladizê, Amêdiyê, Dîyana û Zaxo heye. Heger te nekarî be xwe li çiyayên Zagros an biparêzî wê çawa xwe li nava bajaran ango nav zarok, jin û kala biparêzî? Vêca ne hewceye bi xeşîmê rabî “Cot î nîşanî Çotkarî bidî”.

Perdeya nepenîtiyê li ser daxuyaniya Karayilan e

Di daxuyaniya KCK’ê de ji her kesî tê xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin xwedî helwest. Lê belê, di daxuyaniyê de qet qala teklîfa dewleta Tirk a PKK ê re kirî ku “şer li Başûr bike” nehate kirin. Rêveberê PKK ê Murat Karayilan di 10’ê Tîrmehê de got ku “Dewleta Tirk teklîf ji wan re kirî ye û ji wan xwastiye ku şerê li Bakurê Kurdistanê rawestînin û li parçeyên din ên Kurdistanê şer bikin”. KCK û saziyên din ên PKK di derbarê hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û PKK de tu hurgiliyên din nedan. PKK e ev 5 sal e li Bakurê Kurdistanê şer nake. Lê şer li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav dike. Li vê rastiyê mêze kirin, tê dîtin ku di navbera dewleta Tirk û PKK ê de peymanek heye ku şer li Başûrê Kurdistanê berfireh bikin.

Êrîşa Konya yê û daxuyaniya KCK ê

Demê daxuyaniya KCK ê jî pir manîdare. Ev Daxuyaniya KCK ê hê 24 saet li ser kuştina 7 Kurdan li Konyayê di êrîşa nijadperestî de nederbas bî, tê dîtin ku PKKe dixweze rojeva Kurdan berevajî bike. Ji ber ku daxuyanî di pêvajoyeke ku Tirkiye bi hemû hêza xwe ve êrişî ser Kurdên sivîl dike û dixwaze komkujî li ser kurdan bimeşîne PKK e di vê derazînka hestîyar de dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bangrwazîya şer dike.

Pustên heman beş