Xwezî mirov pêlavek ji rûyê Kalkan Hebûya

Xwezî mirov pêlavek ji rûyê Kalkan Hebûya

Simko Ebdulezîz

Beşa: 1

Ziman biçe, her tişt bê wate dibe, netewe û ax bi siloganên pûç nayên parastin, ev mijar bas li rû qayîmîya Duran Kalkan dike, ew bi t awayî zimanê Kurdî bi tiştek ne esas ji bo kurd û kurdistanê dibîne.

Duran Kalkan yêk ji rêveberên rêxistina PKKê ye, wî bi temena xwe 50 sal derbas kirine û piraniya vê temenê li gelî, newal û çiyayên Kurdistanê borandine, lê heya roja me ya îro nizane bi kurdî bi peyve û axaftina wî a ewl û dawî parastina netewe ya kurd e.

Min xwest ji vî neberêzî re bibêjim heger rast be tu ew qas xemxorê millet, çand û kiltûra kurdî û parastina xaka kurdistanê yî, ew çi sedeme ku nehiştî tu ji zimanê kurdî bizanibî û fêm bikî?

Duran Kalkan tu min nas dikî û ez jî te baş nas dikim, gelo me çi qas birayên tirk hebûn ku roja ew tevlî rêxistinê bûyn tu tiştek ji zimanê kurdî fêm nedikir, lê belê niha ew kurdîyek baş dizanin? Gelo sedem çine ew tirk fêrî zimanê kurdî bûy û niha roman û helbestan bi zimanê kurdî dinivîsînin, lê heya îro tu ji kurdiyê fêm nakî û nizanî pê bipeyvî, yan binivîsînî? Heger te hest yan fikir hebe çima ji xwe napirsî? Herî kêm ji boy şerma dinê û peçinîna stratejîya gemar a xwe û rêxistina xwe ji zimanê kurdî hez bike û bizanibe.

Li bîra te ye li salên 90an li deşta Bekkayê min ev pirs ji tekir û ji te re go: “parastina ziman ji parastina axê girîngitre”, te go heval çawa girîngtire? Min go: “heval Kalkan ger ziman tune bû wê pirr zehmet be mirov bikare ziman vegerîne û hin mînakên cîhanê ji tere bas kirin? Heger ax biçe her wexta mirov hêzek leşkerî hebe wê bikaribe wê axa bin dest vegerîne û mînakên devera Çelê û Şirnexê ji te re anîn.

Li bîra teye dema ku te xwestî di vê nîqaşa me de xwe rast derxî û te banga berpirsyarê çand û hunerê kir û te xwest ew li ser vê nîqaşa me bibe dadwer? Lê tişta ecêb ew bû ku berpirsyarê çand û hunerê ji zimanê kurdî nedizanî û fêm nedikir!, min jêre go: “heval felsefeya esas ya çandê çî ye? Wî go parastin û geşkirina zimanî ye, min go ger wilo be çima tu berpirsyarê çand û hunerê û ji kurdiyê fêm nakî”? Wî go biçe vê pirsê ji serok Apo bike, wî ev erk bi min sipartiye ji xwe serok dizane ku ez ji kurdiyê fêm nakim, li wê demê min go rexna min li serok Apo jî heye ku zimanê kurdî nizane û girîngiyê pê nade.

Li bîra teye dema tu pir hêrs bûy û te go: “çewa serok rexne dikî û jêre dibêjî ew girîngiyê bi zimanê kurdî nade? Min go: “heval Kalkan, heger serok zimanê kurdî bi girîng hesab kiriba, ji çar holên perwerdeya kadroyan de li dola Bekkayê tenê yêk bi zimanê kurdî nedibû!, li wê hula tekane jî ku kadroyên başûr, rojhilat û rojava têde bûn, waneyên zimanê Tirkî dihatin xwendin, lê belê li holên Tirkî waneyên zimanê kurdî tune bûn.

Li bîra te ye min go: em dixwazin li wan hulan jî ders bi zimanê kurdî bê xwendin ji bo ku heval zimanê kurdî nas bikin û bizanibin.

Li bîra teye li ser vê rexna min, we dema mehekê ez xistim di zîndanê de û paş ku min cezayê xwe stendî, we ji min xwest ez rapora xwe rexne kirinê binvîsînim û têde bibêjim ku ez şaş bûme û nabe ez serok û sitratîcîya rêxistinê rexne bikim û ez hêjan zarokim.

Heval Kalkan niha êncam diyar bûne ka kî şaşe û kî raste, îro Partîya Karkerên Kurdistanê sedema sereke ye ku li bajêrek mîna Amedê ku paytexta Kurdistanê ye û tenê rêjeya 7% ji nîşteciyên wê bi zimanê kurd di axvin, herweha tev çivînên Qendîlê bi zimanê Tirkî ne.

Evca bila her kes behsa netewe bûn û parastina kultûr û xaka kurdî bike, tenê tu û rêxistina xwe nekin, lê belê em çi bikin yaw, de bila mirov pêlavek ji rûyê te hebûya.

Pustên heman beş