Mamê çîrokfiroş

Mamê çîrokfiroş

Mam Ferhad li gundekî mezin yê Kurdistanê li gel malbata xwe dijî, piyawekî çîrokzan û rewanbêj û rûxweş bû, hemû kesan jê hezdikirin, ta radeyekê karî bû bi kurd binivîsîne û bixwîne.

Mam Ferhad bi zarokbûna xwe hogirî çîrokan bi bû, ji dapîr û bapîr û ji jinan û piyawên gundê xwe û gundên nêzîka gundê xwe bi dehan hîkayet û çîrokên filiklorî û millî yên resen ji wan wergirti bû, gelek caran ew çîrok jibo zarokên gundê xwe digotin û xweşî dixist dilê wan.

Mam Ferhad û Meta gulçînê xêzana wî٫ keç û kurekî wanî ciwan û zîrek hebû, li qutabxana gundê xwe qonaxa xwendinê ya seretayî tewaw kirin. lê qutabxan navendî li gundê wan nebû, û jibo keç û kurê xwe bi xwendin bidin, çêlek, bizin û mihên xwe firoştin û li şarê Silêmaniyê xanî kirê kirin û li Slêmaniyê niştecî bûn.

Keç û kurê xwe li qutabxana navendî tomarkirin  û xwendina xwe berdewam kirin.

Mam Ferhad maweyekê bi dû kar de geriya, lê hîç karek bi dest neket, fikirî ku dibê karekî bike bo dabînkirina pêdviyên jiyana xêzana xwe.

Meta Gulçînê: piyawê malê, xerciya me berve kêmkirinê de dere.

pêwîste tu karekî bibîne.

Mam Ferhad: karek di bîra min de heye … ez bi niyazim sibehê ez ezmûn bikim.

Meta Gulçînê: çi kar d bîra te de ye?

Mam Ferhad: di bîra min de ye ez rojê çend çîrokan ji çîrokên xwe bifrişim.

Meta Gulçînê: bi ken çîrokan difrşe?! veca kî yê çîrokan ji te wergre û bikire?

Mam Ferhad: zarokên gerekên şar, ez ê bifroşim wan.

Roja din piştî nîvro Mam Ferhad çû kolaneke qelebalix li gerekeke Silêmaniyê.zarok pir ji derve bûn, û çend jin li ber devê deriyan bûn.

Mam Ferhad: bi dengekî bilind: çîrok …çîrok …

Jinekê: mam tîroka dfrişe? ê kanî tîrokên te!(tîrok ew darê pê nanê tîrê çê dikirin).

Mam Ferhad: na xûşke giyan, ne tîrok … çîrok û hîkayetan difrişim.

Zarok lê kom bûn: mame giyan, kanî çîrokên tê?!

Mam Ferhad: dest bir bi aliyê serê xwe de û got:

Zarokno, çîrok di vir de ne. zarok pê ji kena fetisîn. berî anha tiştên wisa bi ber guhê wan neketi bû.

Mam Ferhad: eger her yek ji we biçe cem dayika xwe û hindek pere bîne, wê çîrokekê werbigre. bêhtir pê dikenin.zarok çûn cem dayikên xwe pere hênan û dan mam Ferhad û li dora wî rûniştin û bi ciwanî lê guhdar kirin.

Mam Ferhad: çîrokeke Komîdî xweş ji wan re got, zarok pir pê kêfxweş bûn û keniyan.

Zarok: mamê çîrokfiroş, sibeynê jî we re. em çîrokeke din ji te digrin.

Mam Ferhad wê rojê li sê kolanên wê gerekê, sê çîrok firoştin zarokan, û perakî baş bi dest ket, ji wê şevbuhêkê de zarokan ban dikirê Mamê çîrokfiroş û wisa hate naskirin.

Mamê çîrokfiroş hate malê û pere dane Meta Gulçînê û got: Gulçîn xan van pera werbigre, sibê ez ê bazareke baş bikim.

Meta Gulçîn: Ferhad giyan, ev pere li ku bûn?

Mam ferhad: ma min negot ez çîrokên xwe difroşim. ev perê firoştina sê çîrokên min in.

Ji wê rojê de, Mam Ferhad riya xwe bi her kolanekê dixist, zarokan bi kêfxweşî ban dikirin: were … were mamê çîrokfiroş. em ê çîrokan ji te bikirin.

Di maweya salekê de, Mam Ferhad pereyên baş bi dest ket, pirtûkxaneyek vekir, li gel çapxaneyekê jî rêkewt, her carê çend çîrok ji çîrokên xwe çapdikirin û belav dikir, di maweyeke kêm de ew difroştin. pirtûkxane jî firehtir kir.

Pirtûkkir pir bûn bi zanebûn. keç û kurê wî jî li zankoya Silêmaniyê hatin qebûl kirin.

BE SINOR

Pustên heman beş