Sindoqa Reşa PKKê li Şengalê hat hedefkirin

Balefirên Tirkiyê îro li yek ji taxên Şengalê êrîşeke asîmanî encam da û berpirsekî herî mezin ê PKKê yê bi navê “Seîd Hesen Seîd” di trumbêla wî de armanc kir û ew kuşt.

  • Gelo ev kes kîye û çima Tirkiyê ew hedef kir?

  • Girîngîya wî li cem PKKê û heşda Şebî çî ye?

  • Rola wî di komkujiya gundê Koco de çi bû?

Di vê rapora pêgeha “Darka Mazî” de, emê bi dukomênt dosîya wî bixin ber çavan.

Balefireke bê pîlot ya artêşa Tirkiyê, îro 16/8/2021an, li dema nîvrojê, erebeyeka ji corê «Toyota land Cruiser» bi hejmara Silêmaniyê li navenda Şengalê bordoman kir, êrîş li ser cadeya bazar pêkhat û di encamê de, kesê bi navê «Seîd Hesen Seîd» fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê baskê PKKê li Şengalê li gel birazîyê wî yê bi navê îsa Reşman Hesen û dû kesên din kuştin.

Pêgeha Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên Başûrê Kurdistanê agahiyên herî taybet li derbara Seîd Hesen bi dest xistine kanê bi tu awayî bi fermana rêxistina PKKê ji bo xizmeta Heşda Şebî li dijî gelê êzdî û hêza pêşmergehan xebitîye, herweha bûyera pêşî girtina wî li rizgarkirina şêniyên gundê Koco berîya komkujiya 15 Tebaxa sala 2014an.

Seîd Hesen kî ye:

  • Nav: Seîd Hesen Seîd Xizir.

  • Ol: êzdî, ji Hoza Hebaba.

  • Gund: ji gundê Zumanê girêdayî Şengalê.

  • Mezintirîn berpirsê êzdîyê Îraqê ye li nava PKKê.

  • Li 9/4/2003ê tevlî refên PKKê bûye.

  • Keça wî li sala 2017an bi bordomana balefirên cengî yên Tirkiyê li Qendîlê hatîye kuştin.

  • Bavê 5 zarokane.

  • Di nava PKKê de bi kod navê Bahoz tê nas kirin.

  • Berpirsê îstixbarata PKKê bû li Şengalê.

  • Endamê serkirdatiya Partîya Azadîya Demokratîya Êzdî PADE ya girêdayî PKKê ye.

  • Rêkxer û hemahengkarê serekî ye li nêvbera rêxistina PKKê û Heşda Şeibî.

  • Berpirsê karûbarên siyasî yê yekîneyên berxwedana Şengalê YBŞ’ê ye.

  • Girîngiyeka mezin li cem rêxistina PKKê û heşda Şebî hebû.

  • Kerb û kîneke mezin li himberî gelê Kurdistanê û hêza pêşmergehan hebû.

Çima Seîd Hesen ji komkujiya Koco berpirsyare?

Li gorî agahiyên taybet yên ku pêgeha me li başûrê kurdistanê bi dest xistine, li serdema êrîşa DAIŞê ya li ser gundê Koco ku li roja 8 Tebaxa 2014an û dema terorîstên DAIŞê gundê Koco xistiye dorpêçê, li wê demê hêza pêşmergehan û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi alîkariya Amerîkîyan li rêyekê di geriyan ku şêniyên gundê Koco rizgar bikin.

Li 10î Tebaxê hêzeke pêşmerge ji saziya Dije Terora Kurdistanê bi alîkariya Amerîkîyan pilanek ji bo rizgar kirina şêniyan dana, lê belê wexta ku PKKê zanî şêniyên gundê Koco wê werin rizgar kirin, rasterast Telîmat ji Seîd Hesen re şandin ku pêşiyê li vê plana pêşmergehan bigre.

Plana pêşmergehan û Amerîkîyan ev bû:

Hêzek bispor ji pêşmergehan ji saziya dije terora Kurdistanê bi hemahengî û alîkariya hêzeke Amerîkî ji yekîneyên «Marines» wê bi balefirên kopter yên bi navê «Chinook» derbasî Koco bin û şêniyên gund ji dorpêça DAIŞê rizgar bikin, biryar ew bû plan li şeva 10 ser 11 tebaxê were cî bi cî kirin.

Seîd Hesen her rast bi Telîmat û piştgiriya PKKê li roja 11 Tebaxa 2014an, hinek şêniyên êzdî yên ku li çiyayê Şengalê diman xapandin û ew îqna kirin ku xwepêşandanekê li dijî hêza pêşmergehan û Amerîkîyan encam bidin, ev hewla PKKê encam girt û bi sedema xwepêşandana awareyên Şengalê Amerîkîyan xwe ji planê vekşand û ev yêk bû sedem ku şêniyên Koco di dorpêçê de bimînin û roja 15 Tebaxê DAIŞê ew qetilam li wir pêkanî.

Armanca PKKê û Seîd Hesen ji komkujiya Koco çi bû?

Rêxistina PKKê wexta zanî ku hêza pêşmergehan ji boy rizgar kirina şêniyên Koco di tevgerê de ye, pîlan dana ku ev hewl encamê negire, PKKê dixwest qetilam li Koco were encam dayîn ji bo ku piştre bibêje: ev hêza pêşmergehan bû ku nikarî şêniyên Koco rizgar bike, ji bo ku piştre bihêt hikûmeta Başûrê kurdistanê bi qetilamê sûçbar bike, ya rast PKKê ev yêk encam da û di medyaya xwe de bi awayekî eşkere dest bi servîskirina derewan kir.

Rêxistina PKKê li ç demekê berjewendîya gelê êzdî li ber çav negirtîye, belku ew dixwaze Êzdîyan weke metiryalekî ji boy berjewendîya rêxistinê bi kar bîne û bi rêya kesên mîna Seîd Hesen ew xapandine, ev siyaseta PKKê bûye sedem ku heya niha Şengal bibe meydana şer û 80% ji şêniyên wê aware û koçber bimînin.

Pustên heman beş