Cemal li vir tecruba xwe ya dewar dizînê vedgêra û kanê wî li salên notê bi tu awayî telîmat ji boy fermandar û gerîlayên xwe didan ji bo ku bizanin wê keran çawa bidizin, di navbera salên 1997 heta 1999 û 2000ê bi teybet li sala 1998ê Karayilan berpirsê eyaleta Botanê bû, ew dever wek herêmeke leşkerî navçeyên Kelereşê ya Salmasê girêdayî Ormiyê û gundên derdûr û xeta sînor li xwe digre.
Di wan salan de Karayilan telîmat didan şervanên xwe yên weke «Qasim Engîn» û gelekên din yên ku em naxwazin navê wan bibêjin ji ber ku ji rêxistinê qut bûne, biçin hêstir û dewarên Kutola navçeya Salmasê bidizin, navçeya Kutol rêze gundên sinorê nêvbera Bakur û Rojihlat kurdistanê li xwe digre.
Ew hesp û dewar yên xelkê belengaz bûn ku ji bo karê kolberiyê û ticareta basît ya li ser sînor dihatin bi kar anîn û gundîyan wusa debara jiyana xwe dikir.
Bi telîmatên Karaylan ev deware ji ber deriyên malên gundîyan dihatin dizîn û ji bo herêma Botanê, Garzanê, Bidlîsê û derdûra Sêrtê û Batmanê dihatin şandin.
Cemal dewara li ku derê xwedî dike?
Cemal, dinya û alem dizane hûn li Başûrê welat nikarin dewaran xwedî bikin, ji xwe ji mere bibêje ji ber teyarê keşfê tu nikarî serê xwe ji kunên şikeftan derxî, hûn çawa û li ku dewaran xwedî dikin, heger jî raste dewarê we hene, ev bi wê wateyê tê ku têkiliyê we bi balefirên keşfê heye ji bo ku li we nexin.
Heya sala 2017an mumkîn bû hûn bikarin dewaran xwedî bikin, lê belê niha digel pêşketina teknolojîya şer a Tirkiyê û teyarên keşfê hûn nikarin, Cemal ev çi derewin hûn dikin, ji xwe hewe pileya wezîrê bergiryê di rêxistinê de heye qey hûn ji rûyên xwe yên qayîm şerim nakin hûn dibêjin Pêşmerge ji bo ku werin hêstirên me bidizin hatine Metînayê.
Em dizanin hêstira me bi ku derê çûye!
Li bîra weye Cemal, hûn dikarin ji şêniyên rêze gundên nêvbera sînorê Bakur û Rojhilata Kurdistanê bipirsin, wexta li salên notê û heya 2000ê hewe ew qas ker û dewar ji gundîyan dizî giha astekî, dema hêstira gundîyekî wenda bibaye, digo: Wela hêstira me çû, ji xwe em dizanin bi ku derê çû, lê bela biçe!! . Ango gundîya dizanî hêstira wan Cemal dizîye, lew wan dengê xwe nedkir.
Ji xwe em dizanin Cemal beriya tu li ser medyayê derkevî û bi teybet wexta ku tu dixwazî derewekê bikî, tu bi saeta li ber eynikê di şekiftê de dimînî û wê derewê temrîn dikî ji bo ku dema li TV yê derdikevî wê derwê bi awayekî wusa bibêjî ku bi gel bideye bawer kirin.
Ji xwe ev jî hunereke kêm kes hene dikarin bikin, loma tuhmetên wusa ji bo Pêşmergeha çêneke û ji «RÊZÊ BASÎT» daxuyaniyê nede, pêwîstîya Pêşmergehan bi hêstir û dewarên we tuneye, ji xew wan erebeyên zirexê û zirîpoş hene, her wiha Hikûmeta Başûr rê ji bo hemû gund û deran birine, ji xwe ma we ji bîr kir pêwîstîya gundîyan jî êdî bi ker û dewaran tune, ji berku gundîyan ji ber berxwedana we ya saxte gundên xwe berdane.