Di daxuyaniya HPG ê de derewa mezin çi bû?

هه‌په‌گه‌-hpg-pkk-kck

Duh li ser navê HPG ê daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniyê de, nasnameyên 6 gerîlayên li Zendûra Herêma Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, hatin dayîn. Di derbarê sedema gerîlayên jîyana xwe ji dest dayî de jî hinek agahî hebûn. Lê di naveroka agahîyan de derewên mezin cî digirt.

Daxuyaniya HPG ê

HPG ê di daxuyaniya xwe de PDK û Pêşmerge bi kuştina 6 gerîlayan sûcdar kir. PKK ê îdîa kir ku ji ber ku di 5 ê Hezîranê de Pêşmergeyan li Metîna lotkeya Çarçelî û girê Hekkarî girtîye,  fermandariya seha  Metîna-Xabûr mecbûr maye ku planê biguherîne. Û  herwiha HPG  îdîa dike ku ji ber vê yekê ew mecbûr maye ku hêzên xwe ji Zendûra şûnve bikşîne û di vê vekêşanê de van 6 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane.

Lêbelê, sedema vekşîna van çekdaran ne Pêşmerge ye û ne jî bûyera ku hatî behskirin bi wî şêwazî ye. Li gel vê jî, yên li girê Hekkarî êrîş birî ser Pêşmerga û 5 pêşmerge şehîd kirî PKK bi xwe bû. HPG bi nezanîna erdnîgariyê mirovan ji bo xwe bi kar tîne, dixwaze têkçûn û windahiyên xwe bixe stûyê Pêşmergê Kurdistanê.

Geliyê Zendûra û girê Hekarî li kîjan derê ne

Di navbera Zendûra û Girê Hekarî de tu pêwendiya erdnîgarî tune. Dema ku li geliyê Zendûra şer hebe, ew dikare li Girê Hekarî çayê vexwûn, dîlan bigrin û hwd ji berku dengê gulleya negehe serê Metîna. Dûrahiya di navbera van her du deveran de meşa du roja ye. Tu kes ji ber metirsîya girê Hekarî Geliyê Zendûra bernade.

Girê Hekarî tenê li seranserê bajarê Amedîyê ye, bi hewayî 1 kîlometre dûr e. Ango di mesafeta sîlehî da ye. Di navbera Çarçelê -Girê Hekarî û Zendûra de, herêma Berwarî Bala nêzî 200 gundên wê hene. Ji ber vê yekê ew her du dever ji hev dûr û cûda ne.

Zendûra li ser sînorê Bakurê Kurdistanê dikeve, devera Qeşûra dikeve. Li bakurê Zendûra gundên Bakurê Kurdistanê yên wekî Elemûn, Arûş û Ekmal û geremûs hene. Li başûrê rojava rûbarê Xabûr û gundê Nizdorê cîdigre. 2 km dûrî Zendûra, Zinara Kêste ye. Pirsgirêk bi tevahî ji Zinara Kêste dest pê dike.

PKK ê di roja ewil a operasyona (Pença-birûsk) a Tirkiyeyê de, di 24 ê Nîsanê de Zinara Kêste berdan. Di 25 Nîsan de, leşkerê tirkî bilindahiyên Zinara Kêste de xwe bicîh kirin. yekîneya Zendûra wê rojê asê mabû. Ew an nikare biçe bakurê Kurdistanê, û gava Zinara Kêste hate girtin, wan neşîyan biçin wî alî ve jî. Ya rast ev yekîne ji 24 ê Nîsanê ve di nava dorpêçê da ma bûn. Ew di wan tûnelên şer yên ku Qereyilan pir pesnê wan di da, de hatibûn dorpêç kirin.

Gelo tûnêla şer çi ye?

Tûnêla şer, ku HPG pir caran qala wê dike, xapandinek peyvan e. Weke Taktîkeke nû hate dîtin û tê vegotin ku qey  ewê bi vê tektîkê dewleta Tirk hilweşîne. Lêbelê, ya ku jê re tûnêla şer tê gotin berîya 30 salan jî hebûn. Ew ji bo xwe parastin û veşartinê bikar dihat. Ew ne ji bo şerkirinê ye, ji bo xweparastinê, ji bo jiyanê ne. Ew tûnêl hember teknolojîya dijmin a pêşketî ku mirov xwe biparêze têne çêkirin. Ji ber vê yekê, hûn dikarin di tunelek de bi ewle bijîn , lê hûn nekarin biparêzin, hûn nekarin têde şer bikin. Gava ku tûnêl keşif bû pêwîste mirov derkeve.

Ew ne tûnêla şer e, tûnêla mirinê ye

PKK ê jê re digotin tûnêla şer, û di encamê de, bi dehan ciwan jî van tûnêlên şer de hatin îmha kirin. Tenê di sala 2017 an de, du  gerilla yen jin li herêma Ertûş (Kela Ertuş) di tûnêlê de hatin hiştin, û leşkerên Tirk devê tûnêlê girt ev her du jin bi saxî tûnêlê de man. Gelek bûyerên bi vî rengî çêbûne. Tevî vê yekê jî HPG û PKK bi israra xwe di tunelên şer de ciwanan cî dike û ew tûnêl ji wan re di bin gor. Tenê  di sala 2021 de derîyê 5 tûnêlên şer li ser dehan gerilla hatin girtin û ew bi saxî mane di wan tûnêla de û jîyana xwe ji dest dan.

PKK çima viya dike?

Rûtîna van çar salan a dawîn a PKK ê ev e; bi gotina ku her biharê gava operasyon despê dikin PK dibêje dijmin nikare gavekê pêş de bavêje, berxwedanek mezin heye û hwd propagande dike. Lê mixabin di payîzê de tê dîtin ku hemû herêm ketîye destê dijminî de. Dewleta Tirk bi dehan KM sînorê xwe bezandî ye.

PKK îsal jî deverk din radestî artêşa Tirk kir. Û Ew ê payîzê jî bibêje me pir mezin liberxwe da, me dijmin têk bir lê PDK nehişt em dewleta tirk tune bikin. Ev ê propagandayê dikin û wê bikin. Ango, armanca PKK ê bi vê propaganda vala veşartina lawazbûna xwe ya leşkerî ye. Lê armancek din ew e ku tovê neyarî yê di nav Kurdan de biçîne. Bi vê yekê, ew Kurdên ku rastiyê nizanin dê ji hêla rûhî ve ji rêvebiriya siyasî ya fermî û meşrû ya Kurdistanê dûr bisekine.

Derewa HPG ê dereweke biçûk û hêsan bû. Bi pejirandina her kesî wekî nezan û xeşîm, PKK hewl di de ku sedemên wundayî yên xwe bavêşe ser hêzên Pêşmergê Kurdistanê. Lê ev tektîka PKK ê bêhnguh bû ye.

Pustên heman beş