Bi min re bi bêje, te dengê xwe da kîjan partiyê? Ka bêje, tu mîsyonerê kê yî?

D-E-M-turkey election-kurd-sleman-dem-net

Em ê hilbijartinên 31 ê Adarê û encamên wan hêj zêdetir nîqaş bikin. Fenomenê hilbijartinê ew mamê ku ji leşkerên dengdêr yên anî Şirnexê re pirsî, “Ji min re bibêjin hûn ji ku derê ne?” Kurdekî li serê wî cemedanî ev pirs ji dengdêrên mobîl yên anî Şirnexê pirsî. wî mamê heq kir ku bibe fenomenek. Bi rastî ew helwestek li dijî kolonyalîstan bû û helbet ew mam bû berdevkê hemû hest û helwesta Kurdan. Heya vê qasê her tişt xweş û baş e. Lê her tişt bi vê xweşîya ku di nav deqeyekê de cih digire bi dawî nabe.

Dema ku Kurdan bi kêfxweşî li medyaya civakî wêneyê mamê Silêman ku li dijî kolonyalîzmê helwest nîşan da digeriyan, me dît ku wêneya wî bi Tûlay Hatimogullari re hat parvekirin. Vê carê bê cemedanî bû û destê xwe da ser milê Hatimogullari. Li aliyê din Tûlay Hatimogullar bi pozbilindiya Tikrbûna xwe “binerin, min Kurdê we anî cem xwe” di bêjî qey ji pozê Mustafa Kemal xuliqî ye”. Di ser rûyê Tûlayê zirre-misqal dilsozî û hezkirin tune bû, berovajî vê yekê tenê dixwaze ji Kurdan re xwe şirîn bike. Bi taybetî dema ku li Wanê tûlay dixaivî gel bi qîrîna dirûşma “Leyla Zana” xwest Tûlay ji wan re nepeyîve. Pişt re Tûlayê awirek bi kerb û kîn avêt Leyla Zana. 

Dema ku me ev rastî dît, em bi qasî ku Silêmanê Kurd ji leşkerê Tirk ku ji bo dengan anîbû re got, “Ji min re bêje tu ji ku yî” em kêfxweş û serbilind bûn, lê dema ku me destê wî li ser milê Tûlay dîtî, em pirr xemgîn bûn. Ji ber ku bi rastî pêdvî bû mamê Silêman ji Tûlayê pirsî: “ka bêje, te dengê xwe da kê? “Bipeyivin, tu weke qayûm tayînkirî yî?” Em li bendê bûn ku ev pirse ji Tûlay ê kiriba. Ji ber ku naskirina leşker, parêzgar û nûnerên dagirkeran hêsane. Tiştê zehmet ew e ku mirov mîsyonerên Tirk û erkdarên dagirkeran ên ku dişibin dostê Kurdan tesbît kirin e.  

Dê ne şaş be ku em navê Tûlay Hatimogullari di rêza Yalçin Küçük, Ertugrul Kurkçû, Sirri Sûreyya Onder bi hejmêrin. Hatimogullari ku Ereb kî Elewî ye, di heman demê de serokê rêxistineke çepgir e û di vê hilbijartinê de ji bo partiya ku serokatiya wê dike SKYP xwest dengên xwe bidin CHP ê.  Bi awakî vekirî dengê xwe daye CHP ê. Çawa ku Mamê Silêman çawa ku tilîya xwe li leşkerên Tirk hejand û got ka bêje tu ji kû yî? Diviyabû ji Tûlay jî bipirsiya ka bêje te dengê xwe da kîjan partîyê. Lê mixabin napirse. Ev azmûna lanetkirî ya ku Kurdan sed sal in bi Komara Tirkiyeyê re kirine ev e.

Li berxwe bidin, bimirin, şer bikin û di dawiyê de ked û xebat û xwîn û îza û jiyana we wê têkeve qaseya dewleta Tirk de. Ji bo Tirka rast û çep tune. Çawa kahanê çêlekî ya çepê û rastî dijminê hev bin çep û rastî Tirkan jî ew qas dijminê hev in. Her du jî hebûna xwe deyndarê hebûna dewleta Tirk in. Ji ber vê yekê, her du bask jî karê mîsyonerî digêrin. Binêre, ez nabêjim sîxûrin, sîxûrtî tiştek cuda ye. Ji bo sîxurbûn bawerî hewce nake, bi gefxwarin jî hinek dikarin bibin sîxûr lê nikarin bibin misyoner. Mîsyoner jiyana dibexşe ji bo bawerîya xwe. Ev kesên me behs kirî mîsyonerên dewleta dagirkerin û weke dostê Kurdan tevdigerin.  

Heger rojekê Kurd bibêjin “Em dixwazin ji Komara Tirkiyeyê veqetîn” dê pêşî ev kesên misyoner li dijî Kurdan derkevin. Derdê wan ne azadiya Kurdan e, ev sondxwarîne ku dewleta kemalîst zindî bihêlin. Dostanî ya wan bi Kurdn re tune tenê ew dostanî erk e.  Erka wan ew e ku Kurdan nêzî îdeolojiya çepgiriyê bikin û di bin sîwana dewleta Tirk de bihêlin.

Mîsyonerê herî populer ê van deh salên dawî Ertugrul Kurkçû, piştî hilbijartinê bi awayekî pir ehmeqî axivî û got, “Kurkçû: berpirsyarîya me ew e ku em serdema AKP ê di hilbijartinên 2028 an de biqedînin.” Çima em ê serdema AKP ê bigrin da ku CHP were? CHP wê çi bi me bike, CHP jî nikare bibêje “Divê navê Kurd di Destûra Bingehîn de bê nivistîn”. Gelo Kurd çima serdema CHP ê bidin destpêkirin? Kurdan mîsyoneke wiha nîne. Ne hewce ye ku Kurd bibin xwîna teze ya Komarê û ne jî bibin gopal di deste dewleta dagirker de ku balansa sîstema xwe pê çêbike.

Ger Kurd dixwazin serê xwe ji vê heriya kolonyalîzmê derbixin, divê pêşî van mîsyonerên dewletê ku di bin navê çepên Tirk, rewşenbîrên Tirk û dostên Tirk û hwd li ser pişta xwe bavêjin. qeyûmên vekirî yên dewletê li ser şaredariyên Kurdane, ev qeyûmên veşartî ji di nava Partiya DEM ê de ne.

Lê mixabin Kurd di nava herîyê de wisa asê mane ku ev mîsyoner du gotinên xweş dibêjin, piçekî pesinê me didin, em Kurd weke berxê qûrbanê sere xwe dirêj dikin ber devê kêra wan. Di van çavan dît ku ciwanên Kurd Ertugrul Kurkçuyê ku çepên Tirk jî jê re digot “ajanê dewletê ye, teslîmî dewletê bûye” li ser milên xwe digêrand in. Me bi van çavan Kurdên ku dixwestin destê Serokê TKP ê Erkan Baş maç bikin, dîtin.

Erê rast e Kurd baş li berxwe didin, baş dimirin, baş şer dikin, lê ji bo kê, ji bo çi? Heta ku em Kurd ne rabin û ne pirsîn; “Biaxive, tu mîsyonerê kê yî? Biaxive, tu qayûmê kê yî? Heya ku em li hember her cure kolonyalîzm û bermahiyên kolonyalîst vê helwesta Kurdistanî nişan nekin ew ê karê me pirr zehmet be.

Pustên heman beş