Cemîl Bayik: PKKê ti carî zirar nedaye berjewendiyên Iraqê

Cemîl Bayik: PKKê ti carî zirar nedaye berjewendiyên Iraqê

Gotara rêvebirê PKKê Cemîl Bayik di ajansa ANF ê ya PKKê de hat weşandin. Cemîl Bayik di vê daxuyanîya xwe de bang li dewleta Iraqê kiriye û gotiye, nabe li gel dewleta Tirkiyê li dijî PKKê tevbigere. Bayik di gotara xwe de gelek caran pesnê dewleta Iraqê da û têkiliyên dîrokî yên PKKê û dewleta Iraqê bi bîr xist. Bayik xwe ji biryarên Dadgeha Federal a Iraqê re kir mertal û ev biryarên dijî Kurd û Kurdistanê weke “demokratîzekirina Kurdistanê” bi nav kir.

Meqalaye  Cemîl Bayik bi rastî gotarek bû ku tê de PKKê pabendbûna xwe ya bi Iraqê re nû kir û diyar kir ku dê di şerê li dijî PDKê de li kêleka Iraqê cih bigirin. Bi rastî em dikarin ji vê re bibêjin manîfestoya Iraqparêzî û dijminatiya PKKê ya li dijî PDKê. Ji ber ku di eslê xwe de tevahiya axaftina Bayik nivîseke ku xetên sereke yên şerê li dijî PDKê diyar dike û sedemên hevpar û xwestekên hevpar ên xebata bi Iraqê re rêz dike.

Bayik: Li gel Iraqê her tim siyaseteke me ya hevbeş hebûye

Nivîsa Cemîl Bayik bi rastî jî belgeyeke girîng bû ji bo eşkerekirina Iraqparêziya PKKê. Bayik gelek caran pesnê Iraqê da.

Bayik wiha got, “Eger Iraq bi Tirkiyeyê re hevkariyê bike, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê rewa bibin û namûs û şerefa Iraqê dê derbeyeke mezin bibîne”.

Ev gotinên Bayik, ji veşartina aliyê xwe yê dij-Kurdistanî û kolonyalîst dûr, dewleta Iraqê wek welatekî bi rûmet, mafperwer û demokrat pênase kir. Iraqa ku di dîrokê de weke goristana gelan tevgerîyaya taybet ji bo Kurdan, krîstîyan û gelên din lê mixabin li gorî Bayik Iraq dewletekî dadperwer û azadîperwer e. lê ev şêwe pênase cehşînîya PKKê ya li gel Iraqê nişan dide.  

Helwesta PKKê ya li Iraqê nîşana tevgereke cehşatî ya nû ye

PKKe ji sala 2013 an ve girêdayî Îranê ye û weke hêzeke milîs li ser rêveberiya Şîe ya Îranê li Iraqê tevdigere. Xerabiya herî mezin a ku rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd li civaka Kurd dike, ew e ku li dijî “hevkariya bi dewleta Iraqê re şêwazê cehşatîya nû ye” helwest nagirin.  Ji ber vê sedemê îro cehşatîyek nûjen derketiye holê ku navenda wê Silêmaniyê ye. PKKe ya ku di bin serokatîya Cemîl Bayik de jî parçeyek ji vê cehşînîyê ye. Tevlîbûna PKKê ya di vê tevgera cehş de ji cehşatîya hêzên Başûrê Kurdistanê xetertir e. Ji ber ku PKKe nefreta li dijî  ji kolonyalîzma Iraqê ji holê radike û cehşatî yê weke karekî rewa û bêzirar pênase dike.

Ger hûn bala xwe bidinê Cemîl Bayik bi van gotinan helwesta xwe ya di vê mijarê de tîne ziman: “PKKê tu carî zirar nedaye berjewendiyên Iraqê. Her tim siyaseta hevaltî û berjewendiyê hevdu dişopand. Bi taybet eger biryara Encûmena Asayîşa Netewî ya Iraqê li dijî PKKê rast be, ev biryar bi qasî ku zirarê bide berjewendiyên Iraqê dê hew qas zirarê bide PKKê jî”.

Cerdevanîya li  Botanê çi be, PKKe ya li Şengalê bûyî Heşdî Şeîbî jî heman tişte

Gotina Cemîl Bayik a “PKKe çiqasî zirarê bibîne wê Iraq jî ew ewqas zirarê bibîne” itirafa rastiyekê ye. Ji ber ku PKKe piştgir û amûra herî çelekgêr di sîyaseta  hikûmeta navendî ya Iraqê ye li dijî Kurdan de. Şengal di vî warî de mînakeke pirr baş e. Eger PKKe di bin maskeya Kurdî de li Şengalê bi cih nebûya, ne Heşda Şebî û ne jî hikûmeta Iraqê nedikarî Şengalê ji Kurdistanê veqetanda û hêzên Pêşmerge ji Şengalê dûr bixista. PKKe ji bo Şengalê ji Kurdistanê veqetîne sîstemek leşkerî, siyasî û civakî ava kir. cihên ku ji Hukumeta Herêma Kurdistanê re hatîn qedexe kirin ji PKKê û Heşda Şebî re serbeste. Di bin yek maske de tev digerin.

Pêwîste ev rewşa Şengalê bi awayekî zelal û vekirî were vegotin. Çawa ku cerdevanên ku li ser “hebûn û yekparebûna dewleta Tirk” sond xwaribûn û li Bakurê Kurdistanê çekên dagirkeran rakiribûn, heman cerdevanên ku ji bo yekparçeyiya Iraqê û ji bo Şengal bi keve ser bi Iraqê ve çek rakirî weke hevin. Cehşê Iraqê diparêzin ango PKKe û cehşên hebûna Tirkan dagirker li Bakur diparêzin heman tişte.

Çawa ku di sala 2013 an de di danûstandinên navbera PKKê û dewleta Tirk de cerdevan bêzar kiribûn û dixwestin pêvajoyê sabote bikin, PKKe jî her pêngaveke erênî ya ku PDKê bi hikûmeta Iraqê re dike weke xebatekî li dijî xwe dibîne. Ji ber ku çawa cerdevanên li Bakur meaş distînin û bi şerê li dijî PKKê dijîn, PKKe jî bi şerê li dijî PDKê meaş distîne û dijî. Bi rastî jî Cemîl Bayik di gotara xwe de ew qas bêhiş bûye û gotiye, “Divê dewleta Iraqê mecal nede PDKê sazîyên dewleta Iraqê bikarbîne”.

Em careke bîrtînin: PKKe parêzvanê dewleta Iraqê ye. Wexta em vê dibêjin, dibêjin wey ciwan dimirin, bi qehremanî li ber xwe didin, we nebêjin. Mixabin lehengiya wan ciwanan xizmeta PKKê dike ku cerdevaniya xwe pê veşêre û hemû kesî bêdeng bike. Ji bo vê jî kesên ku behsê Şehîdan dike divê pêşî şehîdên Kurdistanê bînin bîra Cemîl Bayik û ekîba wî. Ji destpêka sedsala 20 ve li Başûrê Kurdistanê komkujî û nefîkirinê, bi hezaran mirov bê serûşûn di bin erdê de ne. Cemîl Bayik li ser vê yekê nafikire û hewl dide biryarên Dadgeha Federal a Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Kurdistanê palpiştî bike. Eger biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê bên cîbicîkirin, dê sibe Erebek were û bibe rêveberê trafîkê li Duhokê û kesekî Şîe jî were û bibe rêveberê tenduristiyê li Hewlêrê. Dadgeha Federal a Iraqê hewl dide Kurdistanê careke din dagir bike. Cemîl Bayik biryaran yek bi yek şîrove dike van biryarên îradeya Kurd desteser dike weke “hewldana demokratîkkirina Kurdistanê” bi nav dike.

Manîfestoya şer a li dijî PDKê

Nirxandina Cemîl Bayik a ku ANF ê weşandî, di rastiyê de talîmatek e ku ji xebatkarên xwe re hatiye dayîn. Çapemenî û propaganda hemû dê li gorî vê gotarê xebatên xwe birêxistin bikin. Ji ber vê yekê me di serî de vê gotara Cemîl Bayik bi rastî weke manîfestoya şerê li dijî PDKê dinirxînin û dibînin.

Cemîl Bayik diyar kir ku weke her carê di navbera dewleta Tirk û PDKê de hevkariyeke stratejîk heye. Heta pir bêrêzî wiha dibêje: PDKê leşkerên Tirk cil û bergên Pêşmergeyan lê dike. Yanî PDKe bi awayekî rasterast yan nerasterast beşdarî vî şerî bûye.” Ev gotinên Cemîl Bayik di warê pratîkî de tu rastiya wan nîne. Pêşmergeyan ti carî li tu cihî cil û bergên artêşa Tirk li xwe nekirine. Ne Cemîl Bayik û ne jî ti kes nikare vê yekê îspat bike. Lê ev rastiyek e ku endamên PKKê cil û bergên Heşda Şeibî, milîsên Şîe yên li dijî Kurdan ku Hewlêr bombebaran kir, li xwe kiribûn û ala Iraqê bilind kiribûn arma Iraqê li ser milên xwe danîne. PKKê ala Iraqê û amblema Heşdî Şebî li milên ciwanên ku ji Mêrdîn, Mûş û Colemêrgê ji bo rizgarkirina Kurdistanê tevlîbibûn, daliqandin û ev yek îspat û eşkere ye.

Cemîl Bayik ji ber ku meaşê xelkê nayê dayîn, radibe û PDKê rexne dike. Gelo PKKe ku di dîroka xwe de yek boriyeke petrolê ya Tirkiyê neteqandiye? Naa, lê boriya nefta Herêma Kurdistanê teqandiye û di 11 rojan de tenê di teqînekê de 120 milyon dolar ziyan gihandiye Herêma Kurdistanê, dibêje ku dilgiran e ku mûçeyên gelê Başûr nehat dayîn. Lê nedana mûçe encama siyaseta kolonyal e ku dewleta Iraqê li ser Kurdistanê ferz kiriye. Mixabin em neçarin ku em Cemîl Bayik ê ku hewl dida siyaseta dewleta Iraqê ya parçekirina Kurdan rewa dibîne em jî Cemîl Bayik weke serok Cehş dibînin û vê erka xwe jî baş radibe.  Cemîl Bayik di dawiya gotara xwe de got, “Pêwîste li hember PDKê helwest bê nişandan” li ser vê telîmata Bayik wê demekê nêzîk de xwepêşandanên girseyî li dijî PDKê werin lidarxistin. Heke Iraq û Îran jî dev ji dijminatiya PDK-Barzanî-Pêşmerge berdin, lê dîsa jî PKKe dev jê bernade. Têkiliyên PKKê û dewleta Iraqê pir kevn in. Lê weke ku me di taybet de jî got, ji sala 2013 an ve, ango 11 sal in, PKKe li Silêmaniyê di berdêla şerê PDKê de xwe dide jîyankirin. PKKe naxwaze vê derfetê winda bike.

Em banga Cemîl Bayik sere rast dikin û bang dikin:  “siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, ciwan, jin û gelmperî xelkê Başûrê Kurdistanê divê li dijî her cure cehşatîya helwest nişan bidin û têbikoşin. Şoreşa Başûr qiblegaha hemû millete Kurd e. Di van rojên dijwar de em li dijî vê tevgera cehşatîyê tekoşînê bilind bikin û pêşeroja xwe ya azad misoger bikin.  

Pustên heman beş