Serdana Erdogan a Bexda û Hewlêrê û mijarên ku divê Kurd ji bîr nekin

Erdoğan-iraq-kurdistan-net

Serdana Serokomarê Tirkiyê Erdogan ya Iraq û Hewlêrê hê jî mijara sereke ya rojevê ye. Di dema pêş de em ê zêdetir li paş xwe binêrin û li gotin û peymanên ku di vê serdanê de hatine kirin binêrin. Ji ber ku serdana Erdogan ne serdaneke asayî bû. Ev tevgerek li ser asta herêmê bû. Ya herî esasî jî, nerasterast meşandina şerê serwerîya herêmî ya di navbera Îran û Tirkiyê de bû.

Şerê serokatiyê di navbera Tirkiye û Îranê de bi taybetî piştî salên 2010 an zêdetir derketiye holê. Li pişt nakokiyên Iraq û Sûriyê, hêzên weke Emerîka, Birîtanya û Rûsyayê hene lê nakokiya herî mezin di navbera her du hêzên sereke yên herêmê, ango Îran û Tirkiyê de ye.

Lêgerîna piştî post-DAIŞ ê

Em dikarin bibêjin ku serdana Erdogan a Hewlêrê lêgerîna serdema piştî post- DAIŞ ê ye. Her kes ji şer û pevçûnê westiyaye û dixwaze bêhnekê vede, demekê bisekine, sengerên ku bi dest xistine biparêze û dîsa hesabê qezenc-xisarê bike. Ji ber ku mijara ku dê alozî li ku derkeve pir tevlihev e û her kes dixwaze ji her şert û mercî re amade be.

Serdana Sûdanî ya Emerîkayê û serdana Erdogan a Bexdayê her du jî parçeyek ji xebatên serdema piştî DAIŞ ê ne.

Projeya ku jê re tê gotin riya geşepêdanê û îmzekirina peymana di navbera Îmarat, Qeter, Iraq û Tirkiyê de bi rastî tê wê wateyê ku aliyên Rojhilata Navîn ên ku piştî bihara Erebî ya 2012 an li hev nekirin, dixwazin nermbûnekê çêbikin. Lê di navendê de faktoreke pirr girîng heye ku ew jî Îran e.

Lêgerîna Bexda û Sûdanî di eslê xwe de lêgera Îranê ye

Bikaranîna Îranê ya Iraqê wek xeteke pêşîn an jî beşek ji şerekî wekaletê bi rastî pênasekî kêm e. Di rastiyê de Îraqa Şîe ne wekîlê Îranê ye, ew Îran bixwe ye. Hikûmetên Îraqî, ji bilî Kazimî, her dem nekarîye serbixwe ji Îranê qut tevbigere. Ji bo vê jî hemû şîroveyên siyasî yên ku Iraqê weke pêkhateyeke cuda nîşan didin, xeletiyeke bingehîn di xwe de dihewîne. Ji ber vê sedemê tawîzên dewletên rojavayî ji rêveberiya Iraqê re ji bo veqetandina Iraqê ji Îranê heta niha tenê bi kêrî dewleta Îranê hatiye. Helwesta Sûdanî ji ya ku dihat pêşbînîkirin bêtir serbixwe bû bi rastî ji bo peydakirina hewcedariyên Îranê hate çêkirin. Ji ber ku pêwîstiya Îranê jî bi hinek bêhnvedanê heye û bi rêya Iraqê vê yekê dike. Berfirehbûna aborî ya Iraqê jî di berjewendiya Îranê de ye.

Di dema şîrovekirina encamên serdana Erdogan a Iraqê divê em ji Iraqa Şîa û Îranê ji hev qut nenirxîn in.

Lewma dema em li bersiva pirsa; gelo Iraq û Tirkiye dikarin li hev bikin yan na, divê li helwêsta Îran û Tirkiyê binerin. Tevî hemû nakokiyên xwe jî her sê welat ji ber erdnîgariyê mehkûmî hev in. Lihevkirinên li ser mijarên stratejîk ên wekî projeya Rêya geşepêdanê, peymana avê, peymana petrolê, mijara ewlehiya sînor tenê wê di çarçoveya giştî ya bûyerên Rojhilata Navîn de zelal bibin. Mînak Projeya Rêya Geşepêdanê û Koorîdora Zengezûrê dê bibe mijara nîqaşên hevpar. Ger koorîdora Zengezûr tunebe, rêya geşepêdanê jî nedibû. Li Rojhilata Navîn hê jî aramî nîne, nakokî kûr dibin. Ji ber vê yekê pêvajo krîtîk e. Her kes li ser piyan e. Her kes hewl dide pêşeroja xwe bibine û misoger bike.

Ev şert û mercên krîtîk ji bo Kurdan hîn krîtîktir in. Yekane pêkhateya rewa ya bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhateyek e ku Iraq û Îran hewl didin wê bişkînin. Rojava ji wê lewaztir e. Bi vî awayî, mixabin di nav Kurdan de rêxistinên taşeron ên kolonyalîst hene.

Kesê ku serdana Erdoğan ya Hewlêrê bike gengeşeya alê yan nezan e yan jî xayin e

Kurd bûne çar parçe. Hûn bixwazin an nexwazin, em di warê erdnîgarî ve ji hêla welatên kolonyalîst ve hatine dorpêç kirin. Kurd ne mecbûr in bibin girtiyên welatên ku wan tapeser dikin. Ji bo vê jî divê ji nakokiyên di navbera kolonyalîstan de sûd werbigire. Têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re divê di vê çarçoveyê de bên dîtin. Kurdan ji vê rewşê aloz, bi taybetî di dema piştî Bihara Erebî de sûd wergirtin. Niha jî ku Serokkomarê Tirkiyê ku aktorekî girîng ê herêmê ye, Hewlêrê weke muxatap dibîne, bi awayekî xwezayî dibe sedem ku Hikûmeta Federal a Iraqê jî li gorî wê tevbigere. Serdana Erdogan serwerîya Hewlêrê lewaz nake, berovajî vê yekê destê wê xurt dike. Rêveberîya Hewlêrê bi uslûbê Cemîl Bayik û Qarayilan yê kûfirbaz nikare biaxive, nabe biaxive. Ger Hewlêr vê yekê bike, ev tê wê wateyê ku ew ê mehkûmî Heşda Şeibî ya ku ferqa wê û DAÎŞ ê nîne bibe. Heşda Şabî DAIŞ a Şîa ye.  Ev tê wateya tunebûnê. Rewşeke wisa zelal heye.

Bi awayekî vekirî, serdana Erdogan a li Iraqê û Hewlêrê bi nîqaşên li ser “ala Tirkan a li keleha Hewlêrê û hwd” hewldanek e ku rojeva Kurdan manîpule bikin. Kesê ku serdana Erdogan weke dijminatiyê şîrove dike yan siyasetê nizane yan jî xayin e ku dixwaze Kurdan bixapîne.

Helbet hêza sereke ku vê yeke dike PKKe û hevrêyê wê YNKe ye. Em bi aşkere bibêjin, sedema helwesta van her du hêzan di serdana Erdogan de ne welatparêzî ye, du sedemên sereke hene. Ya yekem ew e ku wan li hev kirine ku li gorî ajandaya Îranê tevbigerin û kiryarên xwe yên li Iraqê li ser bingeha alîgiriya Îranê bimeşînin. Ya duyemîn jî Tirkiye ev hêzne qebûl nekiri ne.

Dijberiya YNK û PKKê ya li hemberî Erdogan çi girêdanê xwe bi Kurdayetî re nîne

Wek mînak Bafil Talebanî bi serdaneke veşartî çû Bexdayê daxwaz kir ku di nava protokola pêşwaziya Erdogan cih bigire. Lê Bexdayê ev qebûl nekir. Dema ev yek pêk nehat, Qubat Talebanî daxwazeke taybet ji Mesrûr Barzanî re şand ku di nava şanda pêşwazîya Hewlêrê de cih bigire. Tirkiyê ji ber pirsgirêkên ku hatin jiyîn nexwest Qubat Talebanî di şandê de cih bigire, lê di encama israra Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, Qubat Talebanî jî di nav şanda ku pêşwaziya Erdogan kiribû de cih girt. Qubat Talabanî jî ji Erdogan xwest ku balafirgeha Silêmaniyê bê vekirin. Helwesta YNKê ya rast ev e. hinek gotinên Bafil Talabanî yên nerasterast a ku Tirkiyeyê wek “dijmin” pênase dike tenê şanoyek e.

 PKKe jî salên 2004-2016 an de li Tirkiyeyê hêza herî zêde piştgirî daye Erdogan e. Ji bo guhertina makezagonê PKK yiyên li ser xeta Şemzînan, Çelê û Gewerê digeriyan û digotin bejin erê. Ji gelê Mexmûrê dixwest “telefonî kes û karên xwe bikin bila bibêjin erê”. Sabrî Ok di sala 2016 an de li wesayîta Serokê MÎT ê yê wê deme Emre Taner siwardibû diçû ba rayedarên dewletê-Îmrali û Qendîlê di hat û di çû. Wê demê jî dewleta Tirk her ev bû û rojane Kurd dikuştin. Lê wê demê PKK ê ev rastîya dewletê ne dixwest bîbîne, dûvelokê AKP ê bû. Niha jî heman tawîzan dide Îranê. PKKe nûke jî heman karî ji bo CHPê dike şandeya dişine gel CHPê. yên xwedî vê piratîkê dibêjin wey ezbenî, em li dijî ala Tirk in. Helbet ev hemû derew şanogerî ye.

YNK û PKK ku di wextê xwe de teqle diavêtin bi Erdogan re hevdîtin pêk anîn, nûke jî propagandayeke jehrîn dimeşînin. Lê mixabin ev propagandaya gemar a YNK û PKKê ku bi hêzên îstixbarata Îranê û Heşdî Şeibî dikin, li gorî tê xwestin nehat pûçkirin. Ev kêmasiya ragihandin û rewşenbîrên PDKê ye. Evê kêmasîyê xelk mehkûmî propagandeya PKKê ya Jehrî û şoven Bafil Talabanî yên TikTokê kir. Lê serwerîya Hewlêrê bi şanogerîyên sîyasî nahê tûnekirin.

Pustên heman beş