KCK dixwaze çi bike? Çi bi wan 7 gerîla hat?

Hevserokatiya KCK ê bi daxuyaniyekê ji raya giştî xwest ku li dijî PDK ê helwest nîşan bide. Bi rastî, çend roj berê li ser navê HPG ê jî du daxuyanî hat weşandin û wan jî li dijî PDK hinek îthamên kirêt kiribûn. Di cih de, hemû organên girêdayî KCK ê daxuyaniyên bi vî rengî dan û PDK mehkûm kirin.

Cudahiyên navan ne ew qas girîng in. Ya sereke ewe ku di cephê PKK ê de, di bin navê dijatiya PDK ê de dijminahiyek bi koordîne li dijî Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Hemî daxuyanî wekî gavên bi hev ve girêdayî têne çêkirin. PKK vê yekê bi armance kê dike. Ji bo gihîştina vê mebestê, wî di çend gavên pratîkî de bûyer organîze kirine.

Gava 1: windahiyên Zendûra

Windahîyên gerîla yên li devera Zendûra, ku PKKê gotbû, ku ji ber PDK mecbûr mabûn şûnda vegerin û li vegerê de jîyana xwe ji dest dane. Lê vê bûyerê tu eleqeya wê bi herêma pêşmerge re nîne. Zendûra herêmeke ku di Nîsanê de di bin dorpêça Hêzên Çekdar ên Tirk de bû. Ji ber ku siyaseta xebatkarên PKK ê nêzîkatiyek bêwijdan ne “heke mirî şehîd e, yên sax jî her yên me ne” ye, daxuyanîyên PKK ê yên li hember van ciwanan bêqîmetin. Ev ciwan neketin kemînê. Van ciwanan di tûnela şer de jiyana xwe ji dest dan. Ango, wan di encama pozîsyona çewt (tûnel)a PKK ê û êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Lê bûyer bi zanebûn avêtin ser PDK ê û çi têkiliya wê bûyerê bi herêmên pêşmerge re tune.

Gava 2: Êrişa li ser kampa Qadiya a Êzdîyan kirin

Şeva 31 ê Tebaxê, teqînek li kampa Qadiya ya koçberê Êzdîyan li nêzîkî Zaxo qewimî. Teqîn li pişt mala wazîfedarekî hêzên ewlekariya Rojavayê-Dîcle pêk hat. Zaroyek 1 mehî  û yeke 9 salî, du zarok mirin. Derket holê ku wezîfedarê saziya asayîşê ji teref PKK ê ve çend cara hatiye tehdîtkirin. Bûyer raste rast piştî gotinên Mirad Qerayılan ku digotin ew ê tola Saîd Hasan bigirin, pêkhat. Her kes qebûl dike ku PKK berpisyarê vê bûyerê ye. PKK ê di deqeya ewil da, îdia kir ku bûyer ji aliyê firokeyên Tirkiyeyê ve hatîye kirin û hat gotin ku PDK Tirkiyeyê diparêze. Lê belê, li cihê bûyerê li pêş çavê her kesî mekanizma teqemeniyekê hat dîtin.

Gava 3: Senaryoya Xalifan

PKK ê 4 eylûlê daxuyaniyek belavkir, têde îdîakir ku 7 hevalên wan ketine kemîna PDK ê û jîyana xwe ji dest dane. Lê daxuyanî pir şêlî bû. hat gotin ku ew hatine gulebaran kirin, cîh û dem nehatiye diyar kirin. Daxuyanî wekî senaryoyekî xuya dike, ku raya giştî dijî PDK ê bikeve hereketê.

Ya balkêş ew e ku rojek berê, Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirk jî, gotibû ku wan 7 gerîla li Garê kuştine û wezîfeyên wan jî diyar kiribûn. Ango, gerîlayên ku PKK ê qala wan kirî, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bûn lêxistin.

Bi rastî çi qewimî ?

Ew bûyerên PKK ê di nava hefteyekê behs kirî bi çi awayî pêwendî bi PDK ê re ne bûn. Di hersê bûyerên ku PK behs dike de, berpirs û kujer dewleta Tirk û PKK bi xwe ne. PKK ciwanên li Zendûra di tûnêlan de bi mirinê bi cih kirin, artêşa Tirk û PKK berpirsiyar bûn. Li Qadiya bombeya PKK ê çandî, herdu zarok kuştin. Û windahîyên li Xalifanê ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk çêbûne.

Rayedarên Pêşmerge li ser her bûyereke ku heta niha qewimiye agahî dane. Derket holê ku hemî agahdarîyên ku bi demê re hatî çêkirin rast bûn. Ji alîyê din ve, PKK ê, her wekî bûyera Xazî Salih Alîxan, tim red dikir û di encamê de, eşkere dibû ku PKK ê ev kiriye. Naha, ew windahiyên PKK ê di encama êrişên artêşa tirk û ji ber şaşîtîyên xwe dide û dayî di xwe sitûyê PDK ê ku bikaribin hember PDK ê dijminatiyek mezin organîze bikin.

PKK çima viya dike?

PKK a ku li Bakurê Kurdistanê di warê leşkerî û siyasî de bi dawî bûye, ev du sal in Başûrê Kurdistanê ji xwe re weke rêya derketinê dibîne. Ji payîza par ve, PKK ê 10 Pêşmerge şehîd kirin û nêzî 20 an jî birîndar kirin. Lêbelê, Pêşmergê Kurdistanê bersiv neda. PKK ji biharê ve xwe ji êrîşê re amade dike. Bi îhtîmaleke mezin, PKK nîvê meha eylûlê, dê hinek planên sûîkastan li Başûr bike. Her wiha wê êrîşî xalên Pêşmerge yên li xeta Amêdiyê-Şêladizê jî bikin. Ji ber vê sedemê, ew hewl dide ku êrîşên xwe di civakê de rewa bike. Bingehê civakî dixwaze biafirîne.

Sedemek din a girîng jî ewe ku li gorî guhertinên siyasî yên li herêmê dixwaze ji xwe re cîh veke. Serkeftinên dîplomatîk û aborî yên Herêma Kurdistanê ew li Emerîka, Ewrûpa û Cîhanê weke remzekê lêkirî ye, PKK van Pêşketinan hezim nake hê bêtir êrîşkar dibe. Bi berjewendiyên teng, basît, xweperest tevdigere, PKK di esasê xwe de hewl dide ku gotûbêjên Kurd-Kurd ên ku niha li Rojava di bin garantoriya USA û Fransa de têne meşandin têk bibe. PKK ê ji bo sabotekirina hevdîtinên ku sala par dest pê kiribûn gelek hewldan kirin. Ji ber ku hincetên dirêjkirinê jê re nayên hiştin, wî pilanek tundrewtir derxist da ku zemîna danûstandinan tune bike.

PKK hewl dide ku hevdîtinên Kurdan ên li Rojava ji nav bibe

Em dikarin bêjin ku PKK difikire ku bi rêjîma Sûriyê re rêkeftinek bilez bike. Ew dibêje hemû cîhan û Emerîka deyndarê me ne, em çi bixwazin pêwîste ew pêk bînin. Lê êdî welatên yêkbûyî van got-gotkên PKK ê guhdar nake loma jî nûke PKK dîsa li ber deriyê qesra Beşar Esed li Şamê tê û diçe. Ji bo vê, konseptekî hevpar a bi Iranê re heye. PKK sîstema xwe ya partîyê li ser gelê Rojava farzdike.

Bi taybetî xwepêşandanên vê dawiyê yên dijî PDK û rastiya ku çend alîgirên wan daketin kolanan û helwesta dijminane ya Ronahî TV jî xwesteka PKK ê ya lihevkirina bi dewleta Sûriyê re hat. PKK dixwaze bi dewleta Sûriyê re bi tena serê xwe li ser masê rûne û maseya garantorîya Emerîka bi tevahî hilweşîne.

Peymana PKK ê ya bi dagirkeran re li dijî xeta Serbixwe a netewa Kurd de

Bê guman, li pişt vê peymanê dewleta Îranê heye. Heta Tirkiye heye. Em dikarin bibêjin ku tifaqa antî-kurd a kolonyalîstan li ser bingeha bê statûbûna kurdan di serdema nû de ye, û wisa dixuye ku PKK wezîfeya nehiştina xeta serbixwe ya kurdan di vê tifaqê de girtiye ser xwe. Di esasê xwe de, em dizanin ku PKK di lêgerîna piştevaniya van dewletan de ye û wekî cerdevanê sînor li gel welatên dagirker tevdigere.

Divê Kurd li dijî PKK ê bibin xwedî helwest

Pêdvîye Kurd li dijî reftara PKK ê ya ku li cem dagirkeran disekine, êrîşkare û tovê xerabiyê di nav kurdan de diçîne, bibin xwedî helwest. We xuya dike ku PKK, şer nexwazî ya Hikûmeta Kurdistanê wekî lewazîyekê dibîne û ji bo berjewendiyên desthilata xwe dê çend ciwanan bişîne nava agirê şer. Divê rewşenbîrên Kurd li dijî vê bibin xwedî helwest û li hember van gavên xeternak bigirin. Bi lez, zextekî neteweyî li ser van pêngavêv PKK ê yên xizmeta dewletên dagirker diken were ava kirin û PKK ji van kiryarên dijminane were lêvekirin.

Pustên heman beş