Amed Sporê zora Enqerê bir

Amed Sporê zora Enqerê bir

Tîma Amed Spor di hefteya 4emîn a Lîga 2yem Grûba Spî ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de, li Enqerê derket pêşberî tîma Ankara Demirsporê.

Di yariya ku îro Yekşemê 26ê Îlonê li stadyûma Ankara Demirspor hat lîstin de, Amedsporê bi encama 1-0 zora tîma Ankara Demirsporê bir û 3 pûan wergirtin.

Bi vê encamê re Amedspor bi 9 pûanan di lîga xwe de derket rêza duyemîniyê û Ankara Demirspor jî daket rêza 14an.

Ji destpêka lîgê ve Amedsporê 3 serkeftin û yek tekçûn tomar kiriye.

Pustên heman beş