Alixmahoyê Qendîlê dîsa tewşomewşo axvî

Alixmahoyê Qendîlê dîsa tewşomewşo axvî

Memet Mêrdînî

Hevserokê Konseya Rêvebera KCK’ê Cemîl Bayik ku bi “Alixmahoyê Qendîlê” tê naskirin beşdarî bernameya taybeta Stêrk TV bû û weke carên berê tewşomewşo axvî û hin nirxandinên weke xwe bê wate kirin.

Di nirxandinên xwe yên bê wate de, Cemîl Bayik qala “Berxwedana Evdila Ocalan ya li Îmraliyê!” kir û ragihand, «rêber Apo 23 salin li Îmraliyê li dijî komploya navneteweyî bi rengekî dîrokî li ber xwe dide. Dibe ku di dîroka mirovahiyê de gelek komplo hatin kirin, lê belê ti j wan ne wekeya li dijî rêber Apo bû. Ji ber ku di dîroka mirovahiyê de kes mîna rêber Apo li ber komployê nesekinî.» gelo Bayik qala kîjan berxwedanê dike?! Qey kurda ji bîr kiriye her ji lehzeya yekem û li Kînyayê rêberê Bayik xwe teslîmî dewletê kir û razî nebû weke gerîlayekê, weke serok û rêberekî berxwedanê bike û dema pasewana wî ya jin jêre gotî «Serokê min demance bi min re ye, bigre û li ber xwe bide», Ocalan çi bersiv da?!! Qey ne rêberê wî bû dema gotî “Ez berxwedana kilasîk nakim”! Ev axaftina Ocalan di demekî de bû ku di dewreyên perwerdehiyê de digo gerîlayan, “kesê ku xwe bi saxî radestî dewleta tirk bike, Xaîn, Xwefiroş û bênamûse”!

“‘Evdila Ocalan û berisva mezin”!

Bayik got, «rêber Apo ji bo têkbirina komployê berisveke mezin da komplogeran», lê her kes baş dizane Apo ti bersiv bi dewleta tirk nedan, berevajî di yekem axaftina xwe de, dema mîta Tirkiyê Ocalan suwarî balefirê kirî, Ocalan ji tîma Mîtê re go, «Ger derfet bi min were dayîn ezê xizmeta dewletê bikim», qey eve berisva ku divê kesek ku xwe bi rêberê ne bi tenê netewekî belku bi rêberê mirovatiyê dide naskirin bide dewleta dujmin?! Gelo bi rastî Bayik basî kîjan berisva mezn dike ku Ocalan daye komplogeran?! Basî wê bersivê dike dema di dadgeha Tirkiyê de Ocalan ji hakim re gotî, «Dayîka min Tirk e. Ez lêborînê ji dayikên leşkerên Tirk yên ku şehîd bûyî dixwazim. Bende kurd aşk yoktur. Em li bakurê Îraqê cihê bawerîya Tirkiyê ne, PKKe bi rengekî zansitî ji hemûyan zêdetir nêzîkî taybetmendiyên binyatê komara tirkiyê bûye, ya ji hemûyan jî zêdetir nêzîkî pirensîbên Ataturk li ser binyata zansitî bûy, PKKe ye. Berê min digot Tirkîyetî, lê ez pûşman bûm, niha ez dibêjim gelê tirk, em di nava gelê tirk de ne, ew dewleta ku Ataturk li ser herifandina dewleta xanedanî û olî ragihandî şoreşgeriyek pratîkî û siyasî a pir cidî bû, loma em dikarin Ataturk bi Şoreşger bi nav bikin. Ger dewletek kurdî li ser sêniyek ji zêr pêşkêşî min bikira, ezê bibêjim na». pirr axaftinên din ên bi vî awa hene ku Ocalan ji dewleta tirk û nûnerê û mehkemeya Tirkiyê re gotine, lê mirov nikare di nivîsek bi vî awa de hemûyan binvîse, dibe ku hin pirtûk jî nekaribin van axaftinan hemûyan li xwe bigrin, lê Cemîl Bayik van axaftinan ku Ocalan bi tenê ji boy parastina xwe û bicî anîna erka xwe ya Mîtê bi wî dayî gotine, bi berisvek mezn ji bo komplogeran dizane!

Bayîk û “çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyê”!

Li ser nîqaşa «li Tirkiyê muxateb ji boy çareseriya pirsgirêka kurd kîye” jî Alixmahoyê Qendîlê hin nirxandin kirin û got, “li Tirkiyeyê rojên dawî nîqaşeke ‘Muxatab rêber Apoye yan na’ hate destpêkirin. Nîqaşeke bi vî rengî bêwateye, berevajîkirine. Rêber Apo bi HDP’ê re hevdîtin kir, şand gel AKP’ê û got, ‘bi partiyan hemûyan re baxvin ku prisgirêk bikeve rojeva meclîsê. Ku meclîs komîsyonê ava bike. Her wiha li komîsyonê ez jî karibim baxvim’.yê ku dibêje ‘cihê çareseriyê meclîse, muxatab jî HDP ye’ rêber Apoye». li virr gerek ji Alixmahoyê Qendîlê were pirsîn, ger meclîsa Tirkiyê cihê çareseriyê be, ger HDPe û rêberê PKKê muxatebê çareserkirina pirsa kurd bin, gelo ji kerema xwe re hûn nabêjin li başûrê Kurdistanê hûn çi dikin?!! Çima hûn roj bi roj zêdetir axa başûr teslîmî Tirkiyê dikin, di demekî de ku hûn bi xwe dibêjin cihê çareseriya pirsgirêka kurd meclîsa Tirkiyê ye?! Ger wisa be çima hûn bûn sedem ku sedî 25î korsiyên HDPê li parlamentoya Tirkiyê bi dest xwe xistî hi dest bide û wenda bike?!

Alixmaho û berxwedana sexte ya li herêmên parastinê yên medyayê!

Di beşeke din a axaftinên xwe ên tewşomewşo de Alixmaho dibêje, «li herêmên parastinêyên medyayê nêzî 6 mehin bênavber şer diqewime». gelo hûn qala kîjan şerî û kîjan herêmên parastinê yên medyayê dikin?! Di vî şerî de hûn karîne çi qas erd ji dewleta dagirker a Tirkiyê bistînin, hûn karîne çi qas erd bistînin û çi qas zirarê li dewletê bidin? Çima roj bi roj hûn paşde diçin û pêtir diçin nava kûratîya axa başûr de? Ger şerek li holê hebe û mijar radest kirina başûr bi dewleta Tirkiyê nebe, çima hûn yek bist ji wê axa ku we radestî Tirkiyê kirî bi şer nastînin, çima hîna niha yek sitargeha xwe ya berê ya li ser sînor we ji Tirkiyê nestendiye??! Na Alixmaho na, ti şerek di nêvbera we û dewletê de tune, ev bi tenê teslîmkirina axa Kurdistanê û riştina xwîna kurdan bi destê dewleta dagirkera Tirk e. Gelo bi rastî hûn qala kîjan derbê dikin ku gerîla li dewleta Tirkiyê xistiye?! We Amed û Mêrdîn û Agirî û hwd…. Rizgar kirine ku wisa dibêjin?

Alixmaho axaftinên xwe yên tewşomewşo didomîne û dibêje, «gerîla bi berxwedana xwe îspat kir ku derb dikare li dewleta tirk bê xistin. Ev gelekî girînge. Dewleta tirk piştî ku derb xwar dît ku nikare encamê werbigire, lewma PDK xiste navberê ji bo alîkariyê bide wan!». Alixmaho gelê kurd bi nezan û hay ji xwe ne dizane loma bi vî awa bi peyvan dilîze û dixwaze derewan bike rastî û rastiyê jî ibke derew. Ya rast ev hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ku dema dîtî Tirkiyê û PKKê lihev kiriye ku başûr dagîr bikin û Tirkiye PKKê weke pirekî ji bo derbasbûna xwe nava başûr û bi dawî kirina statoya başûr bikar tîne ji nû ket tevgerê û ji boy bê encam kirina vê komploya hevpar a Tirkiyê û PKKê pêşmerge şandin herêmên sînorî daku rêgirîyê li berev pêş hatina zêdetir a Tirkiyê bigrin. Ger na ji xwe her kurdekî bi çavê xwe dît bera van tevgerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku PKKe bi «tevgerên PDK» dide naskirin dewleta tirk pêtir 50 kîlometran hat nava xaka başûrê Kurdistanê, lê bicîkirina pêşmergeyên Kurdistanê li wan navçeyan ev komploya hevpara Tirkiyê û PKKê bi dawî kir û ew sekinandin.

Çima Alixmaho dixwaze YNK encameke xurt ji hilbijartinê bi dest bixe

Derbara pirsgirêkên di nava YNKê de Alixmahoyê Qendîlê dibêje, dijmin dixwaze van pirsgirêkan mezintir bike û bi vî awa YNKê û kurdan lawaz bike. Ew dibêje, dijmin bi zêdekirina sûîqestan li Silêmaniyê dixwaze tevlîhevî û pirsgirêkên nava YNKê de mezin bike. Li vir Bayik basî wan sûîqesta dike ku di dema rabûrî de li Silêmaniyê li dijî kadroyên PKKê hatine kirin û di encamê de kadroyekî wan hat kuştin û yeke din jî hat birîndar kirin, Alixmaho bi vî awa dixwaze du armanca pêk bîne ew jî evin; li aliyekê dixwaze Bafil Talebanî ku qeyûmê PKKê di nava YNKê de li erdê xistiye û ew bê nirx kiriye û tev desthelatên wî ji wî wergirtine û ew bê bandor kiriye nêzî xwe bike û bi wî bide xweya kirin ku PKKe dikare bi Bafil beg re jî bixebite, jiberku Cemîl bayik di hewlên xwe yên ji bo careke din bihêzkirina qeyûmê xwe yê li Silêmaniyê anku Lahor Cengî rastî astengan hat û feşel anî, loma naxwaze pêtir Bafil Talebanî aciz bike, ev ji aliyekê. Ji aliyek din, Alixmaho bi vê yekê ku dibêje, «yên ku di nava YNK’ê de ne û yên li derveyî YNK’ê jî fikrê xwe çi dibe bila bibe divê her kes ji bo YNK’ê bixebite ku YNK di van hilbijartinan de encameke xurt bi dest bixe». Dixwaze li dijî xeta netewî ya ku PDKe nûneratiya wê dike bisekine û astengan ji bo vê xetê dirust bike.

Bayîk û berxwedana Kobanê

Bayik di axaftina xwe de basî berxwedana kobanê kir û ragihand, «berxwedana Kobanê berxwedaneke dîrokîye. DAIŞ’ê li wir derb xwar û careke din nekarî xwe komî ser hev bike. Têkçûna DAIŞ’ê li wir dest pê kir. Ji çar parçeyên Kurdistanê piştgirî ji berxwedana kobanê re hate dayîn». Ya ku Bayik derbara Kobanê de gotî ji bêexlaqîyekê zêdtir ti tiştek din nîne. Bayîk basî rola her kesekî di berxwedana Kobanê de kir, wî basî gelê Bakur û Rojava kir û ragihand ji gelek deverên cîhanê Şoreşger çûn Kobanê ji bo şer bikin, lê belê, bi ti awa basî pêşmergeyên leheng ku rola sereke di têkşikandina DAIŞ’ê li Kobanê û serxistina berxwedana Kobanê de hebû nekir. Belê ya ku Bayîk gotî ji bêexlaqîyekî zêdetir ti tiştek din nebû, jiberku her kesê bi çavê serê xwe dît hin nemabû ku DAIŞ Kobanê bi temamî bigre, lê belê piştî şandina pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Kobanê, piştî ji bo yekem car di dîroka Kurdistanê de pêşmerge bi awayekî fermî sînorê sê dewletên dagirker derbaskirî gihiştin Kobanê û kobanê rizgar kir, yên ku nehişt kobanê bikeve û DAIŞ li wir têk biçe pêşmergeyên Kurdistanê bûn, lê Bayîk bi tenê bi peyvekî jî basî wan nake. Bayîk hetta basî şervanên biyanî dike, basî gelê Bakur û Rojava jî dike lê bi yek peyiv basî pêşmerge nake, ev bi xwe delîlek mukume ku Bayîk li dijî yekîtiya netewî û pêşmergeyên Kurdistanê ye.

Pustên heman beş