Hilbijartinan go Êzidî tu caran nabine Apoçî û Şengalê Kurdistane

Li gorî dawî encamên hilbijartinên parlmena Îraqê ku komisyona hilbijartinan belav kirine, dengên namzedên Partîya Demokrata Kurdistanî, li Şengalê zêdeyî 34 hezar dengane, bi awayekî giştî namzedên PKKê jî 2900 deng bi dest xistine, gelo kî xwedîya Şengalê ye, PDKe yan PKKe?
Rêxistina PKKê li 3 oktobera îsalê bi dehan jin û zarokên Êzidîyan bi darê zorê kêşî ser cadeyan kirin û her wiha bi alîkarîya çekdarên YBŞê a girêdayî PKKê, nehişt namzedên PDKê bikevin di Şengalê û pîrozgeha Şerfeddîn de, ji bo ku bangeşeya hilbijartinê ji bo xwe bikin.

Rengê sindoqên Şengalê zer bû, Şengalê go ez Kurdistanim
Hilbijartin li 10 oktoberê hatin encam dayîn û Şengalê biryar da û xwedyên xwe diyar kir, rengê sindoqan zer bû û Şengalê go ez Kurdistanim.
Li gorî agahiyên pêgeha Darka Mazî, li roja hilbijartinê tevî ku rêxistina PKKê li rêbendên Şengalê, rê li dengdêran girt û nehişt dengê xwe bidin, li heman rojê bi dehan kes weke dîl girtin ku piranî jê denigdêrên PDKê bûn û nehişt dengê xwe bidin.
PKKê ev rêgirî bi zora çekî li ber çavên hikûmeta Îraqê û artêşa Îraqê û civaka navdewletî encam da, lê belê di ser vê re, Şengalîyan her biryara xwe da û deng bi berbijarên xwe yên PDKê da.

Li gorî encamên destpêkî, dengên namzedên PDKê û PKKê li bazneya 3 a Şengalê wusaye:
Namzedên PDKê:
Mehma Xelîl: 14167 Deng
Viyan Dixîl: 9294 Deng
Macid Xelef Hemo: 6667 Deng

Namzedên PKKê:
Semîr Şêx Derwêş û Rakan Raşid El Tehan kêmtir 2900 dengan bi dest xistine.

Pirsa li vir eve gelo, kîne nûnerên Şengalê, xwediyên 34 hezar dengan yan xwediyên 2900 dengan? Vê hilbijartinê tiştek bi ruhnî dexist berçavan ew jî eve:
PKKê paş 7 salên terora fikrî li ser Êzidîyan û gelê Şengalê û çêkirina tuhmetên bêexlaq li ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDKê û Pêşmergehan, nekarî nerîn û fikra gelê Şengalê biguherîne, gelê Şengalê biryara xwe da û got Şengal Kurdistane.
Vê hilbijartinê ji me re go: Paş 7 salên zora PKKê, Êzidî tu caran nabine Apoçî, ji ber ku cudahîyeke mezin di nêvbera civaka Êzidî û nerîn û felsefe û aydolojîya rêxistina PKKê û Apoçîyan de heye, ew felsefeya ku hemû aynan û hebûna xweday red dike.
Loma li dawiyê em dibêjin êdî PKKê pêwîstî bi rûyekê zorê qayîm heye ku di Şengalê de bimîne û di nava Êzidîyan de bimîne, ji ber ku Êzidîyan ji PKKê re got na, hûn ne ji mene û me tu carî hûn ji xwe hesab nekirine, hikûmeta Îraqê jî pêwîste êdî helwestekê eşkere hebe û mîna neamê serê xwe di axê re neke.