Dalkurd bi tenê 3 puenên din bi dest bixe wê derbasî Lîga jortir a Swêdê be

Dalkurd bi tenê 3 puenên din bi dest bixe wê derbasî Lîga jortir a Swêdê be

Di Lîga 1emîn a Swêd a Koma Bakur de Dalkurd li mala xwe bi encama 3-2 Hammarby têk bir û puanê xwe derxist 58an û pileya xwe ya 2mîn jî parast.

Di yariya hefteya 28emîn a Lîga 1emîn a Koma Bakur de Dalkurdê mazûvaniya Hammarby kir.

Dalkurd di xuleka 23yemîn de bi gola Samouil Izountouemoi re bi skora 1-0 ket pêş. Lîstikavanê tîma mêvan ê bi navê Jusef Erabi di xuleka 29an de golek tomar kir û rewş skor bû 1-1.

Hammarby di xuleka 35emîn de bi gola Hofvander bi skora 2-1 ket pêşiyê û bi vê skorê beşa yekem a yariyê bidawî hat.

Nîva duyemîn bi awayekî dijwarti dest pê kir, Dalkurd di xuleka 61emîn a pêşbirkê de bi gola Koen Kostons skor ki wekhev.

Di xuleka 90+2 ya yariyê de lîstikvanê Dalkurd Dîlan Îsmaîl golek tomar kir û lîstika bi encama 3-2 bidawî hat û piştî vê lîstike Dalkurd ev sê caran e li ser hev biserdikeve.

Dalkurd di hefteya borî de Assyriska li malê bi encama 5-0 û li dûv re tîma Pitea bi encama 3-0 têk bir, di dawiya hefteya 28an de puanê xwe gihand 58an û piştî Brommapoj a xwediyê 68 puanan, di rêza duyemîn de ye.

Her wiha tîma Kurd bi 4 puanan li pêş tîma Karsdatê ya di rêza 3yemîn de ye. Di Lîga 1emîn a Koma Bakur a Swêdê de 2 hefte man. Dalkurd hefteya bê dê li mala xwe bi Hudiksvall re û hefteya dawî jî li derve bi Haninge re rûbirû bimîne.

Di dawiya salê ya koman de her du tîmên ewil ji bo sala paştir derdikevin lîga jortir.

Pustên heman beş