Xelîfan bahaneye, Şam Şehaneye

Xelîfan bahaneye, Şam Şehaneye

Di van mehên dawî de PKK li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser sazî û dezgehên Rojava re, antîpropaganda û îftirayan dike. Êrîşa li dijî Pêşmergeyên Roj gihişte astekî jûr û çîrokek derew li ser pêşmergeyên Roj ku li Xalîfanê gerîla kuştine hate vehandin. Heman dem girseya çalakvanî a mobîl ya PKK ê li ber deriyê Sêmalka bi hinceta “termên me bidin” dest bi xwepêşandanê kir, dîsa rêgirî li medya yên wek K24 û çapemenîya hikumeta Herêma Kurdistanê hate kirin û bi berdewamî revandin û kuştina endamên ENKS ê bi îşkenceyê weke xebatek sistematik hate meşandin.

Yên ku siyasetê ji nêz ve dişopandin dizanîn ku armanca PKK ê ji vê yekê çiye. Di encamê de; Di bin vê helwesta PKK ê de, hevdîtinên Şam û PYD ê, ango hevdîtinên PKK û Tehranê hene. Ji ber vê yekê Xelîfan behaneye, Şam şehaneye.

Di navbera PKK û Şamê de peymana stratejîk

Li gor zanyariyên berdest û ji aliyê çavkaniyên bêalî ve hatine belavkirin, ku di navbera Îran û PKK ê de li Silêmanî û Tehranê hevdîtinên di asta bilind de hatine kirin. Civîna stratejîk jî civîneke teng bû, li nêzî Silêmaniyê bi beşdarbûna Cemîl Bayik û berpirsên Îtlaata Îranê pêk hatiye. Îranê li vir diyar kir ku divê Kurd bi rejîmê re li hev bikin da ku rejîma Sûriyê di qada navneteweyî de destê xwe xurt bike. Ew peymana stratejik (peymana casusa) a berê di navbera wan de heyî, dîsa nû kirin û PKK hin tawîzên pratîkî standin. Li Sûriyê weke salên 1990an nexweşxane, dibistan, balafirgeh û hwd hinek îmtiyazên pratîk wergirtin. Pêşeroja statûya Rojava ji Şam û PYD ê re weke mijareke duyemîn hate hiştin.

PKK ê tu carî hewl nedaye ku Rojava ji Sûriyê veqetîne

Me her tim gotîye û dubare dibêjin, Rojava bi şerekî di navbera rejîm û PKK ê de rizgar nebû ye. Di encama danûstandinên Îran û PKK ê de Rojava radestî PYD ê hate kirin. Ji ber vê dewir-teslîmê rejîma Esad hertim Rojava weke xaka xwe dîtiye. Tevî şerê ku bi salan e berdewam dike jî mûçeyên karmendan, mamoste, doktor û hwd rejîm rêdike. Rejîmê ji cihên bingehîn ên mîna balafirgeh, dezgehên muxeberatê xwe ne vekişand. Di rastiyê de ji bo boriyên petrolê zirarê nebînin xwe paşde da lê, efser, endezyar û xebatkarên teknîkî yên tesîsên petrolê yên Rimêlanê radestî rêveberiya Rojava hatin kirin. Tişta ku li vir em jênerazî û rexne dikin ewe, gelo çima PKK e vê derfeta zêrîn li Rojava heyî di berjewendiyên kurd û Kurdistanê de nameşîne? Bi navê biratîya gelan Rojava di warê sîyasî, leşkerî û çandî de bûye “girara Gavanî”

PKK e neçû ser bermahiyên rejîmê ve, Kurd kirin armanc

PKK ê li Rojava pêşî dest bi paqiş kirina partîyên Kurdan ên derveyî sîstema KCK ê kir. Weke mînak kesên di nava hêzên ewlekariya rejîma Sûriyê de, ku bi navên Emîn Siyasî, Emîn Dewlî, Emîn Leşkerî tên naskirin, li Qamişlo û Hesekê dijîn, lê endamên ENKS ê nikarin li bajar û bajarokên xwe bijîn. PKK ê tu carî hewl neda ku rejîma Esed ji Rojava derxîne. Mînak sala 1991 derfet li Başûrê Kurdistanê xuliqî, gel û pêşmerge hemû sazî, dezgeh û bermahîyên rejîma Seddam Hisên rûxandin û jinav birin. Ango desthilata rejîma Bexda li Kurdistana başûr paqij kirin. Lê li Rojava dezgehên rejîmê hatin sexbêr kirin. çima?

PKK ê li Rojava nasnameya Kurd li şûn de hişt. PKK ê nasnameya Sûriye bûnê li Rojava qels nekir, bêhtir xurt kir. Ji bo PKK ê Rojava mirîşkeke ku hêkên zêrîn dike. Bi şerê li ser xwîna Kurdan li Rojava bilind bû, di qada navneteweyî de hin derfetên dîplomatîk, aborî û lojîstîkî bi dest xwe xistin. Lê ev destkeft ne bûn milkê Kurdên Rojava.

Niha jî PKK e wisa dide xuyakirin ku şert û merc pirr xerab in loma jî li Rojava lihevhatinek di navbera kurdan de çênebe. Weke ku hewlên lihevhatinê pir cara ceribandine, lê kurd li Rojava nikaribin yekbûna xwe ava bikin. Bi zanebûn Pêşmergeyên Roj weke çete tên pênase kirin. Xwepêşandanên li ber dergehê Sêmalka hatî organize kirin jî, mebesta wan heman tişte. Di navbera herdû parçeyan de (Başûr-Rojava) têkiliyeke dîrokî û dêrîn hebû. PKK ji bo têkbirina vê yekê weke dezgeheke şerê taybet xebitî û tovê xezebê ku çi demên dîrokê de neyî, di mawayê 5 salan de di navbera her du parçeyên Kurdistanê de çand. PKK ê her du beş bi ajandayên bîyanî anîne pêşberî hev. Ango PKK ê Rojava Bi Esed re, Ereb û Suryanîyan re kir bira, lê li dijî Başûrê Kurdistanê jî dixwaze bike dijmin. Bi rastî ew girseya ku bi fermanên PKK ê bizavê dike, ne hejmareke mezin e, lê di encamê de, bi vê girseyê re vê dibêje: “Kurd li Rojava nikarin bibin yek. Yekitiya Kurdan pêk nayê. Kurdên Rojava nikarin bên cem hev. Loma jî em ê biçin bi Esed re li hev bikin.”

Di rastiya xwe de êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava li ser vê bingehê pêş dikeve. Tê gotin Şûna ku bikeve deste Tirkiyê, bila bikeve destê Rejîma Sûrî. Lê belê çareserî ya hember êrîşên Tirkiya ne ewe ku mirov xaka xwe bide rejîmê. Ya rast û esas yekîtîya Kurdan e û dê ew hemû êrîşên dagirkeran jî bide sekinandin.

Kadroyên PKK ê yên mîna Aldar Xalil eqilê wan bihostekê hewa ve, dibêjin Cenevre ne ciyê çareseriyê ye, çaraserî li Şam ê dibe. Bi vê yekê ew dibêje ku pêwîstiya Kurdan bi Esad heye. Lê bi nepejirandina Cenevreyê û nepejirandina Ewropa di esas de şaşiya Kurdan a li Lozanê tê dubare kirin. Lê îhtimalek din jî heye: Ne tenê partiyên Rojava, hemû kurd bi hevre dikarin bibin yek û hêza dîplomatîk li ser Ewropa ferzbikin û çareseriyê bixuliqînin. Heke welê kar were kirin ji Esad jî dê tawîzan zêdetir bistînin.

Tiştê ku Aldar Xalil kiriye bêexlaqî û xiyanete. 13 hezar şehîd, 28 hezar birîndar, dema li ser masê hevdîtinê tê rûniştin pêwsîte nebêje ‘’alternatîfeke me nîne, em neçar man ku biçin Şamê’’. Ew helwest ji despêk de teslîm bûn e.

Axa yek bi xulamê xwe dimeşe. Li kêleka rê pîsatîyê dewaran dibînin. Axa gote xulamê xwe heke tu vî pîsatî bixwî ezê nîvê milkê xwe bidim te. Xulamê wî pîsayî dixwe. Axa ji ber ku nîvê milkê xwe daye xulamî, bêzar bûye. Xulam jî ji ber ku pîsatî xwarîye ji xwe hêrs dibe. Hinekî wêdetir çûne û li wir komek dî pîsatî dibînin. Xulam vê carê got: “Aga tu vî pîsayî bixwe ezê axa te li te vegerînim”. Axa ji bo ku axa xwe vegerîne ew pîsayî xwar. Piştî demekê xulam li axa pirsî: “axayê min, me çima ev pîsayî xwar?” Ger Aldar Xelîl te qed bawer nedikir ku çareserî di navbera kurdan de wê çêbe û dewletên Ewropî ne xwedî hêza çareseriyê ne; hew çax çima 13 hezar şehîd we dan, 28 hezar birîndar û 5 hezar xazî ji çar parçeyên Kurdistanê hatine dayîn? Wê demê çima we Efrîn û Girê Sipî da Tirkiyê?

PKK e ji destpêka pêvajoya Rojava ve dibêje rêya sêyemîn, dibêje em bi kesî re tifaqê nakin, em ê rêya xwe de bimeşin. Lê rêyên PKK ê dîyar bû. Rêya PKK ê ji destpêkê ve ew bû ku Kurdan di nav sînorên kolonyalîstan ên Rojhilata Navîn de bihêle. Ev rastîya polîtîkaya PKK ê ya 30-40 salî bû. Niha jî ji bo ku vê siyasetê rewa bike, herîya xwe davêje her kesî.

Ne hewce ye ku hûn van viran bikin. Nê di sere Qarasû, Cemîl Bayik de mûyek reş nemaye. Temenê we gîhaye 70 salî şûna ku hûn sînaryoyên derew û tirsonek pêşberî gelê Kurd bikin, bi mêrxasî bêjin, me biryar da ku em bi hevalê xwe yê berê yê qedîm re ango Beşar Esed re bimeşin. Ev gotina we ji sînaryoyên we yên derew pirr baştir e. çi nebe vê carê rêz ê li xwe bigirin.

Pustên heman beş