Li ser zêdebûna bikaranîna Captagon li Kobanî, Bandora YPGê û rola PKKê di bazirganiya narkotîkê de

Captagon-PKK-YPG-Info

Di van salên dawî de li Rojava bikaranîna dermanê bi navê Captagon ku kabûsa herî xirab a cîhanê ye, zêde bûye. Çavkaniyên Rojava diyar kirin ku Captagon ku bi taybetî di nav ciwan û zilamên temen 30-45 salî de tê bikaranîn, ji ber ku hêz û wêrekiyê dide, êdî gihiştiye astakî xeternak. Bi taybetî Reqa û Kobanî li gorî bajarên din cihên ku Captogon lê zêde tê bikaranîn in. Metirsiya Captagon li ser Rojava xeterîyek mezin çêdike. Sedema vê ya herî mezin jî ew e ku Sûriye navenda Kaptagonê ye û hindek endamên asayîş û ewlehîya Rojava bûne bazirganên Kaptagonê.

Captagon çi ye?

Captagon, ku di forma heb an toz de tê firotin, dermanek mîna amfetamînê ya pir tiryak e ku li Rojhilata Navîn pir populer e.

Ji ber ku di kesên Captagon bikar tînin de asta hêz û cesaretê zêde dike, mirov bêyî ku bifikire zirarê dide xwe û hawîrdora xwe, hesta tirsê ji hole radike û du rojan hewcedariya xewê nake. Ew jî nîşanên depresyonê kêm dike. Lê ev hebe ne bi demê re elimandinê çêdike.

Navenda bazirganiyê Sûriyê ye

Captagon niha bi taybetî li Rojhilata Navîn û Asyayê zêde tê bikar anîn.

Navenda belavkirina Captagon Sûriye ye. Herwiha tê zanîn ku Sûriyê bi rêya mafyaya Îtalî hebên Captagon bi qaçaxî dişîne welatên Yekîtiya Ewropayê.

Îran navendeke girîng a cîhanê ye di peydakirina madê hişber de û niha bi rêya hêzên xwe yên paramîlîter dermanan bi rêya Lubnan û Sûriyê derdixe bazarê. Welatên ku hêzên çekdar cîranên wan in, ji ber madeyên hişber ku ji Îranê û cihên ku milîsên wê lê ne, tên belavkirin. Mînak yek ji van cihan jî Ûrdun e.

Hêzên leşkerî yên Sûriyê, çekdarên Hizbullah û Hamasê hem Captagon bikar tînin û hem jî bazirganiya wê dikin. Rojava yek ji wan cihên ku rasterast bandorê li bazirganiyê dike ye. Li Rojava ne tenê bikaranîna Captagon zêde dibe, hejmara kesên ku tûşî ve tiryakê dibin jî zêde dibe.

Li Kobaniyê di navbera endamên YPG ê û bazirganan de li ser bazara Captagonê şer derket

PYD, rêxistina PKKê li Rojava, car caran di medyayê de nûçeyên ku xabatên wek konferansa li dijî narkotîkê li dar dixe, diweşîne. Lê di eslê xwe de bi derdorên bazirganiya narkotîkê re bac û hevkariyê dike. Dem bi dem qazancên narkotîkê dibe sedema pevçûnên di navbera baskê leşkerî YPGê û bazirganên tiryakê de. Herî dawî di navbera berpirsên YPGê û bazirganên madeyên hişber li Kobanî de pevçûn derket.

Çavkaniyên Darka Mazî der barê pevçûna dawî de agahî dan. Li gorî vê yekê Cîlo Muhammed Elî û kurên wî yên li Taxa Kaniya Kurda ya bajarê Kobanê dijîn, weke bazirganên herî mezin ên Captagonê tên naskirin. Dermanên ku ji Reqqayê anîne, dikin bazara Kobanî û dişînin Tirkiyê. Dema van dike bac jî dide pêkhateyên PKKê wek YPGê yên li herêmê. Her wiha hin rêveber di Asayîşa Rojava de bi dizî hevkariya van bazirgana dikin.

Li gorî çavkaniyên me yên herêmî di navbera 3 berpirsên YPGê û Cîlo Mihemed Elî de nakokî derketiye û ev nakokî vediguhere şerê çekdarî. Piştî aloziya di 25 ê Adara 2024 an de, her du kurên Cîlo Muhemed ku çek li dijî berpirsê YPGê kişandibûn, ji aliyê asayîşa giştî ya PYD ê ve hatin girtin û birin cihekî nediyar. Heta niha der barê wan de tu daxuyanî nehatine dayîn. Her wiha hevkarên din ên Cîlo Muhammed hê jî li ser wazîfên xwe ne.  

Girtina Cîlo Muhammed ê ku nêzî 2 sal in vî karî dike, ne ji bo pêşîgirtina li tiryakê ye, tenê ji bo parvekirina qezencê ye. PKKe di warê bazirganiya narkotîkê de berê jî xwediyê rabirdûek tarî ye.

PKKe bi du şêwazî ji tiryakê debara xwe dike

PKKe di warê tiryakê de xwedî ezmûneke girîng e û ji berê ve bi du awayan dahata tiryakê bi dest xistiye.

1-Bazarek ku rasterast bi rêya kadroyên xwe birêve dibe diafirîne. Bi vê mebestê esrar diçîne û rasterast difiroşe û bazara wê diafirî ne.

2- Li cihên ku bazirganiya madeyên hişber li ser xeta sînor tê kirin, bacê ji bazirganan distîne û rêkên wan kontrol dike.

PKKê di salên 1980 î ​​de li Ewropayê dest bi komkirina bacê ji bazirganiya narkotîkê kir. Piştî sala 1990 î dema dewleta Îranê li hemberî geşedanên li Başûrê Kurdistanê destûr da PKKê li ser sînor bi cih bibe, PKKê di bazirganiya narkotîkê de tevgerek kir û bû hêzeke girîng a vê bazirganî yê. Di salên 1990 î de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû hêza serdest. Hin mafyayên Kurd hebûn ku ji ber nakokiya berjewendiyan bi sîstema polîs-mafya ya di nava sîstema dewleta Tirk de tevlî PKKê bûn. Bi rastî jî ev pevçûn di kuştina kesên wek Savaş Bûldan û hwd de cihekî girîng girt.

PKKe li ser xeta Esendere, Gewer û Şemzînanê ya li ser sînorê Îranê di bazirganiyê de bûye hêzek girîng. Bi taybetî qesra ku Riza Altûn û Mistafa Qarasu bi destûra dewleta Îranê ya wê demê li Urmiyê lê diman, bû cihê bazirganên mezin ên narkotîkê û ji bo danûstandinan gelek caran kombûn di kirin. Ji ber vê yekê hemû tiryakfiroşên mezin ên li ser xeta Colemêrg-Urmiye-Makû Qarasu û Altûn ji nêz ve nas dikin.

PKK neçar ma xetên tiryakê biguherîne: Ji Zagrosê heta Şengalê

Her wiha PKKê bi taybetî piştî ku şer di salên 2000 an de rawestiya, dest bi çandiniya esrarê keriyê. Li Licê bi cotkaran re şirîkatî kirin. Her wiha li zozanên Elkî Faraşînê û gundê Mihrê haşhaş û esrar dihat çandin. Di heman demê de li ser sînorê Başûr li Oramar, Perîxan, Alantos, Talanê û li Kinyaniş, Sitûnê, Kehê, Şivereza, Bircela, bi tena serê xwe dest bi çandina madê hijşber kirin. Fermandarên HPGê yên li qadê koordinasyona vî karî bi rêya milîsên xwe yên herêmê ve dikirin. Di vê navberê de hin kadroyên PKKê li ser sînor ev kare weke şexsî jî dikirin.

Ev rewş heta sala 2017 an berdewam kir. Lê belê di encama operasyonên dewleta Tirk ên li ser xeta sînor û desteserkirina hemû herêmên di bin kontrola PKKê de, hatina li ser çandiniya esrarê û gumirka wê bi dawî bû. Lê vê carê deriyekî nû vebû. PKKê li Asos, xeta Pencewîn û Şengalê ku ji aliyê Îranê ve jî hatin bicihkirin, dahata tiryakê bi dest dixist.

Gelek delîl hene ku PKKe bi taybetî li Şengalê esrarê diçîne. Mînak rojnamevanê Ereb Muzahem Allsaloum bi nexşeyan nîşan da ku PKKe di mehên zivistan û biharê de li herêmên berfireh ên Şengalê esrara diçîne. Û ew diyar dike ku herêma Sinûnê bi piranî ji bo çandiniyê tê hilbijartin. Gelek çavkaniyan diyar dikin ku bazirganiya narkotîkê li gel her cure bazirganiya neqanûnî, li nuqteyên gumirkê yên PKKê yên li ser sînorê Şengal û Rojava tê kirin. Helbet ev çandinî û bazirganî bi piranî ji kadroyên PKKê û endamên din tê hilbijartin. Yanî ne li Rojava û ne jî li Şengalê û hwd saziyên fermî û sivîl ne di nava kar û barên bi vî awayî de ne. Komîteya malî, yekîneya îstîxbaratê û hwd ku kesên girêdayî Cemîl Bayik û hwd van xebatan pir bi hişyarî dimeşînin.

Metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê

Yek ji sedemên ku Şengal ji bo PKKê ferz dike ew e ku weke mirîşka ku hêkên zêrîn dike, rêya sereke ya gumirk û narkotîkê ye. Çawa ku ji vir tiryak bi qaçaxî derbasî Rojava tê kirin, hebên Captagon jî dixin bazarên Iraq û Kurdistanê. Herî dawî li Herêma Kurdistanê dest bi ser rêjeyeke berçav a madeyên hişber de hatiye girtin. Çavkaniyên wan her tim heman cih in. Silêmanî-Îran, sînorê Rojava-Şingal û helbet derdorên li herêma Ereban ku piranî girêdayî Heşda Şeibî ne. Yanî şebekeya tarî ya PKKe û Heşda Şeibî ji bo civaka Kurd xeteriyeke mezin e. Bi taybetî Xaneqîn û Pencewîn tiryakkêşî berbelav dibe. Ev yek bi destê Îranê pêk tê. Niha Îran dixwaze vê yekê berfireh bike. Rêvekirina xetên madeyên hişber ji aliyê Îranê ve bo Herêma Kurdistanê, ne tenê şerekî aborî ye, herwiha şerekî civakî ye jî.

PKKe beşeke ji şerê ku Îran li dijî civaka Kurd dimeşîne – weke ku şerên din. Ev rewş hem ji bo Rojava û hem jî ji bo Herêma Kurdistanê bi taybet bo Şengalê xeteriyeke mezin e.

Pustên heman beş