Dalkurd pir nêzîkî derbasbûna Lîga Yekem a Swêdê bûye

Dalkurd pir nêzîkî derbasbûna Lîga Yekem a Swêdê bûye

Tîma futbolê Dallkurd ku li Swêdê ye, di werza 2021-2022 ya xula herêmî ya Norra ya Swêdê de, her çar yariyên dawî bi serkeftinê temam kir û ket rêza diduyan.

Tîma Dalkurdê di pêşbirka dawî ya ligel tîma Haningê de pûanek wergirt û niha tenê du pêşbirkan ji lîga yekem a Swêdê dûr e.  Di çarçova rikeberiyên gera 30 a vê xulê de (Division 1 Norra), tîma Dalkurd bû mêvana tîma Haningê û pêşbirk bi yeksanî temam bû.

Rickson Mansiamina xuleka 38 tîma xwediya malê pêş xist û di xuleka 44 de jî Fabio De Sousa Silva li ser navê Dalkurdê bersiva vê golê da û beşa yekem a pêşbirkê bi encama 1-1 temam bû.

Di beşa duyem de Dalkurdê zexta li ser xwediya malê zêde kir û di xuleka 65an de Bakhtiar Rahmani Dalkurd 2-1 bi pêş xist. Lê Mattias Mitku di xuleka dawî ya pêşbirkê de, di xuleka 88an de golek ji bo Haningê tomar kir û pêşbirk bi yeksaniya 2-2 temam bû.

Dalkurd ku di her çar pêşbirkên xwe yên dawî de hevrîkên xwe têk birin û werza yekem a lîgê bi 62 xalan di rêza duyem de temam kir.

Dalkurdê bi giştî di vê lîgê de performanseke baş nîşan daye û tenê di 4 di pêşbirkan de li hemberî rikeberên xwe bi bin ketiye .

Dalkurd rojên 1 û 4ê yên meha bê di çarçova Play Offê de dê bê hemberî tîma GAIS û serkeftiya pêşbirkê dê bigihîje lîga yekem a Swêdê ku wek `Superettan` tê zanîn.

Pustên heman beş