Dalkurd ji nû ve derbasî Lîga Superettan a Swêdê bû

Dalkurd ji nû ve derbasî Lîga Superettan a Swêdê bû

Tîma futbolê Dalkurd ku li Swêdê ye, di lîga Yekem Koma Bakur a Swêdê de bi ser ket û derbasî lîga bilind a Swêdê Superettanê bû.

Dalkurd di yariya xwe ya dawî ya Lîga Yek Koma Bakur a Swêd de, bi tîma GAIS re leyîst û di maça duyem a Play-off de bi encama 1-0 bi ser ket û mafê derbasbûna Lîga Superettanê bi dest xist.

Dalkurd sala borî jî di Lîga Superettan de bû û ji nû ve derbasî wê lîga sereke ya Swêdê dibe.

Cîgirê Serokê Dalkurdê Welat Kiliçaslan, daye xuyakirin ku piştî serkeftina wan alîgirên tîma GAISê êrîşî alîgirên wan kirine.

Pustên heman beş