Asayîşa PYDê bi hinceta maddeyên hişber nivîsgeha Rûdawê li Qamişloyê daxsit!

Asayîşa PYDê bi hinceta maddeyên hişber nivîsgeha Rûdawê li Qamişloyê daxsit!

Hêzên asayîşa PYDê li Qamişloyê çûn ser nivîsgeha sereke ya tora medyayî ya Rûdawê û daxsit.

Hat ragihandin hêzên asayîşa PYDê li Qamişloyê îro 7/12/2021an, êrîşî ser nivîsgeha tora medyayî ya Rûdawê li Qamişloyê kiriye, asayîşa PYDê birêveberê nivîsgeha Rûdawê û 5 xebatkarên wê ku li nivîsgehê de dişoxlîn desteserkirin.

Hêjayî gotinêye roja 8î Golana 2021an komek a ser bi rêxistina Ciwanên Şoreşger jî êrîşî ser nivîsgeha Rûdawê li Qamişloyê kirbû û li dema êrîşê siloganên piştevanî kirina PKKê dIqîrandin.

Li gor agahiyên pêgeha Darka Mazî, biryara êrîşa ser nivîsgeha Rûdawê ya 8î Golanê û êrîşa îro jî ji Qendîlê hatiye dayîn. Lê belê Bedî Heso, birêveberê Ofîsa Ragihandina Asayîşê li Herêma cizîrê ragihand: “Hin agahî ji me re hatibûn ku hin kesan di nivîsgeha Rûdawê de madeyên hişber bikar anîne. Hevalan jî ev kesane desteserkirin, şaştiyek çêbûye, xweya bû xebatkarên Rûdawê têkilî bi van kesane re nîne, ji ber vê yekê me rênmayî dan ku ev 6 xebatkarên Rûdawê werin serbest berdan.”

Pustên heman beş