Kesê ku îro li Xanesorê bûye armanca balefirên Tirkiyê kî bû?

Kesê ku îro li Xanesorê bûye armanca balefirên Tirkiyê kî bû?

Îro balefireka bê pîlota Tirkiyê otomobîleka çekdarên PKKêya li sînorê bajarê Şengalê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên hatin bidest xistin îro 7/12/2021an, danê êvarê, dironeka bi çeka Tirkiyê otomobîleka çekdarên PKKêya li navçeya Xanesora Şingalê bombebaran kiriye.

Li gor zanyariyên pêgeha Darka Mazî ku ji çavkaniyên xwe yên li Şengalê bi dest xistine, di otomobîla îro hatiye armanckirin de, rêveberekî PKKêyê bi navê “Merwan Bedel Xwedêda” ku bi kodnavê “Dijwar” tê nasîn hebûye, û di encama vê êrîşê de canê xwe ji dest daye.

Merwan Bedel Xwedêda kurdekî Êzdî yê xelkê Şengalê bû, ew berpirsê Desteya Cêbcîkar a “Rêveberiya Xweser” a Şingalê bû.

Pustên heman beş