Daxuyaniya HPG’ê ya Pêşmergeyên şehîd û siyaseta çeqelî yê

hpg-pkk-kck-murat-karayilan-kurd-kurdistan

Rêxistina terorîst a Daîşê êrîşên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê zêde kirine. Di hefteya dawî de du êrîşên mezin pêk hatin. Di van bûyeran de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Sedema zêdebûna êrîşên Daîşê, rewşeke ku divê mirov li ser kurdan pirr nîqaş bike. Ji ber ku êrîşkar Daîş e, lê li pişt wê hêzên dagirker hene. Lê ev hêza dagirker ne tenê Tirkiye ye. Bi giştî têgihiştinek heye ku Daîş ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bikaranîn. Lê Îran hêza yekeme ku bandorê li pêkhateya Daîş ê li Iraqê dike.

Ji dema aktîvbûna Daîş ê ve, eger em li Iraqê binerin, tenê hêza ku bi ser ketiye û cih ji xwe re çêkiriye, Îran û hevalbendên wê yên eniya Şîe ne. vê eniya Şîe jî şirîkekî xwe yê Kurd heye. Ew hevkar jî PKK ye. Belê, dewletên dagirker ên ku ji êrîşên Daîş ê sûd wergirtin Tirkiye û Îran in û li kêleka wan jî rêxistina PKK ê ye.

PKK di serdema Daîş ê de ji bo avakirina Heyva Şîe re alîkariya Îranê bike hatibû erkdar kirin. Li ser xeta Kerkûk, Şingal, Germîyan û Mexmûrê hate bi cî kirin. Erê, binêrin, em dibêjin ku hatiye bi cî kirin. Ji ber ku hêza ku hêzên çekdar ên PKK ê biriye Kerkûkê, rêxistina Îtlaatê ya îstixbarata Îranê ye. Yê ku siyasetê dizane vê yekê baş dibîne. Ger wextê me çêbe emê vê binivîsin. Lê niha em dikarin bi zelalî vê yekê bibêjin: Îran, Tirkiye û rêxistineka taşeron ango PKK ê bi êrîşa Daîş ê ya 2014 an re li herêmê cih ji xwe re çêkir. Aniha jî heman rêxistin li bendê ne k di vê pêla duyemîn a êrîşên Daîş ê de ji xwe re hinek kelûpelên sîyasî û eskerî kombikin.

Pêdivîye em hemû propagandayên reş û weşanên PKK ê yên ku di eyarekî zirav de tênekirin li piştî êrîşên çeteyên Daîş ê, bi vê perspektîfê binirxînin. PKK li bendê ye ku êrîşên Daîş ê wekî sala 2014 an zêde bibin û ew jî bo xwe bermahîkan kom bike. Yanî bi şehîd ketina her pêşmergeyekê û her êrîşekî li ser herêmê çêdibe PKK ji bo xwe weke pêşketineke baş dibîne. Di vê lîstikê de PKK li benda rolekê ye. Ev kurtasî ya rastiyê ye. Lê yên ku li ser dîkê tên pêşkêşkirin jî hene.

Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG ê Serdem Yektaş, kadroyê PKK ê ji çapemeniya xwe ANF ê re axivî û sersaxî ji pêşmergeyan da. Her wiha got, me berê Kerkûk ji Daîş ê paqij kiribû. Ji xwe şerm nekir û got, emê dîsa herin şer bikin. Di bingeh de van axaftinan tu eleqeya bi rûyê rastîn ê PKK ê re nîne. Lê belê ji ber ku PKK hesasiyeta Kurdan dizane, li gorî hestên gel ên pêwîst xwest Show yekê bike loma jî di asta jêr de êndamekî xwe da axaftin.

Begm ew çi ye? Her wiha PKK ê sersaxî ji malbatên pêşmergeyên şehîd re xwest. Ma welê ye? Başe, gelo PKK sersaxiyê li malbatên wan pêşmergeyên ku bi deste PKK ê hatîn şehîd kirin? Mesela, sersaxiyê dide malbata rêveberê Asayîşa Serê Zêrê Xazî Salih Alîxan ku li ber çavên zarokên wî hatibû şehîd kirin? Nikare sersaxî bixwaze! Çima? Ji ber ku PKK rêxistineke çeqel e bi cenazeyên xwedî dibe. Hem Ji cenazeyên xwe û hem jî, ji cenazeyên kesên din xwedî dibe.

Hevpeyvîna ANF ê ya Serdar Yektaş re kirî, di qalîteya lîstika dibistana seretayî de  nîşaneya çeqelî ya PKK ê ye. Ji sala 2014 an ve PKK li herêmên Şengal, Mexmûr û Behdînan weke çeqalekî li bendê ye ku Herêma Kurdistanê bikeve û lawaz bibe, da ku li ser bermahî ya xwe xwedî bike.

Em hemû taybetmendiyên çeqelan dizanin; rast e, çeqel ajaleke laşan dixwe. Bi xwe nikare zêde nêçîrê bike, nêçîra diziya mirîşkan û tiştên biçûk dike. Lê di esasê xwe de ew laş xwer e. Ew li dû nêçîra kesên din diçe û bermayên nêçîrê dixwe. Taybetmendiyeke çeqelan jî heye, bi qîrîna komkî hewl didin tirsê belav bikin. Yê ku em jê re dibêjin çeqel aha ev e. PKK çeqel e, hertim dixwaze li ser keda kesên din xwe mezin bike, hertim li pey laşan digere. Hertim dixwaze bi qîrvîrê tirsê belav bike. Ango çeqelî ev e; fêlbazî ye, xapandin e, dizî ye, derew e û berî her tiştî jî xapînokî ye. Çeqelî bêheyayî, bêedebî û bêşermî ye.

Heger PKK ne çeqel bûya ma dê rabûna û sersaxiyê ji Pêşmergeyên Şehîd re bixwesta? Ji ber ku di nava 11 mehan de 12 pêşmerge şehîd kirin û 10 mayîn jî beriya biteqin hatin têkbirin. Ger wiha nebe dê hejmara şehîdan pirr zêde bibe. Niha tenê ji bo xapandina Kurdan sersaxiyê dixwezin. Yanî ev terzê çeqela ye, pêşî dikuje û dûv re jî xwe bi xemgînî dide nişandan. Her kes dizane ku PKK ê hebûna xwe li ser nebûna Herêma Kurdistanê ava kirî ye û li dijî Herêma Kurdistanê şer dike. Ma ne ew Mistafa Qarasû û Besê Hozat bûn ku digotin; “eger şer bi pêşmergeyan re çêbibe ev nabe şerê birakujî” kuştina pêşmergeyan rewa dibînin. Yên ku pêşmerge weke dijmin nîşan di den her rêveberiya PKK ê bixwe ye

PKK – HPG ji Daîş ê zêdetir berpirsê pêşmergeyên li Mexmûrê şehîd bûne. Ji ber ku ew PKK ye bûyî sedem ku Heşda Şeibî ango Daîş a şîe li xeta Şengal, Kerkûk û Mexmûrê bi cih bibin. Heger îro ji PKK ê were pirsîn, gelo Hewlêr bikeve bin kontrola pêşmergeyên yan an jî Heşdî Şeibî, wê PKK Heşdî Şeibî tercîh bike. Dîsa ji PKK ê were pirsin Hewler bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girêda be yan jî Bexdayê, PKK dê Bexda tercîh bike. Na, ev ne mûbalaxa ye, rastiyek e. Ma nahê bîra we PKK ê li Şingalê şûna Pêşmerge Heşda Şabî tercih kir. PKK heman tiştî ji bo Silêmaniyê jî dê bike.

PKK ne tenê di aliyê siyasî de, di aliyê pratîkî de jî şirîkê van hêzên ku ev êrîş pêk anîne. Yekîneyên Daîş ê yên li herêmên Kurdistanê bi cih bûne, ji xeta Şengalê ya li ser Rojava tên. Ew kesên ku bi pereyên ku rojnameya Guardian nivîsandibû û di berdêla pereyan de kaxezek îmze kiribûn ku careke din venegerin Sûriyê û hatibûn berdan.

Li ser van hemûyan PKK bi navê pêşnîyarî dibêje bila pêşmerge li herêmên Heftanîn, Gare û Bradostê biçin Kerkûkê. Lê tişta ku Pkk ê ji bo têkbirina statûya Herêma Kurdistanê kir, bi qasî Daîş ê û Heşdî Şeibî xeternak e. Ger sibe Pkk firsendê bibîne dê li ser tanken Îranê êrişî Herêma Kurdistanê bike.

Ji bo vê jî her çiqas PKK dibêje “Em amadene li dijî Daîş ê şer bikin” jî em armanca PKK ê baş dizanin. Mîna bûyerên sala 2014 an qewimîn. Ji aliyekê ve wê bi Îran û Bexdayê re hevkariyeke siyasî û stratejîk ava bike, ji aliyê din ve jî ji bo civaka Kurd bi peyamên xwe wekşî Kurdistanî nîşan bide. Bi vê sîyasetê di xweze bibe xwedî prestîj, ji aliyê din ve hikûmeta Herêma Kurdistanê ku rê li ber wan veke. Na, êdî ew rûpel hatîye girtin. Her kes dizane ku PKK ne dost, ew di bin libasê dostanî yê de çeqalî ya xwe diveşêre. Her kes baş dizane ku PKK bi kelecanem mezin li benda Daîş, Heşdî Şeibî û hêzeke din e ku Herêma Kurdistanê lawaz bike. Heman dem gelê Kurd dizan PKK şirîk û hevkarê van hêzên neyar e. Ji ber vê yekê jî banga ku tenê ji PKK ê re bê kirin wê ev be: Dev ji çeqelî yê berde, ji tifaqa dij-Kurdistanê derkeve, hevpeymaniya xwe ya bi rêxistinên terorîstî re, yên wek Heşda Şebî û Daîş ê re bi dawî bike.

Pustên heman beş