Kurd û hizrên netewî !

Kurd û hizrên netewî !

Nurî Çelîk

Dem û dezgehên xelkê ji bo xurtkirin û paraztina berjewendîyên millet û welatê xwe dixebitin.

Ji bo lihevragirtin û tifaqa milletê xwe dixebitin û hewl didin çareserîyan ji nakokî û pirsgirêkên nava girseyên xwe re bibînin.
Li derveyî welêt û li diyasporayê ji derveyî Kurdan hema bêjin temamê milletan xizmetê ji yekîtîya xwe û ji berjewendîyên welatê xwe re dikin.

Gava mijar dibe berjewendîyên millet, al û welat, hemi nakokî û pirsgirêkên navxwayî datînin alîyekî û dibin yek dest, dibin yek deng û yek hêz.

Bêguman ev yek ji xurtbûna hestên wan yê netewî, ji xwenaskirin û hizra wan a welatperwerî tê.
Li vajayî xelk û milletên din, em Kurd çi li welêt bin û çi li derve û diyasporayê bin, em tucarî nebûne xwedîyê wan hest û giyanê netewî ku karibin berjewendîyên xwe yên şexsî, malbatî û partîtî deynin alîyekî û li dora berjewendîyên netewî kom bibin.
Ev jî helbet ji lawazbûn, sistbûn, jarbûn û ji tunebûna hest û hizrên netewî tê.

Hest û hizrên milletên din ji dil û mejîyê wan e, ê me Kurdan jî tenê bi ziman û ji zimanê me ye.
Ne ji dil û mejî ye, ne bi dil û mejî ye. Netewperwerîya me netewperwerîyek xav e, bê wate û bê armanc e.
Gotin heye lê di kirinê de tu kes erk û nirxên netewperwerîyê nayîne cîh.

Bi ziman herkes Kurdperwer û netewperwer e, lê di kirin û emel de bêhna netewperwerîyê ji wan nayê.

Berjewendîyên me di ser her tiştî re ye û gava berjewendîyên me têxevin xeterîyê, netewperwerîya me jî winda dibe.
Helbet bêdewletbûn û tunebûna perwerdeyek netewî û netewparêzî di kesayet û netewperwerîya me de rolek mezin dilîze.

Lê gava em li xelk û milletên din dinerin, yên xwedî dewlet û bêdewlet jî netewperest nirx û hêjayîyên welatên xwe ne û hest û hizrên wan yên netewî ji yê me Kurdan qat bi qat zêdetir û xurttir in.

Pustên heman beş