Qadir Xoranî, nêzîkî PKKê: Îstixbarata Tirkiyê di nav PKKê de hatiye organîzekirina

Qadir Xoranî, nêzîkî PKKê: Îstixbarata Tirkiyê di nav PKKê de hatiye organîzekirina

Fermandarekî Pêşmergeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)  Qadir Xoranî, aşkere kiriye, ji nava PKKê b bi xwe sxîxurên ser bi îxtîxbarata Tirkiyê hene. Herwiha Xoranî daxwaz ji PKKê kir rewşa Herêma Kurdistanê di ber çavan re derbas bike.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi berdewamî êrîşî Herêma Kurdistanê dike û gefa şer li aliyên ciyawaz ê Herêma Kurdistanê dike. Di van demên dawiyê de PKKê fişara xwe bi ser YNKê zêdetir kiriye û hewl dide bi bahaneya xwepêşandanan aloziyan saz bike û baregehan bişewitîne.

Fermandarê YNKyî Emîd Qadir Xoranî ragihandiye divê sercem hemû hizbên parçeyên din ê Herêma Kurdistanê rewş û pêgeha yasayî û destûra û îdarî ya Herêma Kurdistanê li ber çavan derbas bikin û eger Kurdistan têk biçe wê hemû  têk biçin, ji ber wê divê PKK û hizbên din li  Herêma Kurdistanê çalakiyên xwe rabigrin.

Hewiha Emîd Qadir Xoranî dibêje, ‘’Herêma Kurdistanê bûye hêlin ji bo hemûyan û serokayetîya Herêma Kurdistanê û Serokwezîriya Herêma Kurdistanê piştevaniya beşên din ê Kurdistanê dikin û di tengasiyan de Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi hawara wan de çûne, xelkê Bakur û Rojavayê Kurdistanê di dema li wan diqewime berê xwe didin Herêma Kurdistanê, çunke bi awayekî ji beşên din ê Kurdistanê aramtir e. Ji ber wê divê piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin û heger Herêma Kurdistanê têk biçe ew dê hemû jî têk biçin.’’

Emîd Qadir Xoranî amaje bi wê yekê jî dike her hizbeke ji xeynî hizbên kurdî bikeve nava Herêma Kurdistanê, haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê çêdibe û û wê encama wê jî xirab bibe.

Di berdewamiyê jî de Emîd Qadir Xoranî:”Tirkiye dewleteke çalak e li Iraqê û herwiha li Sûriye û Îranê jî, bi taybet li di warê îstîxbaratî de, ji ber dezgeha îstîxbarata Tirkiyê li nava PKKê b xwe sîxûriya xwe ava kiriye û bi wî awayî îhtîmal e zanyarî ji bo Tirkiyê biçe li ser baregeh û û beşek li fermanên PKKê û kar û çalakiyên wê.

Pustên heman beş