Serê Kaniyê: Grûpên çekdar dest danîn ser 20 dikanan

rojava-kurdistan-serekaniye

Li bajarokê Til Helef ku dikeve 2 kîlometriya rojavayê bajarê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve piştî gefa kuştinê dest danîn ser 20 dikanên xelkê navçeyê.

Li gor çavkaniyên xwecihî û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 11ê vê mehê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, li bajarokê Til Helef ku 2 kîlometre dikeve rojavayê Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê piştî gefa kuştinê dest danîne ser 20 dikanên xelkê navçeyê.

Di dema dawî de, grûpên çekdar dest bi kampanya destdanîna ser dikan û milkên kesên ne alîgirê wan in li Serê Kaniyê û derdora wê kirine.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, grûpên çekdar bi hinceta parastina berjewendiyên giştî û nebûna belgeyên fermî yên wan dikanan, dest bi ser wan de digirin.

Pustên heman beş