Ji HPGê û Tirkiyê amara kuştîyan

Ji HPGê û Tirkiyê amara kuştîyan

Ev dema hefteyekê ye, nûçeyên zirarên canî ên Gerîla û artêşa Tirk tên parvekirin, li gorî PKKê 11 esker û li gorî Tirkiyê 15 Gerîla hatine armanc girtin.

HPGê, îro roja duşemî 13/12/2021ê daxuyanî da û ragihand ku Gêrîlayan li roja 10/12/2021ê, 3 esker li Xakurkê ceza kirine, HPGe peyva “Ceza kirin” bi kartîne û nayê zanîn kanê bi wateya kuştin yan birîndar kirinê tê.

Her wiha li roja 9/12/2021ê, HPGê nasnameya 8 Gêrîlayan eşkere kir ku li Dêrsmê jiyana xwe ji dest dane, li heman rojê go me 8 esker li Zapê ceza kirine.

Ji hêla xwe ve, di 3 daxuyanyên cuda de, artêşa Tirkiyê di dema hefteyekê de kuştina 13 Gêrîlayan û du fermandarên PKKê ragihandîye.

Dewleta Tirkiyê û rêxistina PKKê her li navbera çend rojan amarên zirarên canî yên hev parve dikin, lê belê nezlale kîjan amar rastin.

Pustên heman beş