Rastîya tevîlbûna Ciwanên Ereb di nav refên PKKê de û peywendîya vê mijarê bi Şingalê re

Êzidî

Dawudê Êzidî

Piştî êrîşa DAIŞê bo ser Îraqê hejmarek zêde ya xelkê neçar man ji bo parastina canê xwe terka mal û mulkê xwe bikin, hin ji wan awarey Tirkiyê, hin ji wan awarey Rojava û hin jî awarey Başûrê Kurdistanê bûn û di nava kampan de cî girtin.

Kampên Rojava, bi taybetî kampên ku Îraqî têde diman ji aliyê PKKê ve giringiyekê mezin pê dihat dayîn, ji ber ku li van kampan, bi fermana rêveberiya PKKêya Qendîlê, Erebên Îraqê ji boy endametiya PKKê dihatin rêxistin kirin.

Rêxistna PKKê ji boy tevlîkirina Şervan û rêxistina Ereba di hemû kampan de hat bi cih kirin. Lê kampa Holê û Roj taybetmendîyeke xwe hebû, ewjî ev bû ku ew Eşîretên Ereba yên nêzîkî deverên kurdî wek deverên Mûsil, Şingal, Mexmûr heya diçe Kerkûk û wek cihê nakokî li ser tên naskirin di van kampan de hebûn, rêveberiya Qendîl Cemîl Bayik û Murad Karaylan, ferman da Şahîn Cîlo û hin berpirsyarên Şingalê yên weke “Egîd Kelar ku zelamekî pir nêzîkî Coma û Cemal  bû û di demekêdajî berpirsê hêzên taybet bû, her weha pir req li hemberî Herêmê Kurdistanê û Barzanî da heye, wê demê li cihê Egîd Civyan hatbû Şingalê” ku ev xelkê ji deverên Îraqê yên cuda hatîne kampa, bi taybetî jî ew Erebên Herêma Şingal û Mûsil gerek werin rêxistin kirin, Meclis û hêza leşkerî  ji wan werin çêkirin û hêzeke leşkerî ji nav wan ciwanên Eşîrên Ereban were dirust kirin.

Ji bo ku ev kare were encamdayîn telîmata serekî ji bo kadroyên berpirs bû, bi alîkariya berpirsê QSDê û YPGê Şahîn Cîlo berhevî hatin kirin, ji bo rîhsipî û şêxên Areban yên penaber û hin kesan jî ku ji herêma Til-Koçer tevlî bûn, civîn bi ezîmeteke xwarnê hat çêkirin. Di vê civînê de daxuyanî û pîlan ji bo wan  hatin eşkere kirin, fikir û ramanên Evdila Ocalan ji bo wan  hatin şîrove kirin, gotin ku em dewleteke kurdî naxwazin, em bi fikra serok Apo demokrasî û Biratiya Gelan dixwazin, dewlata Kurdî ne di berjewendîya ti gelên herêmê dene.

Plan ji bo çêkirina hêzek eskerî hat danîn, ji bo ku ev hêz çêbibe piraniya amadebûyan erê kir, lê hin kesên ku bi guman nêzî vî karî bûn di go em tevlî vê hêzê nabin, dibe ev hêz li dijî PDKê ji bo şerê di navxweyîya Kurda de bê bi kar anîn, em ji ber vê naxwazin têkil bibin. Ev kesên ku bi guman nêzî vê yekê bûn, têkilî bi wan re hat qutkirin û gotin ev alîgrên PDKê ne.

Ev karê PKKê encamê xwe girt û ji wan Erebên herêma Mûsil û Şingalê teqrîben di navbera 800-1000 Şervan hatin tomar kirin, cihê perwerda wan jî li nêzîkî bajarê Hesekê hat çêkirin, ji bo wê hêzê jî kesekî xelkê dêrkê bi navê Welîd wekî berpirsê perwerde kirinê hat danîn, ku ev kes Kadroyê xwecihîye wek û zelamê Şahîn Cîlo tê naskirin.

Gelek dewreyên perwerdê hatin dayîn û bi wan çekên ku ji aliyê hêzên navdewletî de wek alîkarî ji YPGê re hatî şandin ew Ereb hatin çekdar kirin û şandine Şingalê, wek beşek ji YBŞê ya girêdayî heşda Şebî. Yanî ev Erebên ku li gel DAIŞê êrêşî Êzdîyan kirî, bûn YBŞ. Yanî qatil û qurbanî mil bi mil ketin yêk çeperî de.

Çend kesên mezin û rîhsipîyên wan jî ji bo Meclis û Rêveberiya hazir bikin şandin tirbespîya rojava 15-20 roja dewra perwerdê bo vekirin û hatin perwerde kirin.

Di buhara sala 2018an de ev meclisên hazirkirî zivrandine ser gundên ku li serdemê Saddam de ji Êzdîyan hatî standin û Ereb lê bicih kir bûn, PKKê dubare Ereb zivrandine ser wan gundan ve, û her dîsa wan Ereban di êrîşên DAIŞê da li gel DAIŞê êrişî Êzdîyan kirbûn, hêj êzdî awarebûn û nedikarîn bêne ser erdê xwe dema PKKê ew Ereb hem kirin xwedan meclis, hemjî kirin xwedan hêz û birine ser gundên wan yên li ser sînorê Şingalê û Rojava.

Hin kesên wek Sozdar Avesta ku bi xwe êzîdîya Bakûrê Kurdistanê û xelka Bişêrîya Batmanêye û endama komîteya rêveberiya PKKê ye û li Şingalê berpirsa yêkemîn bû, wêjî destek û alîkarî dikir ji bo encamdayîna vî karî. Ji xwe hin kesên êzdî wek Seîd Hesen û desteyeke wekî wî ku li Qendîl ji alîyê Karaylan, Sebrî ok û Cemîl Bayik ve di sala 2011-2012an de hatbûn perwerdekirin û ji bo ku tiştek li deverê rû bide hatbûn amadekirin jî hebûn . PKKê ev pîlan pêşya DAIŞê amade kiribûn.

Gelek êzdî bi vî karî nerehet bûn, lê tiştek ji destê wan ne dihat, zekî Şingalî jî, wek berpirsê duyemîn li Şingalê bû, (Zekî Şengalî jî êzdîye û bi mam zekî dihat naskirin, ew jî xelkê Bişêrîya Batmanê bû û demek dirêj di nav karê rexistina PKKê dabû, sala 1999an ji Ewropayê çû çiya û kurekê wî jî li çiya hatibû Kuştin, bi xwe weke kesekî Welatparêz û baş dihat naskirin, ji bo şoreşê xwe ji tu fedakarîya ne dida paş û Kurdperwer bû).

Mam zekî pir ji vî karî nerehet bû, nedivîya ev hewildanên PKKe dike li Şingalê bên kirin, ewî dizanî êzdî pê nerehetin, wî bi xwe jî ne dixwest ew Ereb careke din bi vî rengî bizivrin wan gundan, ewî digo hêj bi hizara keç û jin û zarokên êzdiya bi destê van Ereba û DAIŞê windane, çawa dibe ku ev Ereb wek ti tişt çênebûyî bizivrin ser van gundan.

Lê ji ber ku mam zekî ev helwesta xwe xeter di dît û ne di karî di bin vî barî de bi selametî derkeve, xwe bê deng kir û xwe ji vî karî dûr di girt û têkil ne dibû, PKKe jî bi acizîya Mam Zekî di hesiya.

Mam zekî Şingalî di sala 2018an de di otomobîlê de bû û dema ji merasîmekê di vegeriya cihê xwe hat êxbarkirin û ji aliyê balafirên tirkan ve hat şehîd kirin.

Dîsa di kampên rojava da rêxistinek leşkerî bi navê “Newadra” ku ew jî ser bi Heşda Şebî ve bû û ji YBŞê cuda bû, heye, serkêşê vê rêxistinê “‘Ebdulrehîm Şemerî”ye, ew berpirsekî hikûmeta Iraqê ve bû û bi şandek resmî re diçû kampê û ji bo hilbijartinên parlamanê Îraqê xwe wek kandîd nîşan dida, ev kese bi îcazeya PKKê şervanan ji nava kampê kom dike û dişîne Mûsil û Şingalê. Yekîneyên di nava kampan de hatine çêkirin ji boy dewamê di çûne Şingalê û Mûslê û cardeke din dizivrîne malên xwe yên Kampan de.

Gelek tiştê ne di rêda di nava kampên penaberan yên li rojava dihên kirin, lê PKKe rê nade ti kes xwe têkilî wan bike.

Dîsa di aliyê siyasî da ji bo hilbijartinên 2017-2018an bo Parlemana Îraqê ku sindoqa dengdanê ji bo penaberên Îraqî di kampên Rojava de bête danîn, hemahengî di navbera hikûmeta merkezî ya Îraqê û PKKe ya Şingalê çêdibûn û bi vî karî dîsa kadroyên PKKê xwestin dengên Îraqîya ji bo kandîdên xwe wergirin, berdewam di gel wan şêxên Ereban civîn çêdkirin, lê ji ber hin nakokiyên li Îraqê, sindoqên dengdanê nehatin qebûl kirin, jiberku îhtîmaleke pir mezn hebû ku kandîdê PKKêyê ku ji eşîra Cihêşîya bû dengên Îraqîyên ku li rojava û kampên rojava diman da bi hîle û fêlbaziya bi dest bixe.

Bi kurtasî, ya me bas kirî rastiya hebûn û tevlîbûna gerîlayên Erebe di nava refên PKKê de.

Pustên heman beş