Hêzên Rûsî liv û tevgera keştiyeke Fransî li Deryaya Reş dişopînin

ھێزێن رووسی لڤ و تەڤگەرێن کەشتیەکا فره‌نسی ل دەریایا رەش دشۆپینن

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên firqeya wê ya li Deryaya Reş liv û tevgera keştiya Fransî ya bi navê “Auvergne” ya bi mûşekên rênîşander dişopînin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyeke çapemeniyê de got, “Hêza wan ya li Deryaya Reş dest bi şopandina tevgerên keştiyeke Hêza Deryayî ya Fransî ya ku derbasî Behra Sipî bûye, kirine”.

Ev tevgerên leşkerî yên Fransî li ber ronahiya rageşiya di navbera Rûsya û Rojava de li Deryaya Reş tên.

Aloziya leşkerî ya di navbera welatên rojava û Rûsyayê de, tirsa ku ev yek dikare bibe sedema şer zêde kiriye.

Rûsiya bi berdewamî hişyarî daye kiryarên leşkerî yên NATO`yê li ser sînorên xwe, û gef xwariye ku dê tedbîrên tolhildanê werbigire, eger hevpeymanî berdewamiya bihêzkirina jêrxaneya leşkerî ya xwe bike û hêzên zêdetir li navçeyên ser bi sînorên Rûsiyê bi cih bike.

Pustên heman beş