Zêdebûna êrişên DAIŞ’ê û vegera Pêşmerge bo Kerkûkê

Zêdebûna êrişên DAIŞ’ê û vegera Pêşmerge bo Kerkûkê

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd ê navdar Serbest Ferhan Sindî ji bo Independent a Tirkî li ser zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê û têkiliyên bi rabirdûyê re şîrove kir. Em tevahiya nivîsê diweşînin.

Êrîşên li dijî pêşmergeyan, hêzên wekalî ên Îranê, PKK û yek ji welatên herêmê di encama yarmetîyek vekirî ya ji bo DAIŞ ê, pêk hatîye. Ew koalîsyona ku piştî referandûma 2017 an hişt ku Pêşmerge ji Kerkûkê derkeve ji kê pêk dihat, senaryoyên ku îro bi armanca ku nehiştin Pêşmerge vegere Kerkûk û navçeyên din ên nakok, lîstika heman koma hevgir e.

Bi piştevaniya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî, Artêşa Iraqê û Heşda Şebî di meha derbaz bûyî de zincîre operasyonên bi navê “Brûskê” li sêkuça Bexda, Dîyala, Seleheddîn û li Çiyayê Hemrîn, Çiyayê Mexûl ango deverekî 200 km bi xwe ve digire pêk anî.

Wisa dixuye ku li vir derb li DAIŞ ê hatiye xistin, lê ji ber ku bi hêzên Pêşmerge re ne hemaheng in, terorîstên ku ji wan deveran direvin, li ser navçeyên Pêşmerge dicivin û êrişan li wir dikin. Rexneya rayedarên Herêma Kurdistanê li Iraqê di derbarê “nebûna hemahengî yê” alîyekî xwe yê wiha heq heye.

Gava ku DAIŞ ê nikaribe xwe li Çiyayê Hemrînê ragire, wê berê xwe bide bakur, yanî herêmên Kurdan, wekî xaneqîn, Celewla, Kelar û Kifrî. Dema li bakurê Selahedîn asê dibe, ew ber bi rûbarê Zap û Dîcleyê yê di Mexmûrê re derbas dibe ve xwe vekşînin.

Di Tebaxa 2014 an de jî rewşek bi vî rengî çêbibû, lê wê demê rêxistin li wê deverê ne bi revê, belku bi girtinê ber bi pêş ve diçû. Niha jî wan deveran direvin loma jî êrîşî Kurdan dike. Ev tê çi wateyê? Heşda Şebî û Artêşa Iraqê bi hêzên Pêşmerge re tevnagerin lewra jî dibin sedem ku metirsî derbasî aliyê Pêşmergeyan bibe.

Bi texmîna min piştî şehadeta 6 pêşmergeyan, piştî peywendîya telefonî ya Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî, 10 pêşmergeyên din li Mexmûrê şehîd bûn û Serokwezîr jî bi lez û bez çû eniya Mexmûrê. Tam herêma ku em behsa wê dikin.

Ev geşedan nîşanî me di de ku Kazimî ne di nava vê komployê da ye. Berovajî vê li dijî Kazimî jî komplo tê sazkirin.

Di dema ku li dijî pêşmergeyan êrîş pêk tên û 22 pêşmerge şehîd dibin, medyaya PKK’ê propagandaya “sewqîyata pêşmerge ber bi herêmên Gerîla ve heye” dike. Ne tenê ev, heman dem nûçeyên asparagas li ser serwet a Barzanî çêdike. Ne bes ev, di manşetên rojnameyên xwe de îftirayan rêz dikin.

Medyaya PKK nikarîbûn leza xwe bigirin, kesên bi sernavên giran ên wek pisporiya Rojhilata Navîn anîn ser televizyonê û ew bûyerên li ser sînorê Belarûs-Polonya rûdayî jî bi ecêbî anîn bi “serweta” Barzanî ve girêdan.

Li aliyê din Îran û nûner ên wê Heşda Şebî îdîaya ku baregeheke Îsraîlê di nava Herêma kurdistanê de heye û ajanên Mossad ê li wir dimînin bi berdawamî anî rojevê. Ger em bînin bîra xwe ku çend caran êrişên mûşekî li ser Hewlêrê kirin e.

Di kêleka van de, berdevkên rêxistina ku bi navê Eniya Tirkmenên Iraqê hatibû damezrandin, lê tenê ji bo pêşîgirtina vegerandina kurdan bo warên xwe ne ji bo mafên tirkmenên li herêmê, siyasetek pêştêxin, di medyaya Tirkîyê de operasyonekî têgihiştinê bi tundî li dijî Pêşmerge dimeşînin.

Van kesan mesele gihandine asteke wisa ku ne kare eqlî be, dibêjin “Eger Pêşmerge vegerin Kerkûkê wê komkujiyeke Tirkmenan çêbibe”.

Heman dem ji ber ku Kerkûk û ew deverên gengeşe li ser tekirin di be mijar gotinê bi piştevanî û alîkariya hin welatên herêmê û dûvelokên wan DAIŞ êrişî kurdan dike.

Hin Erebên ku di serdema Seddam de li herêmê hatibûn cî kirin jî bi vê firsendê piştgirî didin DAIŞ ê û êrîşî gundên Kurdan dikin. Êrîşa li ser gundê Lihêban ê ya ser bi bajarokê Sergeran a Kerkûkê ve, nîşaneya herî zelal a vê yekê ye.

DAIŞ ê bi piştgiriya Erebên herêmê êrîşî gundê Lihebanê ku Kurd lê dijîn kirin. Gundiyan bi xwe jî destpêkê li hemberî êrîşê li ber xwe dan, piştre jî hêzên Pêşmerge derbasî nava gund bûn. Eger hêzên Pêşmerge mudaxile nekirana, diviyabû kurdan ew gund vala bikirana û erebên ku DAIŞ ê piştevaniya wan dike jî bi cih bibûna.

Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê hinek welatên herêmê û rêxistinên taşeron ên wan bêzar dike. Eniya Tirkmenî ya Iraqê û hemfikrên wê ya di nava Heşda Şehbî de di vî warî de ya herî deng jê der dikeve ye.

Hinek ji fermandeyên pêşmerge çend sedemên van bûyeran wek nebûna hemahengiya pêwîst, kêmasîya çekan û valahiya ewlehiyê di navbera wan û artêşa Iraqê de rêz dikin.

Fermandeyê Pêşmerge Mehmûd Sengawî ragihand, di êrişa Kuleco de, ku 6 Pêşmerge şehîd bibûn, bi eşkere yî ji ber kêmasîyênwan bû. Ango di vê yekê de xemsarî heye.

Yek ji sedemên herî diyarde ên vê yekê bêguman nezelaliya ku li herêmên di maddeya 140 de derbas dibe ye. DAIŞ ji wir êrîş dike, Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê pêşiya wan nikarin/an jî nagirin.

DAIŞ ê bi êrîşên xwe yên destpêkê, navîn û dawiya salê kkirî ve nîşan da ku erdnîgariyek di destê wê de nikarin bigirin jî lê dikare aramiya herêmê têk bibe. Rêxistinê di sala 2021 an de li gorî sala 2020 an ne tenê li Herêma Kurdistanê û Iraqê, li Efxanistan û Afrîkayê jî êrîşên xwe zêde kiriye.

Kazimî li gel malbatên pêşmergeyan civiya û eniya bavê şehîdekî maç kir. Kazimî berî ya niha jî serdana anit ên ku ji bo qurbaniyên rejîma Baasê li Hewlêr, Duhok û Helebce hatibûn çêkirin, kiribû. Di analîzên ku me li ser vê mijarê nivîsandin de, me bal kişand ser girîngiya ku Kazimî daye yekitiya civakî û rola Kurdan a di vê xalê de.

Di pêvajoya ku Amerîka û hêzên hevpeyman ji Iraqê vedikişin, di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bi qasî 590 kîlometre valahiya ewlehiyê heye. Her du alî jî baweriya wan bi hev nayê û pirsgirêkeke cidî ya baweriyê heye.
Ji bo bikaribin êrîşên DAIŞ ê rawestînin divê alî bi hev re îstîxbaratan parvebikin û di warê leşkerî de hevkariyê bikin. Lê belê, ev hê jî pêk nehatiye.

Li aliyê din hêzên Amerîka û hevpeymanî vedikişin, lê careke din ji Pêşmerge ji çekên giran bêpar man. Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin di nameya xwe de ya ku ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şandiye de, tekez kiriye ku, ew dê berdewam bin li ser piştevanîkirina Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de, lê em ji ezmûnên berê baş dizanin ku karesatên hatîn jîyan kirin, tenê ji ber gotinên Amerîka di asta sozê da ne, çêbûne.

Li ser vê yekê, pêwîst e carek din bale bikşîn ser pêwîstîya avakirina artêşa milî li Herêma Kurdistanê. Ev mijareke lezgîn û jiyanî ye. Piştî guhertinên YNK ê û tasfiyekirina Lahûr Şêx Cengî ev proje bi leztir dikare were cîbicîkirin.
Vegera Pêşmerge ji bo navçeyên di maddeya 140 de ji bo kurdên ku li wir dijîn cih û warên xwe û gundên xwe neterikînin pir girîng e.

Astengên li pêşiya vê jî Heşdî Şebî, PKK û polîtîkayên hin welatên herêmê yên li ser dijminatiya Kurdan in, weke ku me li jor rêz kirî.

Mînak PKK îdiaya parastina Kurdan dike, lê hebûna wê ya li Şingalê pirsgirêka herî mezin a li pêşiya vegera gelê vir e. Hebûna Heşda Şebî li hemû herêmên din çavkaniya pirsgirêkên cidî ye.

Di çarçoveya planên mahfil an amadekirî de, DAIŞ ê dîsa êrîşên xwe zêde kirin û berê xwe da ve Herêma Kurdistanê.
Ji bo valaderxistina vê planê, pêdvîye bilez hikûmeteke li ser bingeha gel li Bexdayê were avakirin, Kurd li vir bi hêz cih bigirin, PDK û YNK bi yekdengî tevbigerin û bi rastî jî Pêşmerge dest bi derbasbûna artêşa nîzamî bike.

Pustên heman beş