Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, artêşa Rejîma Sûriyê rêgirî li hêzeke Amerîkayê kir.
Ajansa Sana ya fermî ya Rejîma Sûriyê ragehand, ew hêza Amerîkayê ji 5 zirxpoş û hêzek jî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) pêkhatibû û dixwestin derbasî gundê Tel Deheb ên gundûwarên Qamişlo bibin.
Li gor ajansa Sana belav kir, çekdarên ser bi Rejîma Sûriyê rêgirî li hêzên Amerîkayê û HSDê kirin û naçar kirine ku ew paşde vegerin.