PKKê 4 ciwanên din yên Kurd dan kuştin

pkk-ciwan-kurd-gerila

Rêxistina PKKê nasnameya 4 ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê li sala 2015ê bi destê eskerê Tirk dane kuştin û ji nûve hatîye dibêje wan bi berxwedana xwe dastanên nû afirandin.

Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan, nasnameyên komên ciwanan eşkere dike yên ku ji hêla artêşa Tirkiyê tên armanc girtin, piranîya şervanên PKKê yên ku giyanê xwe ji dest didin, di temeneke biçûk dane û ji ber vê PKKe tam agahîyan li ser wan parvedike û tenê amaje bi temena wan nake.

Duh roja sêşemî 14/12/2021ê rêxistina PKKê nasnameya 4 ciwanên din jî eşkere kir ku di berxwedana xwe ya saxte de li Başûrê Kurdistanê bi destê eskerê Tirk wenda kirine.

Navên van ciwanên Kurd wusaye:

Ehmed Esmer ji Amedê, Mezlûm Taş ji Colemêrgê, Numan Aydin ji Amedê, Kemal Dalçîçek ji Amedê.

Ev her 4 ciwan, rêxistina PKKê li sala 2015ê dane kuştin û paş derbasbûna 6 salan ji nû hatîye bi rûqaymî dibêje ew milîtanên hêja yên Apo bûn, wan bi berxwedana xwe dastan afirandin.

Pustên heman beş