PKKe li nav zanîngehên Silêmaniyê îdolojîya tundrê belav dike

pkk-sulaymaniye

Rêxistina PKKê, kadiro û alîgirên xwe xistine nava beşên navxwe ên xwendkarên Silêmaniyê, ji bo ku kaosê û xwepêşandanên tundrê bi wan encam bide.

Pêgeha Basnews a Başûrê Kurdistanê ragihand, wan agahî bi dest xistine ku di hundirê beşên navxwe ên xwendkarên Silêmaniyê de, tevî ku hejmareke xwenkaran ji hêla PKKê ve hatine şandin û karê siyasî bi wan encam dide, rêxistina PKKê zanîngeh û inistityo kirine cîhê çalakiyên siyasî û belav kirina fikrên tundrê li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê.

Destnîşan kir, ev kadiro ecêndayên PKKê bi xwenidkaran cî bi cî dikin, ew mîna xwenidkarên dervey bajêr li beşên navxwe yên zanîngehên Silêmaniyê dimînin.

PKKê kadiroyên xwe ji Qendîlê şandine nava Silêmaniyê û piştre bi rêya rêxistinên xwe van kadiroyan têklî xwendkarên zanîngeh û inistityoyan dike

Li gorî pêgeha Basnewsê, li dema xwepêşandan û aloziyên siyasî de, PKKe ji Qendîlê kadiroyên xwe dişîne Silêmaniyê û piştire bi rêya rêxistinên xwe, cîhî ji boy wan kadiroyan li nav beşên navxwe yên xwendkaran çêdike û ew li wir weke mêhvan dimînin.

Dû hefteyan berê, xwendkarên zanîngehê li Silêmaniyê xwepêşandan ji boy çareserkirina giriftên xwe encam da, lê belê rêxistinên PKKê yên li Silêmaniyê û beşên navxwe yên xwendkaran tevlî xwepêşandanê bûn û arasteya wan guherand.

Wan kitêbxaneya Pîremegrûn şewitandin û êrîşa dezgehên hikûmetê li Seydsadiq, Dukan kirin, kesên ku ev kar encam dane, bi tu awayî xwendkar nebûn, ew kadiroyên PKKê bûn.

Pustên heman beş