Li Wanê xetereya zihabûna du bendavan heye

wan-bendav-zernek-sarimehmet

Li Wanê Bendava Zernekê ya li ser Çemê Xoşabê û Bendava Sarîmemetê ya li ser Çemê Qeresûyê ji ber daketina asta avê li ber xetereya zihabûnê ne.

Ji ber kêmbûna baranê û zêdebûna germahiyê ava çem, gol û kaniyan kêm bû ji ber vê asta ava bendavan jî gelekî daket.

Li Gurpinarê li Bendava Zernekê ya di sala 1988an da ji bo avdanê û ceyranê hatibû avakirin ya 105 milyon mêtrokupî asta avê daket 22 milyon mêtrokupî.

Li Muradiyeyê jî li Bendava Sarîmemetê ya di sala 1991ê da hatibû avakirin ya 196 milyon mêtrokupî jî asta avê daket 30 milyon mêtrokupî.

Ji ber hişkahiyê asta ava van bendava daket asta herî kêm a 5 salên dawîn û li bendavan girav derketin holê, rûyê erdê ziha bûye jî xet xetî qelişiye.

Hêviya gelê herêmê yê cotkarî û masîgiriyê dike jî ew e ku di van rojê dawîn da bi têra xwe baran bibare.

Pustên heman beş