Şêlûbêlîya Şingalê beşek ji darbe û planên li dijî Iraq û Herêma Kurdistanê ye

Şêlûbêlîya Şingalê beşek ji darbe û planên li dijî Iraq û Herêma Kurdistanê ye

Bûyerên weke girtina saziyên dewleta Iraqê yên li Şingalê di 12-13yî Kanûnê de hewldaneke alozîyê bû. Ew Şîroveyên ku dibêjin bûyer ji ber êrişên balefirên Tirkiyê ku berpirsê saziyên PKK ê yên Şingalê Merwan Bedel kiribû armanc gelê Şingalê bertek nîşan da ye, şiroveyek ne rast e. Ev destpêşxeriya ku ji aliyê PKK ê, beşeke ji proseya ku ji sala 2014 ê ve li Iraq û Herêma Kurdistanê diqewime.

Rêvebirîya hemahengî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û îmkana pêşxistina peywendiyên îstîqrarê gelek derdorên ku ji neasayîbûna rewşa Iraqê sûd werdigrin bêzar dike. Aktorên sereke yên vê aloziyê cîranên Iraqê û her du dewletên kolonyalîst Kurdistan Iran û Tirkiye ne. her du dewletan jî nerehetiyeke mezin li hember Herêma Kurdistanê heye, ji ber ku piştî rejîma Seddam hatiye rûxandin û di Iraqeke nû de cara yekeme ku Kurd bûne xwedî statuyeke fermî. Ji bo vê yekê jî ji sala 2004 an ve hewlên ji bo nehiştina ku Iraq bibe dewletek serwer û Herêma Kurdistanê jî bibe navenda bihêzkirina fikra millî a netewî ya Kurd, berdewam dikin. Di sala 2014 an de ku DAIŞ ê êrîşî Iraqê kir, destê wan hêzên ku dixwestin Iraqê kontrol bikin xurtkir. Îranê bi rêka Şîayan desthilata xwe liser Iraqê sazkir û Tirkiyê jî bi rêka hinek baregahên leşkeri weke yên Behşîqa û  bi rêya Tirkmenan dixwastin Iraqê parve bikin. Niha her du welat jî ji bo ku hebûna xwe di nava kaos û nediyariyê de bikarîbin bidomînin dixwazin destwerdanên xwe yên eşkere û veşartî bidomînin.

Piştî sala 2019 an derbeyên veşartî li hemberî wan kesên ku dikarin li Iraqê bibin hêzeke komkirinê hatin kirin. Bi taybetî gotûbêjên hêzên Pêşmerge bo vegera navçeyên Kurdistanî bi taybet Kerkûkê, hiş ku komploger bileztir tevbigerin. Berjewendiyên hevpar ên Îran û Tirkiyê misoger kir ku di van derbeyan de pêdvîye her du welat di nava hemahengîyê da bitekoşin.

  Yekemîn qurbanê vê derbeyê Adil Ebdulmehdî bû ku di Cotmeha 2018 an de wek serokwezîr hati bû hilbijartin. Ebdilmehdî ku dixwest bi kurdan re têkiliyeke hevseng bidomîne, bû hedefa eniya şîeyan. Piştî 13 mehan ji ber ku hêzên Şîe xwepêşandanên girseyî kirin wî jî dest ji kar berda. Darbeya li ser Ebdulmehdî weke daxwaza gel hate ragahandin. Heta salekê hikûmeteke nû nehat avakirin û di vê valahî yê de Îranê ew pêkhateyên şîe nêzî xwe xurt kirin.

Hewldana derbeya duyemîn a li ser Mistafa Kazimîye ku li şûna Ebdulmehdî hatibû hilbijartin, ew darbe hê jî didome. Piştî sala 2000 î Kazimî weke Serokwezîr, ji ber kariyera xwe ya şexsî bi isrartir bû û bêguman hewldanên derbeyê yên li hemberî wî jî dijwartir bûn. Di 7 ê Mijdarê de li ser mala Kazimî êrîşek bi mûşekan hat kirin.

Hewildana darbeya sêyem jî dihat xwestin ku li Herêma Kurdistanê bê kirin. Di rastiyê de mêjû a komployên li dijî Kurdistanê gelekî kevntir e. Di sala 2014an de dest pê kir û di sala 2017an de bi serkêşîya Koma Lahûr Burhan xwestin gavên neyarî pêş bixin. Darbe û komplo yên li dijî Kurdistanê bênavber berdewamin. Pêngava vê komployê herî dawî li dijî hikûmeta Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû. Barzanî bi tecrûbeya xwe ya îstîxbaratî, serweriya xwe ya di siyaseta dewletan de heyî, ji bo derbaskirina aloziyên Kurdistanê yên ku piştî xiyaneta Cotmeha 2017 an derketibû, di nava hewleke piralî da bû. Bi taybetî jî di warê dîplomatîk de cih ji Kurdistanê re vekir. Herwiha ji ber reformên aborî, lêgerîna geşepêdana aboriya neteweyî û bihêzkirina îmaja Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî rastî “person nan grata” kurdan û dijberên Kurdistanê hat.

Mesrûr Barzanî û hikûmeta wî rastî hin kiryarên xwepêşandanên Silêmaniyê, êrîşa xwaringeha Hokkabaz û her wiha hin dosyayên sexte yên saman û awayekî şexsî hatîye hedefgirtin.

Her du derbeyên dawî yên ku me behs kirin bi taybetî piştî hilbijartinên Iraqê gurtir bûn. Bin ketina eniya şîe ya alîgirên Îranê, rêjeya serkeftina PDK ê û îhtimala ku Kurd bibin hêzeke bibandor di parlamentoya Iraqê de, xwediyên pîlan û darbeyên li dijî Iraqê bû sedem destên xwe lezbigirin.

Partiyeke din a van darbeyan ektîf rol dilîze û heta niha me navê wê negotî jî PKK ye. PKK ne weke hêzeke mezin lê weke kirêgirtî di komploya li dijî Iraq û Herêma Kurdistanê de cih digire.

Ger mirov li çapemeniya PKK ê û li daxuyaniyên rêveberên wê mêzebike dikare vê rastiyê pir zelal bibîne. Di bûyerên Şingalê rûday de, rola PKK ê ya di darbeya li dijî Herêma Kurdistanê pirr eşkere dike.

PKK bi taybetî piştî hilbijartinên Iraqê serî li siyaseta reşkirinê da. Di rastiyê de serkêşiya hewldanên ku dibêjin “hilbijartinên Iraqê ne rewa ne, divê bên dubarekirin, encama helbijartinan aramiya Iraqê ava nake û hwd” PKK û Heşdî Şabî dike.

Di rojnameya Serxwebûn a PKK ê de nirxandina rêveberê PKK ê Cemîl Bayik ên li ser hilbijartinên Iraqê, li hemberî encamên hilbijartinên Iraqê bertekeke pirr tûnd nîşan da. Bayik nirxandinên weke “Şîe zêde neçûn ser sindoqan, Sedr nikare nûnertiya şîeyan bike, PDK têk çû, eger piştgiriya me nebûya YNK jî têk diçû, hilbijartin nikare tiştekî biguhere, fikrên me esasin. . .” Di encamê de Bayik got, “Ev hemû ji bo tinekirina PKK ê tên kirin.” Beriya wê jî endamê PKK ê Nûredîn Demîrtaş di rojnameya PKK ê ya bi navê Özgür Politika de îdîa kiribû ku “vegera Pêşmerge bo Kerkûkê dê Iraqê lawaz bike”. Ji ber ku mijarên di van her du gotaran de hatine serziman weke nêrînên Îran û Heşdî Şebî ne. Ji ber ku hevalbendên hev yên stratejik in nerihetîyek mezin di van hêzande çêbû ye. helwest û fikrên wan jî yek in.

Ya ji hemûyan rastir ewe ku bûyerên Şingalê weke helwesta hevpar a kesên ku dixwazin pêşî li hewldanên avakirina hikûmeta Iraqê bigirin û weke komployeke li dijî Herêma Kurdistanê û Iraqê bê dîtin. PKK parçeyek ji vê komployê û hewldana darbeyê ye. PKK bi çend ciwanên Êzidî yên biçûk lê bi rêxistinkirî ve beşdarî vê provokasyon û darbeyê bû. Ger em bi  eşkereyî bejin; PKK ê di xwest ku di van bûyeran de çend ciwanên Êzdî jîyana xwe ji dest bide da ku kaos çêbibe. Ji ber vê rastîyê di pêşerojê de çi bûyera li Şingalê rû bi de ango Êzdîyek li ku jîyana xwe ji dest bide pêdvîye em div ê çercovê de binirxînin. Divê em vê yêkê baş bibînin ku ti bûyerên Şingalê biqewimin wê bi mehsûmîyeta gel, meq û hiqûqê ve nehê îzah kirin.

Di encamê da; çi bûyerên Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî xwebixwe nabe û qed çênabe. Iraq û Herêma Kurdistanê bi destwerdanên dagirker û taşeronan re rû bi rû ye. Ev rewşa bi axaftinên îdeolojîk û ravekirinên felsefî ve nayê sergirtin. Îran ji bo hikûmeteke alîgirê Şîe, Tirkîye ji bo hikûmeteke bêhêz were ava kirin wê bi hemû hêza xwe tiştê bi deste wan tê wê bikin. Di vê bûyerê de hêzên PKK û Heşdî Şebî ji bo ulufe yan şer kirin. ji bo zêde ulufe destxwe xin wê hê bêtir navendê şêlo bikin.

Pustên heman beş