Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê berf û baranek zêde dibare, ji ber wê jî rêya gelek gundan hatiye girtin û li hinek cihan jî lehî rabûye.
Ji duhî danê sibê ve li deverên bakurê parêzgeha Ormiyê berfek giran dibare û heta niha jî berdewam e.
Li gorî agahiyan, rêya gelek gundan hatiye girtin, li hinek deveran xelk di nav berfê de asê mane. Geştên firokexaneya Ormiyê jî ji ber berf û mijê hatine sekinandin.
Li aliyekî din, li deverên başûrê parêzgeha Ormiyê bi taybet li bajarê Mehabadê baranek zêde barî û ji ber wê jî lehî rabû.
Li gorî pêşbîniyan, şilî dê berdewam be lê li deverên bilind berf û li cihên deşt jî baran û berft bi hev re dibare.