Mazlûm Abdî samîmî ye, yan jî tenê rola polîsê baş dilîze?

Mazloum Abdi-pkk-ypg-hsd-qsd-tak-pyd-semalka-enks

Alîgirên partîyên di bin seywana ENKSê ve, yên ku dixwestin Roja Ala Kurdistanê pîroz bikin, rastî êrîşa Rêxistina «Ciwanê Şoreşger» a ser bi PKKê ve hatin, Bi dar, kevir û molotofan êrîş kirin û ofîsa ENKSê ya li Dirbesiyê jî şewitandin.

Ji saetên ewil, ev bûyera qirêj ji aliyê gel ve rastî bertekên ciddî hat, dihat hêvîkirin ku bertek a gel jî zêde bibe, lê Mazlûm Abdî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belavkir û bûyer şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin,”Berî her tiştî em we difikirîn êrîşa ku li gorî me Rêveberiya Xweser û kontirola hêzên ewlekarî ya herêmê hedef girt, şermezar dikin”. Rûdaw TV ya ku li Hewlêrê weşana xwe dike, her serê saetekê daxuyaniya Mazlûm Ebdî diweşand û wek pêşketinek mezin û erênî nîşan dida.

Rexmê van hewldanên Rûdawê jî, ev pirs di mejiyê Kurdan de bi dawî nebû: gelo Mazlûm Ebdî di şermezarkirina vê bûyerê de jidile yan jî ji ber hin sedeman neçar ma ku vê yekê bibêje? Dema ku hûn bûyerê li berçav bigirin, dê fêmkirina rastiyê jî ne zehmet be.

Ma Ciwanên Şoreşger dikare serbixwe tevbige?

Ciwanên Şoreşger, ne rêxistineke serbixwe ye, di nava sîstema PKKê de cî digire, ji ber ku ew karekî girîng dimeşînin, wek girtina şervana û komkirina îstixbaretê, loma jî karê vê rêxistinê ne karekî normale, ji bo PKKê xebatek pir girînge û di vê xebatê de tu valahîyan nahêle, berê ji aliyê Mirad Qarayilan ve hatiye îaderkirin, lê niha jî ji aliyê Cemîl Bayik ve tê birêvebirin, her wiha ev rêxistin rasterast di nava koordînasyona PKKê ya li Rojava de cih digire û di heman demê de, di nava Koordînasyona Qada Siyasî ya Rojava de xwedî cîhek girînge.

Bi kurtasî Rêxistina Ciwanên Şoreşger, bi tena serê xwe nikare gavan bavêje, ya rastî di nava PKKê de tu kes bi serê xwe nikare van kiryaran bike, mînak TAK, dema ku PKKe naxwaze berpirsiyariya hin bûyeran bigire ser xwe, wê bikar tîne, Ciwanên Şoreşger, YPS, Zarokên Agirî û hwd, Di bin van navan de rêxistinên paravan hene.

Şewitandina ofîsa Dirbêsiyê, êrîşa li ser kesên pîrozbahîya Ala Kurdistanê dikirin û êrîşa Derîyê Sêmalka, biryara Komîteya PKKê a Rojava ye.

Şermezarkirina Mazlum Abdî, ya şewitandina ofîsa ENKSê rêbazeke kevin a PKKê ye, Rêveberiya Ciwanên Şoreşger di nava komîteya PKKê ya Rojava de ya ku Mazlûm Abdî jî di nav de ye, cîh digire.

Mazlûm Abdî her hefte bi rêveberiya Ciwanên Şoreşger re civîna li dar dixe.

Êrîşa Ciwanên Şoreşger, a li ser Derîyê Sêmalka, êrîşa li dijî pîrozbahîyên roja Ala Kurdistanê û şewitandina ofîsa ENKSê, ev çalakî hemû ji aliyê Koordînasyona PKKê ya li Rojava ve hatiye biryardan, ji ber vê yekê hewldanên Mazlûm Abdî, yên weke ku haya wî ji bûyerê tune, tenê durûtî ye.

Ev êrîş bi biryara Mazlûm Abdî hatine kirin, hewldanên ragihandina Rûdawê yên ku Mazlûm Ebdî bêguneh derbixe têrî guhertina vê rastîyê nake.

Ev bûyer Helwesta PKKê ye, PKKe û kadiroyên wê yên li Rojava, ji bo bûyereke ku ti eleqeya xwe bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nîne, va 70 rojin jin û Ereb li ber derîyê sînorê  Pêşabûr – Sêmalka civandine û her roj zimandirêjî li ser PDKê û malbata Barzanî dikin, piştre rêxistina cehş ya bi navê Ciwanên Şoreşger, du rojan dimeşe û êrîşî Derîyê Sêmalka ya Herêma Kurdistanê dike.

Her endamêkî rêveberiyê xwedî rolek cûda ye

Mazlûm Abdî şewitandina ofîsa ENKSê şermezar dike, lê êrîşa li ser Ala Kurdistanê nabîne, di rastiyê de tişta ku hatiba şermezarkirin ne tenê şewitandina ofîsa ENKSê bû, pêwîst bû bêrêzîya li Ala Kurdistanê hatî kirin bihata şermezarkirin ya ku biryara êrîşê ji aliyê Mazlûm Ebdî ve hatiye dayîn.

Roja ku Ciwanên Şoreşger, êrîşî deriyê sînorî yê Herêma Kurdistanê kirî û dixwest provokasyonê bike, her wê rojê de Îlham Ehmed bi Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Kadir re bi girnijînî di nava hevdîtinê de bû.

Di heman demê de endamê Kongireya Aştiya Demokratîk ku ji aliyê PKKê ve li Rojava hatiye avakirin, Abdulkerîm Sarûxan, derdikeve ser ekranên Rûdawê û hewl dide çalakiya Ciwanên Şoreşger, rewa nîşan bide.

Ji sê rêveberên PKKê yên li Rojava yek bûyerê şermezar dike, yek bûyerê wekî ku tiştek nebûye tevdigere, yê din jî vê bûyerê diparêze, Ango Mazlûm Abdî di vê bûyerê de tenê rola polîsê baş lîstiye.

Rêbaza PKKê: Tehrîk bike û tawîzan wergire

Yên ku nikaribin van şêwazên PKKê fehim bikin, nikarin bi hîleyên PKKê re serder bibin, Pêwîste ku ev hîlên PKKê, yên ku dibêjin Ciwan guh nadin me, xeberê me ji bûyerê nîne û hwd, her wiha hewildanên kamufle kirina van bûyerên qirêj nehên qebûlkirin, ev tektîkek kilasik a PKKê ye, ew ne rêbazek ne lokale, rêbazekî tercih kirîye, Navê vê rêbazê «Tehrîk bike û tawîzan wergire» ye.

PKKê komeke xwêrîyan, felîteyan organîze dike ku dikarin ji bo her kesî fîşek biteqînin, tanzîm dike û wan berdide kolanan, ev koma lumpên tirsê li ser cemawerî belav dike, rojeva gel dîyar dike û bi rêveberiyên jorîn re jî danûstandinên dîplomatîk dike û tawîzan dixwaze, dem dema teşîrkirina rêbaza PKKê ya 40 sala ku li ser esasê  tirsandin, şantaj û provokasyonê hatî avakirine.

Heya ku mirov divê çercovê de li gotara şermezarkirina bûyerê a Mazlûm Abdî nenêre hemû gotin bêwate ne, hewldanên  medyayî yên weke Rûdawê yên hêvî çêkirinê jî di warê sîyasî de bêwate ne, tenê yên ku PKKê nas nakin, dikevin nava vê lîstikê de, Kesê ku êrîşa Dirbêsiyê pêk anî Mazlum Abdî bi xwe ye.

Çima Mazlûm Abdî  mecbûr ma vê daxuyaniyê bide?

Sedema ku Mazlûm Ebdî ew daxuyanî bide, zîyareta McGurk bo Herêma Kurdistanê û ji nûve destpêkirina danûstandinên Kurdî û Kurdî li Rojava ji aliyê Amerîka ve ye, Abdî ji bo ku di van hevdîtinan de xwe weke mirovê maqûl û bêalî nîşan bide, ev daxuyanî da.

Divê ENKS vê rastiyê bibine û welê tevbigere, bangawazîya ENKSê ji bo HSDê û Emerîka yê kirî ku êrîş were şermizarkirin helwestekî bêwateye û ji aliyê siyasî ve tiştek bi dest naxe.

Divê êdî ENKSe û partiyên di nava wê de helwesta xwe ya pasîf derbas bikin, bêtirs gavan bavêjin û vê helwesta durû ya HSDê û Mazlûm Ebdî teşîr bikin, ger hewce bike, divê destê xwe jî bikarin li masê bixin, rêxistinên PKKê yên Rojava PYDe, Tev-Dem, YPGe û hwd ne ku ji ber xurtin li Rojava ne, di nava gel de alîgirên wan pir kêmin, lê mesele ewe ku muxelefeta ku ew pê re rû bi rû ne, pir tirsoneke û her dem di nava helwestekî lihevkirinê de ne, divê ENKSe xwe rexne bike û bibîne ku ev helwest tenê bi wê dide winda kirin.

Ji hevdîninên Rojava niha û pêve pir tişt bên hêvîkirin, şaşe. Şaşiyek din jî ewe ku ENKSe hemû siyaseta xwe bi van hevdîtinan ve girêdide, divê ENKSe xwedî pilanên A û B be û  xwe di warê siyasî de xurt bike.

Pustên heman beş