Li Efrînê her kurdekî bacê nede grûpên çekdar dê bê îşkencedan

Li Efrînê her kurdekî bacê nede grûpên çekdar dê bê îşkencedan

Çekdarên Grûpa Emşat baceke nû li ser Kurdên sivîl ên li nahiya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê sepandin.

Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku çekdarên grûpa Emşat ên ser bi Artêşa Tirkiyê ve, bacên nû li ser xelkê sivîl li nahiya Şiyê sepandine.

Li ser vê yekê her welatiyekî Kurd eger zêdetir ji 200 darên Zeytûnan hebe, dê 500 dolarê Amerîkî weke bac jê bê standin, her kesê ku nede jî, dê bê îşkencedan heya ku wê bacê bide.

Herwiha li Efrînê çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku Liwaya Muntesir Billah bi fermandariya Ebû Malik el-Dêrî, ku di nava rêzê Ehrar el-Şerqiye de bû, ji ber nakokiyên navxwe li ser desthilat û dabeşkirina kelûpelên diziyê jê cuda bû.

Pustên heman beş