Pêşmergeyekî êzdî bi sedema daliqandina ala Kurdistanê ji aliyê çekdarên PKK’ê ve hat revandin

Pêşmergeyekî êzdî bi sedema daliqandina ala Kurdistanê ji aliyê çekdarên PKK’ê ve hat revandin

Pêşmergeyekî êzdî bi navê Seîd Mirad Qasim ji ber daliqandina ala Kurdistanê li ser banê mala xwe ji aliyê çekdarên PKK’ê ve hatiye revandin û heya niha çarenivîsa wî nediyare.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, Seîd Mirad li roja 13/9/2021an li dema serlêdana mala xwişka xwe li gundê Burek kirî, li zalgeha çekdarên PKK’ê li ser cadeya sereke hatiye revandin û heya niha jî çarenivîsa wî nediyare û ti aliyekê jî berpirsyariya xwe li ser vê mijarê ranegihandiye.

Tevî ku malbata wî dizanin Seîd ji aliyê çekdarên PKK’ê ve hatiye revandin jî, lê belê, ti aliyek bi revandina wî sûçbar nekiriye û bi tenê li dadgehê gilî tomarkiriye, malbata Seîd ji ber parastina canê kurê xwe ne polîsên Şingalê û ne jî ti hêzeke ewlekariyê li Şingalê li ser vê yekê haydar nekirine, ji ber ku ditirsin bi vê yekê çekdarên PKK’ê kurê wan di bin eşkenceyê de teror bikin.

Li gor agahiyên bi dest pêgeha Darka Mazî ketî, Seîd li Nevroza sala 2021an ala Kurdistanê li ser banê mala xwe li kampa Serdeştê daliqandiye ev yek jî bûye sedema nerazîbûna çekdarên PKK’ê û ji wî xwestin ala Kurdistanê dagire, lê belê ji ber wilatparêzîya xwe Seîd razî nabe ala Kurdistanê dagire, ev yek jî dibe sedema nakokîyê di nêvbera çekdarên PKK’ê û Seîd de, Se’îd bo dema sê rojan, anku heya bi dawî bûna her sê rojên nevrozê ala Kurdistanê li ser banê mala xwe danegirtiye.

Birayê Seîd ê bi navê Êzdîn, li dadgeha bajarokê Sinûnê li ser revandina birayê xwe ji aliyê PKK’ê ve gilî tomar kiriye, û fermandariya lîwaya 5a Senger fermana pêk anîna lîjneyeke lêkolînê li ser mijara revandina Seîd derkiriye û ji Fermangeha yasayî ya ser bi fermandariya Zêrevanî re şandiye.

Seîd Mirad Qasim, kurdekî êzdî ji Hoza Feqîre, li sala 1995an ji dayik bûye, navê dayîka wî Hilo Seydo Mişko ye, şêniyê bajarokê Girizêr ê ser bi Şingalê ye, ew nîşteciyê gundê Gabar ê ser bi heman bajarokî bû, di yekîneyên Berxwedan a ser bi lîwaya 5a Senger a ser bi fermandariya Zêrevanî Pêşmerge ye.

Pustên heman beş