Nerihetîya Nûreddîn Demîrtaş ji vegera Pêşmergey bo Kerkûkê û eniya dije- Kurdistanî

Nûreddîn Demîrtaş -kerkuk-pkk-peshmarga-kurdistan

Di nivîsa endamê PKKê Nûreddîn Demîrtaş a bi sernivîsa «Lîstikên nû yên li Kerkûkê» ku di destpêka meha Kanûnê de ji aliyê medyaya PKKê ve hatibû weşandin, nerehetiya vegera Pêşmergey ji bo Kerkûkê anî bo ziman.

Demîrtaş di gotara xwe de vegera Pêşmergey ji bo Kerkûkê, wiha şîrove dikir: «Ev pêşketin weke yek ji gavên herî girîng yên taktîkî ye ji bo şikandina bandora Îranê li herêmê tê xwendin, yanî piştî hilbijartinên Iraqê», Demîrtaş di nivîsa xwe de kontrolkirina ewlehiya derdora Kerkûkê ji aliyê Pêşmergey ve weke nerênî rave dike.

Li gorî Demîrtaş, Kerkûk ne ya Kurdan e

Li gorî Demîrtaş, Kerkûk ya hemû gelan e, ne ya Kurdan e, cîbecî bûna Pêşmergeyan li derdora Kerkûkê, dê aramiya Kerkûk û Iraqê têk bibe, Li nava bajarê Kerkûkê de artêşa Iraqê heye; Hêzên çekdar ên Tirkmen hene, milîsên Şîe yên Heşdî Şebî hene, heta li xeta Dûzxurmatû, Kifrî hêzên leşkerî yên ku ji aliyê PKKê ve hatine perwerdekirin jî hene, ev hemû li gorî Nûreddîn Demîrtaş normal in, lê eger Pêşmerge biçin Kerkûkê dê pirsgirêkek mezin derkeve. Çima?

Nûreddîn Demîrtaş kî ye?

Sedema nerehetiya Demîrtaş a ku Kerkûk di destê Kurdan de be çi ye? Ji bo bersiva vê pirsê, em pêşî lê binêrîn ka ev Nûreddîn Demîrtaş kî ye?.

Ew birayê Selahattin Demîrtaş e, Kadroyê PKKê ye û kesekî ku nêzî 12 salan di girtîgehên Tirkîyê de ma ye, sala 2004 heta sala 2009 an li Tirkiyê di nav siyaseta legal a girêdayî PKKê de bû,, Pêşîya birayê xwe Selahattin Demîrtaş, Nûreddîn Hevserokê DTP ê bû, lê niha li Rojava weke kadroyekî PKKê jiyana xwe didomîne, bi Sabrî Ok re di xebatên PKKê yên bi navê Qada Siyasî de rêvebertîyê dike, di salên ku Nûreddîn di girtîgehê de bû wek kesekî herî zêde nîzîkî Sabrî Ok dihat naskirin.

Yanî Nûreddîn hemû hevdîtinên veşartî yên PKKê û ajandayên nihênî dizane, bi îhtîmaleke mezin, wî ev nivîs jî bi perspektîfên van kesan feyz girtîye û nivîsiye.

PKKe hevkarê kîjan hêzê ye?

Dema mirov bi perspektîfa nasnameya siyasî ya Demîrtaş li nivîsê binêre, watedar e, Ji ber ku di gotara Demîrtaş de nerehetiya PKKê ji çûna Pêşmergey bo Kerkûkê dîyar di be, rêkeftina PKKê û Îranê li ser vê mijarêbû, Demîrtaş di navroka nivîsa xwe de di vê babetî de, peyamên girîng dide:

Yekem; nivîsa Nûreddîn îtîrafek e ji bo ku PKKe li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi Îranê re di heman eniya sîyasî-leşkerî de tevdigere, Demîrtaş eşkere got ku bicîhbûna Pêşmergeyan li derdora Kerkûkê ji bo Îranê zirar e, ji bo PKKê jî heman tişt zirar e.

Ya duyemîn jî; Hat diyarkirin ku ji bo ku Kurd nehên Kerkûkê û bandora Îranê lewaz nebe, hilbijartinên parlementoya Iraqê yên di 10 ê cotmehê da hatibûn kirin, divê bên betalkirin, Yanî ji niha û pê de pêwîste mebesta hemû çalakî û xebata PKKê li ser esasê ku li Iraqê Hikûmeta nû nehê avakirin û Pêşmerge derbasî Kurkûkê nebe, werin dîtin.

Nûreddîn Demîrtaş û Hesen Tûran di heman fikrê de ne

Piştî weşandina nivîsa Nûreddîn çend roja, hevpeyvînek bi Hasan Tûran re hat weşandin, hevpeyvînê de fikrên Hesen û Nûreddîn bi heman rengî bûn.

Hesen Tûran kî ye?

Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê ITC ye, wek Nûreddîn Demîrtaş, Tûran jî di hevpeyvîna xwe ya ji bo ajansa Anadolu ya Tirkiyê de dibêje: «Vegera Pêşmergey bo Kerkûkê aramiya Iraqê xerab dike».

Di naveroka axaftina Nûreddîn Demîrtaş û Hesen Tûran de gelek wekhevî hebûn, heta em dikarin bibêjin Nûreddîn Demîrtaş û Serokê ITC ê Hesen Tûran di mijara avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de, hevkar bûn.

Tûran di axaftina xwe de tercîhên Iraqê yên ji bo serokwezîriya nû jî şîrove kir û wiha got: «Em kêfxweş in ku yek ji serokwezîrên berê Haydar Ebadî dîsa bibe serokwezîr, El-Ebadî xwedî ezmûn û gavên erênî ji bo Tirkmenan bû».

Ji bo Tirkmenan pêngava erênî ya ku Tûran behsa wê dike, derxistina Kurdan ji Kerkûkê û Tirkmen jî weke hêzeke çekdar li Kerkûkê desthilatdar bin, li ser vî babetî ne tenê Tirkmen, dewleta Tirkiye jî gelekî kêfxweş bû.

Nûreddîn Demîrtaş û partîya wî PKKe piştgiriya Heyder Ebadî dikin

Nûreddîn Demîrtaş û partîya wî PKKe piştgiriya Heyder Ebadî dikin, ecêbe ku Haydar Ebadî hem ji Tirkmenan re hem ji PKKê re xizmetek mezin kiribû, Nûreddîn Demîrtaş vê mijarê baş dizane, ji ber ku Sebrî Ok li Bexdayê bi Heyder Ebadî re hevdîtin kir û bingeha tifaqa li dijî Kurdistanê ava kir.

Hêza PKKê ya niha di nav refên Heşda Şebî de meaş werdigire, li ser bingeha rêkeftina sala 2015 an a navbera Heyder Ebadî û PKKê de ye, PKKe jî di dagirkirina Kerkûkê de di nava enîya Heşda Şebî û artêşa Iraqê ya di bin fermandariya Heyder Ebadî de cih girt.

Beriya xîyanet û komploya Lahur Burhan ya li Kurdistanê kirî, berpirsê têkiliyên derve yê PKKê Demhat Egîd, Riza Altûn, Lahur Cengî û nûnerên Ebadî li ser xîyaneta Kerkûkê li hev kir bûn, yanî di navbera Ebadî û PKKê de têkiliyeke kûr û sitratejîk hebû, Îranê bingeha vê têkiliyê danî û garantorî ji bo vê hevpeymanîyê kir.

Tişta ecêb ev e: PKK, Tirkmen, ango Tirkiye di mijara Kerkûkê de hevkarê hev in, Naxwazin Pêşmerge werin Kerkûkê û piştevaniya alîgirê Îranê ango Haydar Ebadî dikin.

Bi rastî, ger em çarçoveyek firehtir mêzebikin, em dikarin vê bibêjin, Ev enîye li ser dijberîya Kurdistanê avabûye, di vê enîya Îran,Tirkman û Tirkîyê de PKKe jî xwedî cihekî girîng e.

Gelo salên 1990 dikare dubare bibe?

Nûreddîn Demîrtaş di meqaleya xwe de şewq dide beşek ji rastîyan, dema em li siyaseta PKKê ya ku Demîrtaş jî girêdayî wê ye li Rojava û Başûr dinêrin, em vê yekê bi zelalî dibînin, heke Pêşmerge bi şerê çekdarî bikeve Kerkûkê, PKKe yekem hêze ku şerê Pêşmergê Kurdistanê bike.

PKKe hebûna xwe li ser bêîstiqrariya Herêma Kurdistanê ava dike, ji bo vê jî wê li dijî hewldanên îstiqrar û desthilatdariyê yên Kurdan raweste.

Ji ber vê rastîyê jî em dikarin li bendê bin ku PKKe wê mîna salên 1990 î bi harîkarîya Îranê êrîşî Başûr bike, evê êrîşê bi rastî dest pê kirî ye, hemû milîsên Şîe di bin ala Heşdî Şabî de Herêma Kurdistanê weke dijmin dibînin, helwesta PKKê a Şingalê, şehîdkirina Pêşmergeyan, ew senaryoyên li deriyê sînor ê Rojava, hemû armanc ewe ku êrîşên PKKê bo ser Herêma Kurdistanê û Pêşmerge rewa bikin, tên kirin, PKKe hêdî hêdî civakê ji vê êrîşê amade dike.

PKKe li eniya dijî Kurdistaniyan cih girt û berê lolîya tifenga xwe da ye Herêma Kurdistanê

Nivîsa Nûreddîn Demîrtaş, helwesta PKKê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê nîşan dide, dîyar di be ka PKKe di sengerê kê de teqe li Kurdistanê bike, li dijî statûya qanûnî û rewa ya Başûrê Kurdistanê eniyeke dijî-Kurdistanî heye, PKKe li eniya dijî Kurdistaniyan cih girt û berê lolîya tifenga xwe da ye Herêma Kurdistanê û PKKe bêdudilî wê vê çekê bikar bîne.

Pustên heman beş