Vegerandina cenazeyên koçberên kurd hat paşxistin

Vegerandina cenazeyên koçberên kurd hat paşxistin

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragehand, vegerandina termên wan koçberên kurd yên ku di navbera Fransa û Brîtanya de xeniqîbûn, hat paşxistin.

Şêwirmendê fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê, Helgord Salehî ji kanala K24 re gotiye, biryar bû îro termên 16 koçberên kurd yên xelkê Herêma Kurdistanê ku di navbera Fransa û Brîtanya de xeniqîbûn, vegerînin Kurdistanê lê ji ber rewşa xirab ya hewayê hat paşxistin.

Helgord Saleyî daye zanîn jî, firokeya ku dê terman veguheze Hewlêrê, dê îşev demjimêr 01:00 bikeve rê.

Vegerandina termên wan koçberên kurd li ser erk û fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tê kirin.

Roja 24 Mijdara sala 2021 qayîka koçberan li nav ava kanala Manş, ku dikeve navbera Fransa û Brîtanya, ketibû binê avê û ji 33 koçberan tenê 2 kes rizgar bibûn.

Di nav yên xeniqî de, 16 kes xelkê Herêma Kurdistanê bûn.

Pustên heman beş