Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Siyasetmedara…

Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Siyasetmedara…

Nûrî Çelîk

Hewce nake em bi dûdirêjî behsa ziman bikin û bêjin “Ziman nasname” ye. Helbet ziman nasname ye. Ne tenê nasname, ferqîyeta navbera mirovan e jî. Heke ne ji ziman be, tu ferqa min û yekî Tirk, Alman yan jî Swêdî namîne. Belkî em bi reng û dirûvê xwe ji hev bên cudakirin, lê ne ji ziman be ferqa min û reşikekî Afrîkayî jî namîne. Tiştê ku mirovan ji hevdu cuda dike û wan dike neteweyek cuda, helbet ziman e.

Dewletên dagîrkerên Kurdistanê, bi taybet jî dewleta Tirk, bi vê zanînê herdem xwestine Kurdan asîmîle bikin da ku nasnameya wan nemîne û wek netew wan ji dîrokê rakin. Çawa ku bi asîmîlasyonê gellek kêmneteweyên li Tirkiyê asîmîle kirin û ji dîrokê rakirin, hewlek mezin dan ku heman pelûlê bi serê Kurdan de jî dakin û wan jî bikin wek xwe, bikin Tirk. Her çiqas piştî qetlîamên serhildana Şêx Seîd, Dersim û serhildanên din bi hezaran Kurd koçberî bajarên Tirkiyê kirin û ew asîmîle kirin jî, lê piranîya Kurdan xwedî li zimanê xwe derketin û heta bi îro li ser lingan man. Bi vê xwedîlêderketina zimanê Kurdî hestên netewî jî nemirin û Kurdan bi zimanê xwe hebûna xwe parazt. Ziman nasname ye, ziman hebûn û nebûn, stûn û çîmentoya netewbûnê ye.

Heke em dewleta Tirk deynin alîyekî û bi çavekî din li asîmîlasyonê binerin, emê bibînin ku mixabin PKK jî ji alîyekî ve bûye alîkarê vê asîmîlasyona malkambax. Bi taybet kadroyên ku bi navê çepîtîyê ketibûn û ketine nava PKK, di asîmîlekirina xort û keçên Kurdan de rolek mezin û xirab lîztin û hîna jî dilîzin. Ew kesên ku heta îro jî belkî nikaribin çend gotinên Kurdî bînin cem hev, zimanê Tirkî kirin zimanê siyaseta PKK û ne tenê Kurdên bakur, herweha Kurdên başûr û Kurdên rojava jî hînî zimanê Tirkî kirin, Tirkî bi wan kirin wek şîr û şekir. Bi vê ve girêdayî, siyasetmedar û kadroyên ku di qada legal de siyasetê dikin, dîsa bi zimanê dijminê xwe, bi zimanê Tirkî Kurdayetî kirin û ev jî bû sedema ku zimanê Tirkî bandorek xirab li keç û xortên Kurdan bike û mejiyê wan ji Kurdî û hestên Kurdewarî dûr bixe, wan bêhtir bi Tirkî û Tirkan ve girêde.

Li gora lêkolînên ku di vî warî de hatine kirin, her ku diçe zimanê Kurdî wenda dibe û bi taybet Kurdên bakur zêdetir bi zimanê Tirkî diaxivin û rehettir karin merama xwe bînin ser zimên. Hûn dev ji bajaran berdin, êdî li gundên Kurdistanê jî zimanê Tirkî rehên xwe bera nav dil û hinavên Kurdan dide û roj bi roj wan ji Kurdî û hestên Kurdistanî dûr dixe. Çima? Ji ber ku serok, kadro û rêberên ku pêşkêşîya wan dikin bi Tirkî diaxivin, di hinek televizyonên Kurdî de zimanê Tirkî ji zimanê Kurdî zêdetir derdikeve pêş, zêdetir pere dike, zimanê siyasetê Tirkî ye û tu xêr û berjewendîya wan siyasetmedaran di zimanê Kurdî de tuneye. Zarokên piranîya siyasetmedarên ku îro pêşkêşîya civaka Kurdên bakur dikin, yan bi temamî Kurdî nizanin, yan jî wek kerr û lalan nîv Kurdî û nîv Tirkî li nav hev dixin. Bi Kurtî; li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di xeterê de ye. Li gora min sersebebê herî mezin jî helwesta wan siyasetmedar û pêşewayan e ku bi mejîyê Tirkî, bi zimanê Tirkî û bi navê bratîya Kurd û Tirkan siyaseta Kurdayetîyê dikin. Helbet dewleta Tirk asîmîlasyonê dike, ev karê wê ye. Lê ew siyasetmedar û pêşewayên ku girseya Kurd didin dû xwe û berê Kurdan didin zimanê Tirkî, ji asîmîlasyona dewletê xirabtir bandorê li civaka Kurd dikin.

Belê, rehmetî Mîr Celadet Bedirxan bilasebeb nedigot:

„Kurdino, heke hûn dixwazin xwe nas bikin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Heke hûn dixwazin xwe bidin naskirin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.“

Ziman ne tenê nasname ye, herweha xwenaskirin û xwenasandin e jî…

Pustên heman beş