Ciwanên Partiya Abdullah(ciwanên şoreşger) û çeteyên bi navê Allah (DAIŞ)

Ciwanên Partiya Abdullah(ciwanên şoreşger) û çeteyên bi navê Allah (DAIŞ)

Mahir Hesen

Di dema heyî de, mirov hewce nake ku ewqas hewldana bike heya du rêxistinên di nêzîkatiya wan a barbar û hewldana çewisandin û tirsandinê û çavnebariyê de ji hev cuda bike. Binpêkirinên berdewam yên ku navê her yek ji wan li ser zemîn diyar dike, gelek pirsên ku tên bîra mirov li ser van herdu rêxistinan (DAÎŞ, Ciwanên apoçî yên bi navê Şoreşger) ber bi yek armancê ve tîne , ew jî hilweşandina destkeftên kurdî û hewldana hervandina netewa me bi ramanê gulebarankirina li dijî Kurdan û ev jî bi înkarkirina hemû binpêkirinan û sextekirina rastiyê bi derewan, bi zikreşî an jî çavsoriya ji kurdan dihilînin.

Lê tevgera ciwanên Abdullah(ciwanên şoreşger yên abdulleh ocelan)  ji her tiştî metirsîdartir e, hinek ji miletê me hîn baweriya xwe bi PKK’ê dikin, û hîn jî ji konseya PKKê lava dikin ku ew dikarein çarenûsa wan biguhere.  Tê zanîn ku tevgera PKK’ê ji dema derketina holê heta îro, xwe dispêre afirandina ferheng û vegotinên dûrî rastiyê û her wiha ne zelaliya dîtinê di derbarê Kurdan de.Keç û xortên Kurd bi vê siyaset û kirrûbirra hovane. tiştên wê yên xerab hatine xapandin.

Di vê dema taybet de, ku Herêma Kurdistana Iraqê pêwîstî bi hewla hemû hêzên siyasî û pêşxistina mekanîzmayên kar heye, ji bo ku hemû kes di çarçova doza  Kurd de bicivînin, daku bikare xwe ji hemû fişarên bi mebest û qestî yên navçeyê rizgar bike. rêxistina PKK hêza xwe bikar tîne da ku sînorên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Kurdistana Sûriyê de girtî bihêle, û giraniyê bide ser çêkirina nakokiyan di nav wê de û bi pere, bîr û planên ajansên di hundirê herêma kurdistanê de bide bihêz kirin ji bo lawazkirina her meyleke ku dibe armanca rizgarkirina Kurdistanê. Ji aliyekî dinve da ku Herêma kurdistanê  bikeve destê hikûmeta navendî û ji aliyek din ve zêdekirina gotara medyayî û siyasî û derewan çêdike û hemû aliyan bi xiyanetê tohmetbar dike û komek hovane (ji Ciwanin Şoreşger) dişîne ser sînorê herêma kurdistanê bi armance tevliheviya û li ser karên taybetî ji şewitandin, êrîşkirin û çandina xeyalan di hişê mirovan de van Ciwanan kedî dike.

Kurdiya kêrhatî ew e ku mirov bibêje ku êdî koletiyê bese bo endamên PKK û hevalbendên wê, bi taybetî pêxwasên wan  yên li Kurdistana Sûriyê, ku li ser mal û milkên hejar û belengazan dijîn û bi talan û derewan doza miletê me dikin.

Pustên heman beş