Sekna Hîrayê û sekna Apo

ocalan mahkeme-apo-pkk-kck-imrali

Rêxistina PKKê, şehadeta 6 jinên Kurd ragihand ku li rojên rabûrî li Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di operasyona “Eren – Zivistan” de, ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatine armanc girtin, yêk ji wan jinan “Hîra Ûlaş” bû, ew fermandara “YJA Starê” bû.

PKKe, her li navbera du heya 3 rojan, nasnameya komên zarok, keç û ciwanên Kurdan eşkere dike, yên ku di berxwedana xwe ya saxte de, berxwedana “Biratîya Gelan” bi destê eskerê Tirk dide kuştin, herî dawî şehadeta 6 jinan ragihandîye ku li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, ketine ber êrîşa artêşa Tirkiyê.

PKKê gotîye: Yêk ji wan 6 jinên ku li Mêrdînê şehîd bûne, Hîra Hîra Ûlaş e, fermandara YJA Starê ye, PKKê di pesina Hîra yê de bi rû qaymî gotîye:

“Hîra bi ruhê bilind yê rêber Apo şer kir, teslîmnebû û şehîd bû, wê berxwedaneke destanî nîşan da û sekna teslîmnegirtî ya jinên Kurd bi rengekî lehengî temsîl kir”.

PKKe weke çawa her car, bazirganiyê bi xwîna keç û ciwanên Kurd dike, îro jî hatîye heman tişt bi xwîna Hîra û heviryên wê dike û lehengîya wan ji bo “Zilamê Îmraliyê” hesab dike û dibêje:  “Wan bi ruhê Apoyî yê bilind şer kir û teslîmnebûn”!.

Lê belê, her Kurdekî bi wîjdan dizane Apo bi “Sembola Teslîmbûnê” tê hesab kirin, ji ber ku ew take serkirdeyê Kurde,  wexta ku li sala 1999 ê ketîye destê Tirkan û hêjan zillehek bi rûyê wî neketî ji efserên Tirk re gotî: “Dîya min Tirke”!.

Her wiha her Kurdek dizane Apo sekna teslîmbûnê çi qas bi rû reşî û şermezarî temsîl kir, wexta li dadgehê û di yekem gotina xwe de ji dadwer re gotî: “Hez ji Tirkiyê dikim, heger hûn derfetê bidin ezê xizmeta Tirkiyê bikim”!.

Her Gerîlayekî di şer de jiyana xwe ji dest bide, PKKe tê û şerê ku wî Gerîlayî meşandî, ji bo Apo hesab dike û bi rû qaymî dibêje “Sekna Apo, Ruhê fedayî yê Apo, fikira Apo, Lehengî û berxewdana Apo” û gelek tiştên wusa, PKKe difkire ew wê bi vî rengî şermezarîya RÊBERÊ XWE, teslîmbûna RÊBERÊ XWE ji gel re veşêre yan jî wê jibîra gel bibe.

Pustên heman beş