Derewên PKK’ê yên piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalka

Derewên PKK’ê yên piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalka

Memet Mêrdînî


Li êvara 15ê vê mehê, PKK’ê li ser navê “Ciwanên Şoreşger” ku rêxistineke ciwanan a girêdayî PKK’ê ye û rasterast biryarên xwe ji Qendîlê werdigire, êrîşî deriyê sînorî yê Sêmalka kir. Ciwanên PKK’ê bi dar, kevir, kêr û molotofan êrîş birin ser hêzên ewlehiya başûr yên ku deriyê sînorî yê Sêmalka diparêzin, di vê êrîşa ciwanên PKK’ê de herî kêm 5 Pêşmerge birîndar ketin, piştre PKK’ê di medyaya xwe de dest bi derewan kir û ragihand, “hêzên PDK’ê êrîşî ciwanan kiriye”! Lê dîmenên vîdyoyî yên ku PKK’ê bi xwe di medyaya xwe de parve kirî têra vê yekê dikir ku ev derewa wan eşkere bibe.

Piştî êrîşa ciwanên PKK’ê ku ji sedî 98 ciwanên Ereb bûn û dixwest bi zorê derbasî başûr bibin û ecindayên qirêj yên PKK’ê cîbicî bikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da derî were girtin. Bi girtina deriyê sînorî gelê rojava rastî hin pirsgirêkên weke kêm bûna pêdiviyên xwarnê û vexwarinê di bazarê de rûbirû man, kesên ku nexweşiyên giran heyî û dixwest ji bo tedawîkirina xwe derbasî başûr bibin bi girtina deriyê Sêmalka nekarîn derbas bibin, hin kesên di nava rêxistinên mirovî yên navnetewî de di nêvbera rojava û başûr de dixebitin jî ji bo derbasbûna başûr nekarîn ji rojava vegerin başûr, şêniyên rojava yên ku ji bo bazirganiyê derbasî başûr dibûn, yên dixwest ji bo seredana xizmên xwe biçin başûr, rojavayîyên ji başûr dixwest vegerin rojava…hwd tev rastî pisgirêkan hatin. Ev yek jî bo sedem ku gelê rojava PKK’ê bi tundî ji ber vê êrîşê ku bûye sedema girtina derî rexne û şermezar bikin.

Dibe eve yekem car be gelê rojava bi vî awa PKK’ê rexne bike, li seranserî rojava dengê nerazîbûna li himber vî karê PKK’ê blind bû, hin ji kadroyên PKK’ê jî ev êrîş ne rasterast rexne kir, ji berku wan baş fêm kir bi êrîşa li ser deriyê sînorî û girtina derî wê rewşa jiyana gelê rojava têk biçe, bi taybetî ji aliyê dabînkirina keresteyên xwarin û vexwarinê ku ji sedî 70 ya wan keresteyan ji başûr derbasî rojava dibin.

Li himber vê yekê PKK’ê li rojava çi kir?

Piştî girtina deriyê sînorî yê Sêmalka û zêdebûna givaşên ser PKK’ê û rexnekirina wê li ser êrîşa ciwanên Şoreşger, PKK’ê li rojava dest bi parvekirina derawan kir, PKK’ê di sosyal medyaya rojava kurdistanê de dest bi parvekirina derewan kir, wê ragihand ku girtina deriyê sînorî li ser biryara Tirkiyê bûye! Bi vê derewê bi tenê jî nesekinî, PKK’ê bi rêya ciwanên xwe di sosyal medyayê de ragihand ku saziya îstixbaratî ya başûrê Kurdistanê a bi navê “Parastin” bi hevkarî bi Mîtê re, giropek ji ciwanan bi navê “Şuile-Alnîran” pêk aniye û ev girop dixwaze êrîşî ser baregehên ENKS’ê li Rojava bike, baregehên ENKS bişewtîne û li ser dîwaran siloganên PKK’ê binvîsîne, daku wusa bê fêm kirin ciwanên Şoreşger ev kar pêk aniye. Bi parvekirina van derewan PKK’ê niyaza xwe eşkere kir.

Wusa dixuye PKK’e wê di van rojan de bi rêya ciwanên xwe yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” êrîşî baregehên ENKS’ê û partiyên ne nêzî PKK’ê bike û wan bişewtîne, piştre wê van êrîşan bide pal vê giropa ku PKK’ê di xeyala xwe de çêkrî, ne dûre hin ji endamên ciwanên Şoreşger bigre û bîne ser ekranên telefizyona û bi wan bide gotin ku wan bi fermana parastinê û PDK’ê êrîşî baregehên ENKS’ê kiriye û ew şewitandine.

PKK’e ji boy kêm kirina givaşên li ser xwe û cîbicîkirina ecindaya dewletên dagirker xwe ji ti tiştekî dûr nagire, tev bêexlaqîyekê wê bike, bi tenê daku berjewendiyên xwe biparêze, ji boy PKK’ê ne girînge wê çi qas zirar bi gel bikeve, ne girînge wê derî mehek din yan jî salek din were vekirin yan ne, ya rast PKK’e qet naxwaze derî were vekirin daku bi vê yekê gelê rojava li dijî hikûmeta başûr tûj bike û wan bike dujminê başûr, ev ji aliyekê, ji aliyeke din PKK’ê bi vê yekê dixwaze berê gelê rojava bide rejîma Sûriyê û ev yek wê behaneyek baş be ji bo cîbicîkirina vê armancê.

Derewên bi Şax!

PKK’e bi van derewan bi tenê nesekinî, hin derewên din jî parve kirin ku kena mirov pê tê, yên van derewên PKK’ê di sosyal medyayê de parve dikin tev alîgirên wê ne, ev jî xweya dike heya çi qas PKK’ê alîgirên xwe xapandine ku bawer bi van derwên bi şax dikin, ji alîgirên PKK’ê derbas bibe bawer nakim ti kesekî din van derewan bawer bike. Kesekî mejîkê wî hebe wê çewa bawer ji vê derewa PKK’ê bike dema dibêje, “yek ji şêniyên Rojava Kurdistanê ku dixwest ji başûr vegere Rojava ji aliyê pêşmergeyên roj hat armanckirin û bi giranî birîndar bû”! PKK bi ti awa, ne nav ne soret ne jî ti zanyarîyek din li ser vî kesî parve nekir, gelo kesên ev derewe parve kirî qey ger mejîkê wan hebe wê bikarin derewek ewqas mezin parve bikin? Na, bi rastî jî yê hinekê mejîkê wî hebe nikare vê derewê bawer bike.

Dev ji vê yekê berde ku pêşmergeyên Roj li deriyê sînorî yê Sêmalka tunene û ger hebin jî ti caran karek bi vî awa nakin, li başûr bi sedan saziyên medyayî hene ku ger bûyerek bi vî awa biqewme wê bi sedan nûçeyan li ser binvîsînin û qiyametê li ser serê hikûmeta başûr rakin, alîgirên PKK’ê wusa difikirin başûr jî mîna Rojavaya di bin desthilata PKK’ê de ye ku ti medyayeke dijî PDK’ê û desthilatê nekare têde kar bike. Her kes dizane ev nûçeya li ser maseyê hatiye çêkirin bi tenê ji boy kirêt kirina pêşmergeyên roj hatiye servîskirin, û ti rastiya vê nûçeyê tuneye.

Yek din ji wan derewên ku PKK’e piştî girtna deriyê sînorî yê Sêmalka berdewam di nava alîgirên xwe de parve dike eve ku dibêje, “girtina deriyê sînorî yê Sêmalka bi biryara Tirkiyê bûye, ji boy armanc kirina mehbûbiyeta Rêveberiya Xweser!”, lê ji bilî alîgirên PKK’ê yên ku mejîkê wan ji aliyê PKK’ê ve hatiye şûştin ti kesek din bawer ji van derewan nake, her kesê mejîkê wî hebe baş fêm dike ku girtina deriyê sînorî yê sêmalka bi sedema karên provakasyon yên PKK’ê û êrîşa Ciwanên Şoreşger yên ser bi PKK’ê ve bûye, ji dervey vê yekê ti nirxandineke din ji boy girtina deriyê Sêmalka were kirin ji bilî derewk diyar ya PKK’ê ti tiştek din nîne.

Pustên heman beş