Amerîka droneyên “RQ-20 Puma” dide Pêşmerge

RQ-20 Puma-us-peshmarga

Li gor budceya Wezareta Berevaniyê ya Amerîka ya sala 2022an, Amerîka 5 droneyên ji cureya RQ-20 Puma dide hêzên Pêşemergeyên Kurdistanê û Pêşmergeyan li ser bikaranîna wan perwerde dike.

Droneya RQ-20 Puma, ji droneyên mamnavend e, bi bataryayan kar dike û bi destan tê firandin û ji aliyê Kompanyaya AeroVironment ve hatiye dirustkirin.

Erkê sereke ya van droneyan, çavdêrîkirin û komkirina zanyariyên hewlgiriyê ye ku bi riya kamerayek elektro-optîkî û jêrsor (Infrared) kom dike.

Ev drone ji dûriya 15 k.m ve tê kontrolkirin û leza wê jî digihîne 83 k.m di demjimêrekê de.

Sala 2007an ev drone ji bo cara yekem hat testkirin û heta niha zêdetir ji hezar daneyê jê hatiye dirustkirin. Hêzên Amerîkî vê cureyê bi kar tîne baweriya wê pê heye.

Li gor zanyariyên ku kampanyayê derbarê wê droneyê de belav kirine, ev cure droneyê tenê ji bo 10 welatan hatiye dayîn û hemû jî hevpeymanên Amerîka ne, dê bikeve destê hêza Pêşmerge jî.

Pustên heman beş